Navê pirtûkê: Kurd – miletê jixwemezintir
Navê nivîskar: Arif Zêrevan
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Hîvda İletişim
Sala çapê: 2021
[1]
Arif Zêrevan, rojnamevan û nivîskarekê zimanzelal, fikirzelal, helwêstzelal û konkret e. Ew bi rengdêran û bi hevok û komekên pasîv li dora mijaran naçe û nayêt. Ew, gotina xwe, fikra xwe û helwêsta xwe bi zimanekê yekser û bêvedan dinivîsîne. Vê kitêbê bixwîne, tu dê bi ruhê zimanê kurdî bihesî, tu dê bi helwêsteka siyasî ya jixwepiştrast bihesî. Arif Zêrevan hişê xwe û qelema xwe di asteka bilind de bi kar tîne û behsa miletê kurd yê jixwemezintir dike.
Ev kitêb behsa çîroka siyasî, civakî û kulturî ya 20 salên dawiyê ya miletê kurd dike. Kurdistan dagirkirî be jî kurd hêdî ne miletekê bi gotina klasîk »bindest« in. Kurd di meydana siyasî û stratejîk ya cîhanê de hêdî aktor û xudangotin in. Gotina kurdan gelek caran ji gotina dewletan qedirbilindtir e.
Let op: Er is geen PDF-bestand in Kurdipedia voor dit boek beschikbaar, help Kurdipedia om dit bestand te verkrijgen! Boek verzenden Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,119 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!