Ziman û Xwexapandin
#Dilawer Zeraq#
Der heqê zimên de pir tişt tê gotin û nivîsandin ji ber ku ew kirûyeke zindî ye û her xwe tîne rastê. Ev yek jî dike ku her wekî ku em li jîndarekê miqate bibin û bala xwe bidin ser, bala xwe bidin ser zimên jî. Û me divê em ji bîr nekin ku ziman xwedî ruhekî belave ye.
Baş e, gelo axaftin bi tena serê xwe têr dike ku ziman zindî bimîne û belave bibe. Heta qonaxekê mirov dikare bêje ev yek têr dike. Lê ev têrbûn di roja îroyîn de birçîbûnekê jî bi xwe re tîne ji ber ku qonax û serdema ku em tê de dijîn, qonaxa çanda nivîskî ye ku bi taybetî di warên huner, teknolojî û perwerdehiyê de aktîv û zêde pê kar tê kirin.
Îcar, di vê qonaxa nivîsarê de, ez ê bala we bibim ser têgiha “xapandinê.” Di roja îroyîn de, yek ji pirsa ku serî li min digerîne ev e: Gelo em xwe bi zimên dixapînin, an jî ziman bi xwe dixapînin? Helbet, hema yekser dikarim bêjim ku qet û qet ne mimkun e ku mirov zimên bixapîne. Ji ber ku ew zêde rê nade ku tiştên der heqê wî de ne ji hêla kirû û aktîvîteyên derveyîn wî ve bên diyarkirin. Û hema çi bigire, hefsarê zimên bi giştî di destê wî de ye. Nexwe dimîne pirsa dî û em dikarin bêjin ku; “em xwe bi zimên dixapînin…”
A rastî me hîn xweşikî biryar jî nedaye em ê xwe û ziman di kîjan war û qadê de digel hev bi cî bikin. Ev xumamî jî berê me dide xwexwapandinê. Aliyê nebaş jî ew e ku em vê yekê bi rêya zimên pêk tînin di her war û qadê de; bi taybetî di huner û polîtîkayê de. Ji ber ku ez wekî “siyasaya zimên”, polîtîkayê ji vê qadê dûr didim, ez ê seriyek biçim cem biwara hunerê.
Hunermend bi giştî mînak in ji civakê re. Civak, bêyî ku bide der, reftar, kirin û tevgerên wan ji xwe re dike mînak. Ev yek, wek kesîdeyî jî pêk tê wek girseyî jî. Loma jî, reftar û kirinên ku hunermend li derveyî qada afirandinê dikin jî bi qasî biwara afirandinê girîng e. Ev girîngî, ji bo jidiliya hunermend a ji bo hunera xwe tiştekî bivênevê ye.
Ziman bi giştî di hunerên wêje, şano, muzîk û sînemayê de, bi awayekî aktîv bi rola xwe radibe. Û ji bilî şêweyên taybet û hundirîn ên hunerên şano, sînema û muzîkê, ziman yek ji hêmana sereke ye. Herçî wêje ye, bêziman pêk nayê.
Lê belê zimanê Kurdî, di vê babetê de, têra xwe birîndar e. Ji ber ku gava em bala xwe didinê, ji bilî nivîskaran, tu endamek hunerên dî, ji derveyî qada afirandin û derpêşanê, Kurdî ji xwe re nake sedema heyînê, pê kar nake û jiyan û danûstendina xwe a takekesî pê naqedîne.
Şanoger û muzîkjen piştî ji ser dikê datên, Kurdî li ser dikê; sînemavan piştî ji seta fîlmkêşanê dûr dikevin, Kurdî di sînorên setê de, sêwî û bi tena serê xwe dihêlin. Û mirov pir bi aşkerayî û bêşik dikare bêje ku bes nivîskar û kesên ku bi hişmendî bi zimên bilî dibin, zimanê Kurdî di qada afirandin û derpêşanê de sêwî nahêlin û ruhê zimên tim bi xwe re digerînin.
Ev rewş dibe sedem ku Kurdî, di biwara muzîk, şano û sînemayê de bibe wanekeke (objeyeke) vîtrînî. Û em bi xwendina Jean Boudrillard, xweş pê dizanin ku vîtrîn; yek ji qada xwederbirana kapîtalîzmê û rêya wê a xapandina girseyan e.
Me bi pirsê dest pê kir, em bi pirsê dawî li nivîsarê bînin: Gelo, gava em zimanê xwe li ser dikê û di setê de sêwî dihêlin; em wî nakin wanekeke vîtrînî?
Û gelo em hunermendên şano, sînema û muzîkê; em bi vî awayî xwe û girseyên xwe bi zimên naxapînin û em ziman nakin wanekek û rê nadin kapîtalîzmê da ku wî bi populîstî bi kêrî xwe bîne?Kaynak: Ziman û Xwexapandin - Amîda Kurd
[1]