=KTML_Bold=Kurt dîroka #zimanê kurdî#=KTML_End=
Civîna Asîtanayê,ji helwestên mayinde ,yên Rosiyayê ,dijî doza Kurdî
Biradostê Mîtanî
Zimanê Kurdî, di zengîniya xwe de, yê 10’an e, di nav zimanên cîhanê de.
Ew serhijmar a ferhinga Insayîkilobîdiya (Wêkîbîdiya) de ye
ya wergirandina peyvan li ser wateya wan.
Zimanê Kurdî(730691) peyiv hen.
Di cîhanê de ,zimanê Kurdî piştî yên weke Ingilîzî, Malagaşî, Ferensî, Rosî, Ispanî tê.
Zimanê Tirkî yê (20) ye. Yê Farisî yê(44) ye.Yê Erebî yê (45) ye
Hêjano: Ew e hêza Zimanê me yê ku em ta îro weke netewa Kurdî paristine. Lewra ji me tê xwestin ku em jî lê xwedî derkevin û bes bi berjewendiyên xwe yên kesayetî, helwestên xirab di bara wî de bigirin û zimanên din sere bigirin. Bi wê helkeftina ku em pê şanaz bo we, lêkolînweke min li ser qonaxên pêşketina tîpên wî di dîrokê de.
Kurtedîroka zimanê kurdî:
Dîroka zimanê kurdî ya nivîskî dirêj e dikeve kûrahiya serdema nûjen û tîpên wêneyî û yên sembolî û piştre dema bihtrî 4000 sal beriya zayînê, dema kurdan dinivîsandin bi xêzên mîxî mîna Someriyan weke hemû êl û gelên din ên di Mezopotamiyayê de ji aliyê Horî, Gotî, Êlemî, Kaltî û Mîtanî, û piştre jê re digotin zimanê zindî û wilo ta bawermendiya kurdan bi xudakê mîtra(Roj)hat jê re digotin zimanê mîtrayî. Lê zimanê kurdî bû zimanê fermî di dewleta Mîdî de 729’an B.Z, li cem Kurd û Faris û pêkhateyên dîtir ên di wê dewletê de. Di dema pêxember Zerdeşt de zimanê kurdî xurtir û belavtir bû, dema pirtûka ola Zerdeştiyê Avêsta belav bû di rohilata navîn û Asyayê de, û wilo ta Ewrupa jî, jê re di cîhanê de digotin zimanê avistayî. Lê mixabin ew ziman êşiya li ser destê Sikenderê Meqdûnî dema Avêsta di şewitand. Hêjayî gotinê ye em bibêjin: Hijmara tîpên zerdeştî (44 ) tîp bûn. Piştî ziman û ola zerdeştî qelis bû di dema Sikenderê Meqdûnî de Mislmantî hate Kurdistanê ol û zimanê kurdan qelistir bûn. Di dema Sasaniyên Kurd de tîpên Pehlewî yên ji kurdîtiya tîpên Zerdeştiyê hatin {Pêlewanî} geş bû bûn di nav kurdan de, hijmara wan jî 42 tîp bûn, mîna zimanên hebûn di cîhanê de, ew jî bû yê nivîsandin û Çandê li cem kurdan û “Ehmedê kurê WEHŞIYÊ” dibêje” min (30) pirtûk bi pehlewî dîtine û ji wan li şamê hebûn, û di pirtûka xwe de ya binavê ( شوق المستهام في معرفة رموز الأقلام) dibêje: Min du pirtûk ji wan wergirandin Erebî, yek ji wan ser çandina dara xurmeyan bû û ya din jî ser derxistina avê ji binê erdê û avdaniya çandiniyê bû. Lê mixabin di dema Emewyan de li ser destê “Ebdil Melikê Mirwanî” erebkirin bi dijwarî bikar hat û yê jê dijwartir “Hecacê kurê SEQEFΔ bû, ku nûnerê Emewiyan bû li Iraqê, wî hemû pirtûkên pehlewî şewitandin û ya xirabtir berpirsiyarê dîwanê yê kurd “Zadan MEROX” kuşt û yekî Ereb di cihê wî de danî. Li ser zimanê pehlewî “M. Mehemed Xinêmî HILAL” zimanzanê misrî dibêje: Zimanê Pehlewî yê kurdên kevnar e û wata