Qezencên ji nivîskariya bi kurdî
#Helîm YÛSIV#
Gelek kes dixwazin nivîskarên kurdî, wekî nivîskarin belengaz, bê çare, pepûk, bê xwendevan, bê qezenc, bê xwedî û bê rûmet pêşkêş bikin. Bi vî awayî wan wekî “sêwîyê taxê” didin nîşandan. Hem dilê mirov bi wan nivîskarên ku tev li hemû kambaxiyan zimanê xwe yê dayikê tercîh kirine, dişewitînin û hem jî wan wekî “qurbanên rewşê” didin nasandin.
Ev derdorên wiha li ser du şaxan tên parvekirin. Yên şaxê yekem, xwedî nêteke paqij in û ji ber dilsozî û rexnekirina diyardeyên şaş vê dibêjin. Di vê çarçovê de, ez sipasiya xwe ji bo diltenikiya wan û hestên wan yên nazik pêşkêş dikim. Yên beşê duyem, bi zanebûn û bi behaneya ragihandina rewşa rasteqîne ya vî dîmenê perîşan ku bi rezaletê dorpêçkirî ye didin pêş. Wekî ku ew dixwazin bibêjin, rast e ew jî hene, lê tiştekî mezin ji wan dernakeve.
Di vê nivîsê de, dixwazim bêhtir berê xwe bidim ev ên ku bi zanebûn li pey biçûkxistina nivîskarên kurdî ne û bi herriya nirxandinên xwe yên pûç hewl didin bilindayiya bejna nivîskariya bi vî zimanê şêrîn birûxînin û xweşikbûn û taybetiyên wan bi gotinên xwe yên xapînok binixumînin.
Kê gotiye em ne li pey qezencê ne?
Ezê destpêkê ji serpêhatiya xwe ya herdu zimanan destpêbikim. Min du pirtûkên xwe yên destpêkê “Mêrê Avis” û “Jinên Qatên Bilind” bi erebî çapkirin. Yên ku hayê wan ji rewşa wêjeyê li Sûriyê heye, dizane ku di demeke kin de bi awayekî erênî pirtûkên min hatin pêşwazîkirin û pirtûkeke rexneyî taybet ji hêla rexnegirê sûrî Mihemed Mihyedîn Mîno ve li ser herdu pirtûkên min hat nîvisandin. Pirtûk di çarçova serboriyeke nû di çîroka Sûrî de bû û di bin sernavê, cîhana “expressionist” (taebîrî) ya Helîm Yûsiv de hat weşandin. Roj bi roj baweriya min zêdetir dibû, ku ev serkeftinên di nivîsandina bi erebî de, wê tu carî rêya pêşvebirin û geşkirina wêjeya kurdî li ber min venekin.
Tê bîramin, di hevpeyvîneke xwe ya wê demê ji rojnameyeke erebî re, ku bîst salî bûm, min gotibû “Ez wêjeya kurdî bi zimanê erebî dinîvisînim.” Bi demê re min naskir ku ez xwe dixapînim û tucarî wê wêjeya kurdî bi zimanekî din ji bilî kurdî neyê nîvisandin û pêşvebirin. Ev rastiya giran bû sedema guhertineke bingehîn li cem min. Her çendî baca biryara vegera li zimanê dayikê giran be, lê dîsa jî li hember parastina nasnameya wêjeya xwe, ez ji bo dayîna hemû bacan amadebûm. Wisa jî hevalekî min ê nêzîk wê gavê ji min re got:
- Evên bi kurdî dinîvisînin hemûyan nikarîbû di erebî de biserkevin, ji loma bi kurdî ve mane girêdayî. Ev biryara çûna ber bi kurdî ve ji bo yekî wekî te karê dînan e. Di erebî de roj bi roj deriyên nû li ber te vedibin, tuyê çawa dev ji van qezencan berdî ?
Li ba min, mîna her kesî, hin armancên sereke hene ku ew di pileya herî jor de ne û wisa jî hin armancên biçûk hene. Armanca herî sereke li cem min nasname bû. Divabû nasnameya projeya min a nivîskariyê kurdî be, her wiha divê hemû hewldanên min têkevin xizmeta pêşvebirina wêjeya kurdî. Pêkanîna vê armancê bi erebî ne gengaz bû. Wisa jî bi tirkî ne gengaz e. Ev nayê wê wateyê ku em ne li pey xelatan û navdariyê –“pupuler”bûnê û pere û qezencên madî û aborî ne. Ji bo berdewamiya di nivîskariyê de ev hemû faktorên girîng in, lê girîngtirîn faktor li cem min nasnameya wêjeya min bû.
=KTML_Bold=Her nivîskar, ew bi xwe nasnameya berhemên xwe hildibijêre=KTML_End=
Biryar bi vî rengî bû “Divê berhemên min beşek ji wêjeya kurdî bin, ji bilî wê xelatên navneteweyî, navdarî, pere, bi mîlyonên xwendevan û qedirgitin û her wisa hemû hebin baş dibe, lê eger nebin jî ew ê min ji hewildana pêkanîna armanca min a sereke venegerînin.”
Bi gotineke din ez ne li dijî wan nivîskarên kurd im, ew ên tercîha erebî, tirkî yan farisî dikin. Ew di helwesta xwe de serbest in, lê bi tu awayî nayê pejirandin, ku ew xwe wekî nûnerên wêjeya kurdî bidin pêşkêşkirin. Wêjeya kurdî ew e, ya bi zimanê kurdî tê nîvisandin. Nivîskar bi vê hilbijartina xwe ya zimên nasnameya berhemên xwe jî destnîşandike.
=KTML_Bold=Qezencên nivîskariya kurdî=KTML_End=
Nivîskariya bi kurdî tenê dikare rêya xwe ya derbasbûna dilên xwendevanên li Amedê, Serhedê, Qamişlo, Efrînê, Ûrmiyê, Xorasanê, Silêmaniyê û Duhokê, bi hev re bibîne. Ez bawer nakim ku nivîskarekî erebînivîs, wekî mînak, karibe heman tiştî bike. Ji ber vê navnîşana wêjeya kurdî li seranserê cîhanê tenê nivîskarê kurdî ye û ne her nivîskarekî kurd e. Ew dema ku kurdekî erebînivîs yan tirkînivîs xwe wekî nûnerê wêjeya kurdî pêşkêş bike li paş me maye. Êdî, nivîskarê kurdî nema sêwiyê taxê ye û eger xwediyekî taxê hebe ew bi xwe ye.
Ji ber vê, nivîskariya bi kurdî serbilindiyek e û ji wêjeya kurdî re navnîşaneke resen e. Her wisa nîvisandina bi kurdî, ne belengazî û ne jî perîşanî ye, lê belê avantajeke erênî û rûmeteke mezin e ji bo her nivîskarekî ku zimanê dayika xwe nade ne bi mal û milkê dinyayê û ne jî bi zêr û xelat û navdarî û pereyên wê.
Nivîskarên kurd bi hemû zimanan xweşik in, lê yên bi kurdî dinîvisînin bê guman xweşiktir in.[1]