=KTML_Bold=Muzîkjenê Kurd Cem Şivan Xelata Twents Guitar wergirt=KTML_End=
Muzîkjenê Kurd Cem Şivan Ergul, ê ku di qada navnetewî de xelat bi dest xistine, nav û dengê xwe bilindtir kir. Cem Şivan Ergul, di beşa gîtara solo ya ‘Twents Gitaarfestival’ ya ku li Hollandayê hat lidarxistin de xelatek din wergirt. Twents Gitaarfestival, festîvala gîtarê ya herî kevn a û çalak a li Hollandayê, di 18-21 Gulanê de li Enschede, li ser sînorê Almanya-Hollanda, pêk hat.
Xelata yekem a beşa pêşbirka gîtara solo ya festîvalê, ku îsal cara 17emîn hat lidarxistin, di navbera Maya Descheemaeker û Cem Şivan Ergul de hat parvekirin.
Muzîkjenê Kurd Cem Şivan Ergul, di festîvala ku muzîkjenên navdar yên wek Pavel Steidi, Goran Krivokapic û Jorrit Douwes endamên juriyê bûn, xelata yekem par ve kir û got, “Twents Gitaarfestival ji alîyê dîrok, prestîj û juriyê ve festîvalek girîng e. Di heman demê de hestek xweş e ku meriv xelatê bi Maya Descheemaeker re par ve bike”.[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için
sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 800 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!