Nav: Mûna Bekir Mehmûd
Dîroka jidayîkbûnê: 1996
Cihê jidayîkbûnê: Şam
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Mûna Bekir Mehmûd
Berhemdara Kurd Mûna Bekir Mehmûd di sala 1996`an de li gundewarên Şamê ji dayîk bûye. lê bi eslê xwe ji bajarê #Kobanî# ye. Ew di nava malbateke ku hinekî zanîn di nava wan de berbelav emezin bûye. Ew di sê saliya xwe ronahiya çavên xwe ji dest dide. Vê yekê hîşt ku ew mîna zarokên din bi xweşikahî derbas neke. Di peyre di temenê neh saliya xwe de derbasî dibistaneke taybet ya amadekirina astengdarên kor dib. Ev yek tu carî li pêşiyê nebû asteng û di xwendina xwe de bi ser ket û ew her demê di nava hevalên xwe de yê herî li pêş bû. Piştî ku xwendina xwe ya amadehî bi dawî dike, ew her dixwaze tiştekî fêr bibe da ku wê bi pêş bixîne. Di peyre di beşê derûnasiyê ya fakulteya perwerdehiyê di zanîngeha Şamê de xwe tomar dike. Lê mixabin ji ber şert û mercên şerên ku li sûriyayê diqewimî, xwedina xwe berdewam nekir. Di sala 2016`an de vedigere kobaniyê bi cih dibe û li peymangeha şehîd Zozan beşê felsefeyê dixwîne, piştî derûna wê ji peymanegê di ware mamostetiyê de dewam dike.
Her wiha Mûna hewldanên wê ji bo nivîsandina helbest û pexşanên bi zimanê kurdî heye, çiku ew hewl dide û dixwaze nerîna civakî li ser meseleya astengdariyê biguherîne. Jê zêdetir wê stranek jî bi zimanê kurdî tevî mûzîka wê nivîsandiye û bi awaz kiriye. Her wiha ew fêr bûye ku her tişt bi berxwedanê misoger û pêkan dibe.
Mûna di ware berhemdariya xwe dikariye muhrekî li jiyanê bixîne û bibe xwedî bandoriyek.[1]
Çavkanî: Hevpeyvîna bi Mûna Mehmûd Bekir re
Wêne ji aliyê Mûna Bekir bo Kurdpediya hate şandin