Teyîmûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a #Kurdistana Îranê# ragehand, rejîma Îranê hertim bêrêzî bi peyîrewên ayîniyan kiriye û ev bêrêzîkirinane bi ola Yarî bandoreke nerênî li ser hibijartinê tê hebe.
Piştî ev ku du hevwelatiyên Yarsan seba bêrêzîkirina rejîma Îslamiya Îranê bi ayîna Yarî agir bi xwe berdan û di encam de yek ji wan mir û evê din ji saxlemiya vî nebaşe, narizayetî û xwenîşanda ji bajarê Sehne û cihên din çêbû. Malpera Kurdistanmedia bi hevce zanî ku li ser vê pirsê li gel Teyîmûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hevpeyîvînek biket.
Rêzdar Teyîmûr Mistefayî li vê pêwendiyê de got: Diyare di nav rejîma Îslamiya Îranê de bêrêzîkirin bi ayînan û bi kesan tûştekî teze nine û dîrokekî dûr û dirêj di nav sîstema rejîma Îranê de heye û herweha got: Çend sal berî niha jî em şahîdê vê ne ku li bajarê Mîyandav û Urmiyê jî bêrêzî bi ola Yarî kirin.
Mistefayî eva jî anî ber bas: Rejîma Îranê bi wan karane dixwaze vî olê bi fermî nenase û wusa ji Yarsanan bike ku ji ola xwe peşîman bin û her çend heya niha bi giştî nekarîne bandor li ser civaka Yarsanan hebe û Yarsanan jî li pişkekî zaf ji Kurdistanê de ne û cihên û pêgeha tayîbetiya wan heye.
Endamê Deftera Siyasî a PDK Îran ji ber evê Yarsan çend qatin zilm ji wan tê kirin çumku Kurdin, eva anî ser zimn, ev bîr û baweriye bi tewahî raste, Yarsan ji ber vê ku Kurdî û ola van Yarî ye bi berdewamî zilm ji van têkirin û niha jî wusa lê hatiye ku rejîma Îranê yarî bûn bi sûçek mêze dike û bi hemû avayekê ku hevce be berengariya gelê Kurd dibît û li vê rêyê de dixwaze Yarsanan ku pişkek ji netewa Kurdin ji naw bibet û asimîle biket.
Birêz Mistefayî pêwendî bi geşedana narizayetiyan li ser vî bawerê ye, Yarsan û peyrewên ola Yarî hevceye vê bêrêziyê ba avayeke hemû aliyan bi xwe bên û hemberî ev zilm û zoriyane bisekinin û hevceye ev hereketa xwenîşandanê ji aliyên xelkên bajarên din jî pşêvazî bihêkirin û ev herekete di paşeroj de çiqvedayî dibe.
Hêja Teyîmûr Mistefayî di lihevdana xwe de bo malpera Kurdstanmedia got: Ev bêrêziye bêguman kargeriya xwe li ser hilbijartinên rejîma Îranê de hebe û bandora xwe li ser Yarsanên Hemadan, Qesra Şîrîn, Dalaho, Miyandav, Kirmançan û Sehne û cihên din yê Kurdistanê hebe û Xelkê van cihane baweriyeke wusa bi vî rejîmê namîne.[1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,383 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!