Bibliotheek Bibliotheek
Zoek

Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!


Search Options





Geavanceerd zoeken      Toetsenbord


Zoek
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Verzenden
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Gereedschap
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Talen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mijn account
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
Zoek Verzenden Gereedschap Talen Mijn account
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Over
 Willekeurig artikel!
 Algemene voorwaarden
 Kurdipedia Archivists
 Uw mening
 Mijn verzamelingen
 Chronologie van de gebeurtenissen
 Activiteiten - Kurdipedia
 Help
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 522,737
Fotos 105,763
Boeken 19,697
Gerelateerde bestanden 98,602
Video 1,420
Plaatsen
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: d...
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne...
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdi...
Profesor Heciye Cindi wek ronakbir
Kurdipedia archiveert de geschiedenis van verleden en heden voor de volgende generaties!
Groep: Artikkelen | Artikel taal: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Warderen
Uitstekend
Heel goed
Gemiddeld
Armoedig
Slecht
Toevoegen aan mijn verzameling
Schrijf uw commentaar over dit item!
Aanpassingen
Metadata
RSS
Zoek in Google voor een afbeeldingen voor het geselecteerde item!
Zoek in Google voor het geselecteerde item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Profesor Heciye Cindi wek ronakbir

Profesor Heciye Cindi wek ronakbir
Profesor Heciye Cindi wek ronakbir
1908-1990
Sala 1929-a Hecîyê Cindî bajarê Gumrîyêda (Ermenîstan) Xwendinxana pêdagojiyê (hazirkirina mamosta) temam dike û dibe mamostayê kurd yê xwedî dîplom.
Armanca Hecîyê Cindî çûyîna gundabû, dixwest gundên kurda da mamostatyê bike û pêra jî kurmancya xwe ku sêwîxanêda bîr kiribû bike bîr, berevkirina folkilorêva mijûlbe.
Û bi wan merema berê xwe dide dibistanên gundên kurdan – Qundaxsazê (niha Rya teze) û Camûşvana mezin (niha Elegez) yên ber pala çiyayê Elegezê
Hecîyê Cindî (rûniştî, ji çepê yê sisya) tevî xwendikar –kolxozvanên ciwan. Gundê Camûşvanê, 1930 s.
Hecîyê Cindî zanibû – bona baş xizmeta gelê xwe bike, gotî xwendina xwe berdewamke. Sala 1930-î tê Yêrêvanê û fakûltêta (beşa) Fîlolojiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê da tê qebûl kirinê.
Sala 1931-ê meha pêşin (çile) li Yêrêvanê cihanê da cara yekemîn Xwendinxana kurdî ya Pişkavkazêye pêdagojiyê vedibe. Hema ji wê salê heta meha adarê ya sala 1938-a, heta girtina Hecîyê Cindî , wê xwendinxanê da dersê zimanê kurdî dide.
Dersbêj û xwendikarên Xwendinxana Kurda ya Pişkavkaze. Hecîyê Cindî- cerga jorê, ji aliyê çepê, yê sisya, Zeyneva Îvo- cêrga çara, ji aliyê rastê ya duda. Cêrga sisya ji aliyê çepê yê duda serokê xwendinxanê Biroyê Mamo, yê çara Casimê Celîl. s.1932.
Dersbêj û xilaskirêd xwendinxana kurda yên sala 1937-a. Rûniştîne ser kursiyê: ji çepê Wezîrê Nadirî, Hecîyê Cindî, serokê xwendinxanê Vardan Pêtoyan. Cêrga sisya ji çepê –Emînê Evdal, xwendikar Şawoyê Lêşo, yê hefta xwendikar – Mîroyê Esed.
Sala 1956-a Xwendinxana Yêrêvanêye pêdagojiyê da para kurdî vedibe. Hecîyê Cindî heta sala 1959-a (heta dadana xwendinxanê) li wir dive dersbêjê ziman û wêje yê kurdî.
Hecîyê Cindî wexta ders dayînê, s.1958
Dersbêj û xilazkirêd xwendinxana kurdîye pêdagojiyê. Cerga duda ji aliyê rastê- Egîtê Şemsî, Elîyê Evdilrehman, Hecîyê Cindî, ji aliyê çepê yê duda – Ahmedê Gogê, yê çara Emînê Evdal. Cerga pêşin ji aliyê rastê yê sisya -Têmûrê Teyo, cêrga paşin, ji aliyê rastê yê duda Sîdarê Emîn, ji aliyê çepê- Şamilê Têlî, Egîtê Abasî. s. 1959
