Nasîna amûrên #muzîkê# - Beşa 5em
Hawar Hewraman
Amûra Şimşalê
- Çend navên din jî hene: Şebab (şimşala darî ya êzidî), nay (şimşala qamîşî), kewal (şimşala darî ye û her wekî şebaba êzidî wisa ye û îro bi şêweyên du dengên nizm û bilind sûd jê tê wergirtin), bilûr (ji qamîş tê çêkirin û ji şimşalê kurtir e, lê boriya bilûrê ji her sê cureyên din stûrtir e).
Wêneya du jeniyarên şimşalê (şimşala zerd, şimşala ruh yan fafon)
Wêneyê amûra şebab yan şimşala darî
Wêneyê bilûrê ku ji qamîşê hatiye çêkirin
Wêneyê du cure şimşalên zerd, mewdaya navbera kunên wê cuda ne
- Bi sedema nehejandina lêvan di dema lêxistinê de. Şimşal ji malbata amûrên bayî yên dariyên bê pîtik e.
Ji kan (s ifir, ruh yan fafon, zerd têkelaviyek ji sifir û ruh), qamîş, dar (tûr û qeysî), borî yan lûleya naylonî tê çêkirin.
- Bêhna germ ji dil bi hevkariya masûlkeyên zik bo nava pişikê û paşê bo nav dev tê; paşê bi komkirin lêv û hevdem fûkirin li qiraxên serweyê amûrê deng çê dibe.
- Bi şêweyê tû tû her wekî pîte pîte yan pîtiklêdanê fû di nav şimşalê de tê kirin.
- Ev du cure dengên gir û tîj heye. Her cure dengek heft notên diyarîkirî heye.
- Li hemûyê Kurdistanê şêwaza şimşalê bi têkelkirina herdu dengan tê lêxistin.
Li her du wêneyên jorîn mêze bikin, cudahiya di navbera kunkirina şimşala zerd û qamîşê bi rohnî diyar e. Di şimşala qamîş de, mewdaya di navbera kunkan de wekî şimşala zerdê li pey hev nînin, belkî sê kunên li jor û sê kun li jêr, mewdaya wan zêde ye.
- Şimşala resen a kurdî heft kun tê de têne lêdan, şeş li ser rûyê wê û yek jî li paş, ango heft notên wê hene.
- Îro rojê bi zêdekirina du kunên din du notên din pê re hatine zêdekirin. Şêwaza nû ya lêxistina şimşalê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye ji cudakirina her du dengên gir û tîj.
-Dirêjiya amûra şimşalê 45 heta 50 cm e. Di îro de kewal û şimşal li ser heft kokên muzîkê têne çêkirin. Dirêjiya qamîş yan şimşala qamîşî di navbera 50 heta 60 cm de ye û ji şimşala zerd dirêjtir e. Her çiqas bilûr 30 heta 35 santîmetr e û ji şimşala zerd kurttir e..
- Li Kurdistanê ji qamîşekê ji bo çêkirina şimşalê tê destnîşankirin ku ji neh girêkan pêk tê.
Wêneyê şimşala neh girê ku ji qamîş hatiye çêkirin
Wêneyê qamîşa şimşalê
- Ev cure qamîş li navçeyên germayî dest dikevin.
- Qamîşê ku di nav de betal e û her du serên wî vekirî ne, li başûrê Kurdistanê zêde dest dikeve.
Ji rûyê pişta amûrê ve (pişt kun) dikeve naverasta qamîşê.[1]