wê gotinê jî zimanê çekdarên mêrxasên kevnar e (Ev di pirtûka Erebî refê yazdehan yê toreyî de di rûpelê 156 de ye, ya hikûmeta Sûrî). Piştî hatina misilmaniyê û tevlîbûna tîpên pehlewî di nav zimanê Erebên cizîra Erebî de, kurdên me bi tîpên Qur’ana pîroz nivîsandin û ta niha beşekî mezin ji gelê kurd pê dinivîse li başûr û rojhilatê Kurdistanê bi navê tîpên soranî yên ku ew in tîpên resen ên Kurdî, ji ber ku ew ji yên Pêlewanî hatine. lê ji ber ku beşê herî mezin ji kurdan di bakûrê Kurdistanê de ye û nêzîkî çanda latînî ye, ew beş bi tîpên latînî dinivîse û hewldan îro dibin ku yek rengê tîpên kurdî hebe ew rengê tîpên latînî be yê ku “Mîr Celadet BEDIRXAN” û zimanzanê ferensî “Rocêr LISKO” li şamê ji (31) tîpî afirandine û cara yekemîn 15/5/1932(z) pê kovara Hawarê hat çapkirin û weşandin, lewre ew roj cejna zimanê kurdî ye. Her sal şahî û mehrecan li wê rojê tên lidarxistin.
Koka zimanê kurdî Arî ye û ew ji malbata Hindo-Oropî ye, û çend devok û zaravên wî jî hene, zaravên serek ev in : 1- kurmanciya jorîn (weke ya me kurdên Rojava) 2- kurmanciya jêrîn(Soranî) 3- kurmancikî yanî Dimilkî yan Zazakî 4- Hewramî 5- kelhorî 6- lorî, û hinek zimanzan dibêjin ku Goranî jî zaravekî kurdî ye û ne devok e. Îro bêtirî /65/melyon kesên kurd bi vî zimanî diaxivin li kurdistanê lê ew hejmar meztir dibe di cîhanê de, lê ji sedemên nejadperestî û stemkarî ew zimanê ku xwedê çêkirî kete bin siha metirsiyê de ku were asmîlasyonkirin yanî helandin, lê miletê kurd li ber xwe da û xwe û zimanê xwe parast. Li vir hêjayî nîşandanê ye em bibêjin: ku rêxistina navnetewî Yonîsko dibêje: Zimanê kurdî yê 26’an e di nav zimanê cîhanê de, yê bi xuertî kes pê diaxivin. Miletên cîhanê şahiyan li dar dixin bi cejna zimanê xwe 21-2yan û em kurd jî bi wan re ahingan li dar dixin di wê rojê de, lê ya taybet ew e ku miletê kurd cejna zimanê xwe jî li dar dixe 15-5an bi helkeftina weşana kovara Hawarê 15-5-1932yan li ser destê hêja “Mîr Celadet BEDIRXAN” bi tîpên kurdî latînî. Lewre ji me tevan tê xwestin bi taybet kesên ser çandê dixebitin wek nivîskar û rewşenbîr û zimanzan û ronakbîr û siyastmedar û kurdên me yên welatparêz tev xwe ji vê roja ku nêzîk dibe re amade bikin û helkeftinê pîroz bikin bi şahî û ahing û semînar û mehrecan û şevbiwêrkên zanistî. Di dawî de zimanê me nasnameya me ye, divê em wî biparêzin ji ber em werin parastin di riya vî zimanî re, wek axaftin û nivîsandin di hemû deran de, bi taybet di malên xwe de ji ber ew dibistana yekemîn e û divê em xwe perwerde bikin li ser vî zimanî û alîkar bin jê re di hemû deran de nexasim perwerda fermî di dibistanan de ber hêvî û xewnên salan yên bûrî bicih hat û zimanê me pêş dikeve wek xwendin û rêzmanî weke yê hemû miletan, lewre divê em jê re xwe biwestînin bi dilsozî çimkî va roja azadiya gelan hat û geya dibin keviran de namîne.[1]