Sala 1968-a li zanîngeha Yêrêvanê beşa kurdzaniyê vedibe û li wir heta sala 1976-a (sala dadanê) profêsor Hecîyê Cindî dersbêjê ziman, wêje û folkilora kurdî bûye.
Şekro Mihoyî, Hecîyê Cindî, Meksîmê Xemo tevî xwendkarên beşa kurdzaniyêye ya Zanîngeha Yêrêvanêye dewletê. s.1973
Prof.Hecîyê Cindî ji xwendikarên beşa kurdzaniyê întiyamê hiltîne
Çend xilazkirên wan herdu xwendinxana û Zanîngehê dûarojê bi karên xweye hêja di meydana çanda kurdîda – dereca wêje û rojnamavaniyê da bûne pêşekzanên navdar.
Hecîyê Cindî tevî xwendkarên xweye xwendinxana kurdî, yên salên 1930-î- Zeyneva Îvo, Şawoyê Lêşo. Elîyê Evdilrehman (sekinî, ji çepê yê duda) u Tîtalê Efo, Egîtê Abasî, Ahmedê Gogê (yên salên 1950-î).
Hecîyê Cindî tevî xwendikarên kurd li dibistaneke Tibîlîsiyê, cerga jorê mamosta û nivîskarê naskirî Baxçoyê Îsko, s. 1968.
Hecîyê Cindî bo artîst, spîkêrên radîoyê, mamostên ziman û wêje kurdî — bûye dersbêjê kûrsên kin
Hecîyê Cindî du mehên havînê sala 1941-a û 1942-a kûrsên artîstêd têatroya Elegezêye kurdîye dewletê da dersê zimanê kurdî û zargotina kurda dide. Rojnama “Sosyalîstakan ûxîyov”-da (“Bi riya sosyalîzmê”) tebaxa sala 1942-a em dixûnin: “Kandîdatê fîlologiyê Hecîyê Cindî artîstêd têatroya kurda hînî xisûsiyêd zimanê kurdî, folklora kurda dike”.
Têatroya kurdaye dewletêye li Elegezê. Cêrga pêşin ji rastê yê duda serokê têatroya kurda- Cerdoyê Gênco, rex wî-Nado Maxmûdov, cêrga duda ji rastê yê sisya-Hecîyê Cindî û artîstên têatroyê, s.1944.
Hecîyê Cindî hersal mehekê havînên salên 1946 hetanî 1984-a di kûrsên „Zêdekirina zanebûnên mamosta“-da, ku wezîreta Ermenîsyanêye ronkayê amade dikirin, bûye dersbêj – bo mamostên ziman û edebiyeta kurdî.
Hecîyê Cindî salên 1960-î û 70-î, salêda meh nîvekê ji bo sipîkêrên radiyo ya kurdîye Yêrêvanê – Eznîva Reşîd, Keremê Seyad, Sêvaza Evdo mijûliya li ser hostatiya spîkêryê derbaz kirye.
Karên mamostatyêra tevayî Hecîyê Cindî usa jî bûye xudanê pirtûkên metodîka dersdaînê, rêzmana kurdî û gele pirtûkên dersa
Sala 1932-a ji bo mamostayên zimanê kurdî Hecîyê Cindî pirtûka “Mêtodîka zimanê kurmancî”, lê sala 1935-a gramatîka (rêzmana) kurmancî tevî prof A. Xaçatryan û ûsa jî 33 pirtûkên zimanê kurdî ji bo komên dibistanaye cihê çap kirye. Ji wana hinek çend caran, bi guhastinava hatine weşandinê.
Keda Hecîyê Cindî mezine usa jî di hazirkirina kadrên kurdzaniyêda
…We bi niqobûneke kûr lêkolîn kir û nîşan da dewlemendiyên hunermendiya gelê xweyî hizkirî. Bi vî awayî Hûn di axa zargotinzaniya kurdada rabûn wek dara palûtê.Îro çevê We agirê bextewariyêva tijî dibin bona wan ciwana, kîjan ji axa bi rehên We qewînbûyî bilind dibin.
GAGÎK SARGSYAN, akadêmîk, Dîrêktorê Înstîtûta Pojihilatzanîyêye ya Akadêmîya Ermenîstanê.
…Ez îlahî dixwezim emekê Weyî mezin di sazkirina para kurdzaniyê û kifşkirina dereca kurdzaniyê, rast rêkirina profîla wêda bidime kifşê…
…Û îro eger Ermenîstanêda rewşenbîrên kurda hene, wê yekêda emekê We geleke.
NÎKOLAY HOVHANÎSYAN akadêmîk, rojhilatzan
Hecîyê Cindî gelekara bûye serkar di nivîsarên têzên wane derecên zaniyaryêye başqeda, bûye oponent, şêwirdar, bi fikirên xweye xêrxweziyê piştgirya gelek pêşekzanên kurd kirine. Ji wanin – Nûrê Polatova (N. Polatova têzên xwe li ser folkilora kurdî temam nekir), Şamîl Eskerov, Şikoyê Hesen, Kinyaz Mîrzoyêv, Çerkeze Reş, Nûra Cewarî, Memoyê Xalit û gele xandkarên PhD ji Kurdistana Îraqê, ku li Rûsîayê dixandin. Usa jî, ewî çend kurdzanara, ji bajarê Lenîngradê (naka S. Pêtêrbûrg), bona sitendina navê doktoriyê fikirên xweye başe piştgiriyê şandine.
