Roj roja yekdengî û yekrêzîyê ye…
Sıraç Oğuz
Biratîya bi Tirk, Ereb û Eceman ji Kurdan ra ne lazim e. Kurdno, êdî bi biratîya neyarên xwe nexapin.
Li di jî şer û komkûjîya dewleta tirk, qûweta herî mezin yekîtî û biratîya Kurdan e. Divê li ҫar parҫeyên Kurdîstanê û li dîasporayê milletê kurd bi yekdengî û yekrengî tevbigere.
Îro ji bo her kurdekî, piştewanîya hêz û partîyan û di bawerîya olî ne muhîm e. Ya herî girîng li ser ramanê niştimanperwerîyê, tevgerî û yekrêzî ye.
Dem dema yekîtî û biratîya Kurdan e. Divê Milletê Kurd guhê xwe nede derewên dagirkeran û yekalî nemîne.
Îro ji bo Kurdên Bakûrî pirsgirêkek jî, pirsgirêka olî ye. Kurd bi piranî li bajaran dijîn û di mizgeftên tirkan da lê pey meleyên tirk nimêj dikin.
Di Mizgeftên Tirkîyê da ji bo ҫeteyên tirk dua tên kirin. Divê Kurdên olperest neçin camîyên tirkan û ji bo qetla birayên xwe ji dûayê wan ra amîn nebêjin û nebin hevparê qatîlên xwe.
Bila di malên xwe da îbadeta xwe bikin ji bo serkeftina Kurdên Rojava ji Xwedayê xwe daxwaz û dua bikin.
Bala dagirkerên xwe nas bikin û ji dîroka xwe ders bigrin.
Ji olperestên tirkan heta ҫepgir û demokratên wan hem û yek deng in. Televizyonê tirkan û rojnameyên wan yekdeng in. Bîr û bawerîyên xwe jî mîna ҫek û sîlah li dijberî Kurdan bi kar tînin.
Îro ji bo miletê Kurd dîsa rojeke taybet e. Miletê Kurd jî divê li ҫar parҫeyên Kurdistanê bi ramanên neteweperwerîyê rabe ser lingan û li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkeve.
Divê kêmasîyên partîyan û kesan ji xwe ra nekin sedema yekrêzî û yekbûnê. Ji destê kî ҫi tê, divê wê yekê bike
Yekrengî û yekdengîya Kurdan, wê li seranserî cîhanê deng bide û ji bo pêşeroja ҫar parҫeyên Kurdistanê jî bibe mîhengek.
Bi biratîya gelên dagirkeran nexapin û bawerîya xwe bi derewên wan neynin…
Bi bîr û bawerîya serkeftina Miletê Kurd….[1]