TÛÎK: Kurd kêmtir hevdu berdidin
Facebook X LinkedIn Tumblr Pinterest Reddit VKontakte Odnoklassniki Pocket
Amarên Zewac û Hevberdanê yên sala 2023an hatin eşkerekirin. Derket holê ku li parêzgehên #Kurdistan#ê li gor parêzgehên din dozên telaq û hevduberdanê kêmtir çêdibin. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) Îstatîstîkên Zewac û Telaqê yên sala 2023an eşkere kir.
Li gor daneyên ku hatin eşkerekirin, di sala 2022an de hejmara zewacê 575 hezar û 891 bû, di sala 2023an de jî bû 565 hezar û 435. Di sala 2023an de hejmara hevduberdanê kêm bû Di sala 2022an de hejmara hevjînên ku hevdu berdane 182 hezar û 437 bû, di sala 2023an de jî bû 171 hezar û 881.
Kêmtirîn rêjeya telaqê li parêzgehên Kurdistanê ye
Parêzgeha ku di sala 2023an de herî zêde rêjeya telaqê lê çêbûye, bi 3,05 ji hezarî Îzmîr bû. Piştî vê parêzgehê bi 2,94 Antalya û bi 2,80 Karaman tê. Parêzgeha ku rêjeya telaqê herî kêm lê heye, bi 0,36 ji hezarî Colemêrg bû. Piştî vê parêzgehê bi 0,44 Şirnex û bi 0,55 Mûş tê.
Li gor daneyên TUÎKê, di sala 2023an de 171 hezar û 881 hevjînan hevdu berdane. Di îstatîstîkê de hat diyarkirin ku xwedîtiya zarokan herî zêde di destê dayîkê de ye û hat dîtin ku di sala 2023an de ji sedî 74,9ê wê ji dayîkê re û ji sedî 25,1 jî ji bavê re hatiye dayîn.
[1]