Navê pirtûkê: Waneyên Muzîkê
Navê nivîskar: Kamîran Îbrahîm
Cihê çapkirina pirtûkê: Diyarbakir
Navê çapxaneyê: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Sala çapê: 2012
[1]
1. Pênaseya Muzîkê: Ji hevgirtina wan dengên lihev ku di derûna mirovî de afirîn pêk tê û di jiyana mirovan de berbiçav dibe. Bêjeya muzîkê ji bêjeya bi Yewnanî “miyuz’ê tê ku “miyuz” di efsaneyên Grekan(Yunana Kevnar) de yek ji xwedawendên helbestê ye.
Wateya terma muzîkê di roja îroyîn de ji ya serdema kevnar cuda ye, ji ber ku peyva muzîkê ji aliyê Grekan ve, bi wateya hunereke berfireh dihat bikaranîn û ji gelek warên hunerê; helbest, sema, şano, stran û amûrlêdanê pêk dihat, lê di serdema me de, tenê ji bo stran, kilamgotin û lêdana amûrên cur bi cur tê bikaranîn.
2. Muzîk Zimanekî Cîhanî ye: Çawa ku zimanê axaftinê yê asayî ji bo rastnivîsa peyv, hevok, babet, rapor û...hwd xwedî tîp û nivîsên taybetî ye, zimanê muzîkê jî ji bo nivîsandina awaz û parçeyên muzîkê, xwedî nîşaneyên taybet e û ew nîşane jî bi nîşaneyên muzîkê, dengên muzîkê yan jî pileyên muzîkê têne binavkirin.
Lees het boek: Waneyên Muzîkê
Aantal keer gedownload:
188 Wij willen graag alle schrijvers, vertalers en uitgevers het verzoek doen om ons te informeren waneer ze niet mee eens zijn dat hun boeken via Kurdipedia gedownload worden.
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,472 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!