Bi hilkefta 25`ê Gelawêjê û yekgirtina herdu aliyên Demokratan, #kurdistaniyan# di deverên cuda yên #Rojhilatê Kurdistan# û Îranê de kêfxweşiya xwe di vê derheqê de dan xuya û çalakî lidar xistin.
Li rêkefta 29 li ser 30`ê meha Gelawêja sala 1401`an a Rojî, endamên nehênî yên PDKÎ li bajaroka Dizeya Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê bi hilkefta 25`ê Gelawêjê û herwisa yekgirtina herdu aliyên Demokratan çalakî lidar xistin.
Endamên PDKÎ bi belavkirina trakt û posterên taybet bi 25`ê Gelawêjê û belavkirina peyama yekgirtina herdu aliyên Demokratan, çalakî lidar xistin û şahî û kêfxeşiya xwe di vê derheqê de nîşan dan.
Herwis li bajarê Tehranê jî, bi hilkefta 25`ê Gelawêjê û yekgirtina refên Partiya Demokrat, endamên PDKÎ peyama pîrozbahiyê belav kirin û şahî û kêfxweşiya xwe di vê derheqê de nîşan dan.
Wan tevî şandina silav bo canê paqij yê şehîdan, soza xwe nû kirin ku heta dawiyê li ser rêbaza Demokratê pêdegiriyê dikin û vê dozê ber nadin.[1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 945 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!