Navê pirtûkê: Kerwan
Navê nivîskar: #Reşîdê Kurd#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lis
Sala çapê: 2023
Reşîdê Kurd bêtir bi rêzimanê û pirtûka xwe a rêzimanê tê naskirin. Lê piştî ew derbasî Binxetê dibe jîyana xwe bi hevîrê sîyasetê straye. Kerwan, ji deh helbest û çîrokeke kurt û du nivîsên wî ên di Hawar û Ronahîyê de çap bûne, pêk hatiye. Reşîdê Kurd heft helbest ji van deh helbestan di girtîgehê de û her sêyên din jî li derve nivîsandine. Em bawer in ku çîroka kurt jî versîyoneke destanekê ye ku li Dêrika Çîyayê Mazî ji berê de dihat gotin e. Biwêja “Beleka ji Belekê” ku di vê çîrokê de bi goşt û hestî dibe li vê herêmê berbelav e. Ev destan bi navê “Köroğlu” li nav Tirkan jî heye. Kanîya her du destanan heman bûyer e an tiştine din in em nizanin. Zelalkirina vê mijarê jî karê lêkolîneran e.
[1]
Not: Bu kitabın PDF dosyası mevcut değildir, lütfen Kurdipedia'ya bu dosyayı edinmesi için yardım edin! Kitap Gönderin Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için
sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 54 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!