Arşîva Hecîyê Cindî da 40-î zêdetir nivîsarên usaye cihê hene.
Hecîyê Cindî tevî Kurdzanên Lênîngradê (S. Pêtêrbûrg). Rûniştine: ji aliyê çepê –Marûf Xeznedar, Hecîyê Cindî, Sêda Rûdênko, Qanatê Kurdo, Wezîrê Eşo. Sekinîne: ji aliyê çepê- Ordîxanê Celîl, Şikoyê Hesen, Meksîmê Xemo, Celîlê Celîl, s.1960.
Hecîyê Cindî gelek sala bûye Endemê çend şewrên Instîtûtên Akadêmiya Ermenîstanêye zaniyariyê: Instîtûta Edebiyetêye ser navê M.Abêxyan (1964 – 1975), Înstîtûta ziman ser navê H. Açaryan (1964-1976), Instîtûta Rojhilatzaniyê (1959- 1990), ya fakûltêda (beşa) Rojhilatzaniyê ya Zanîngeha Yêrêvanêye dewletê (1968-1976). Li wir ew usa jî di nava wê şêwrê da bû, ya ku derecên zanyariyê dida pêşekzana.
Hecîyê Cindî oponêntê çend kesên ermenî bûye û di wê şêwrê da bi dengdayîna wî jî gelek pêşekzanê ermenî bûne berendem û doktorên zaniyariyê.
Sala 1934-a Hecîyê Cindî ji bo karê nehêvişandî di dereca hildana nexwendîtiyêda bi Hurmetnama komara Ermenîstanê tê rewakirinê.
Sala 1935-a dibistana gundê kurda Berroj (Dûzkend) li Ermenîstanê dikin ser navê Hecîyê Cindî. Pey girtina wîra (1938) ew nav hildidin.
Sala 1974 –a ji bo giringiya karê wî yê pêdagojiyê Hecîyê Cindî bi Mêdala ser navê ronakbîrê ermenîya yê meşûr Xaçatûr Abovyan tê rewakirinê
Bi tomerî, ji terefê hukumeta Sovêtê Hecîyê Cindî ji bo karê xweyî pir mezin, helal û xwenehêwişandî di dereca pêşdabirina kurdzaniyê û di warê çanda kurdîda bi 2 Ordêna – „Nîşana hurmetê“ û „Dostiya cimeta“, 8 Mêdala, 3 nîşana u 10 Hurmetnemava hatiye rewakirinê.
Firîda Hecî Cewarî
www.kurdist.ru[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,531 keer bekeken
HashTag
Bronnen
[1] Website | کوردیی ناوەڕاست | kurdist.ru
Gerelateerde bestanden: 1
Gekoppelde items: 2
Biografie
Datum & Gebeurtenisen
Groep: Artikkelen
Publication date: 14-04-2013 (11 Jaar)
Boek: Dagboek
Soort document: Originele taal
Technical Metadata
Item Kwaliteit: 99%
99%
Toegevoegd door ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) op 02-01-2022
Dit artikel is beoordeeld en uitgegeven door ( ڕۆژگار کەرکووکی ) op 02-01-2022
Dit item is voor het laatst bijgewerkt door ( ڕۆژگار کەرکووکی ) op: 14-06-2024
URL
Dit item is volgens Kurdipedia's Standaarden nog niet afgerond en verder moet het herzien/aangepast worden!
Dit item is 1,531 keer bekeken
Attached files - Version
Type Version Toegevoed door
Bestaandsfoto 1.0.111 KB 02-01-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Biografie
Araz Talib
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Biografie
Shene Baban
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek

Actual
Plaatsen
Mardin
25-08-2012
هاوڕێ باخەوان
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
23-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 522,737
Fotos 105,763
Boeken 19,697
Gerelateerde bestanden 98,602
Video 1,420
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Biografie
Araz Talib
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Biografie
Shene Baban
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Folders
Bewijsstukken - Provincie - Buitenland Bewijsstukken - Soort document - Originele taal Bewijsstukken - Dialect - Nederlands Bewijsstukken - Steden - Afreen Bewijsstukken - Document style - Gedrukt Bewijsstukken - Provincie - Turkij Bewijsstukken - Provincie - West Koerdistan Bewijsstukken - Partij - PIJAK Bibliotheek - Provincie - Buitenland Bibliotheek - Boek - Dagboek

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Contact | CSS3 | HTML5

| Pagina wordt gegenereerd in: 0.39 seconde(n)!