Li gor rêxistineke Duhok a #Herêma Kurdistanê#, tenê di 3 hefteyan de, zêdetir ji 3 hezar Êzidiyên di nava kampan de, penaberî welatên derve bûne û piraniya wan gihîştine Yunanistanê li benda gihîştina Ewropayê ne.
Rêxistina Elind ya Demokratkirina Ciwanan li Duhokê eşkere kir ku di 3 hefteyên borî da, 3 hezar û 53 Êzidiyan rêya koçberiyê girtiye û çûne derveyî welêt.
Li gorî wê rêxistinê, 1883 kes gihîştine Ewropayê û 1170 kesên din li Tirkiye û beravên Yunanistanê mane û dixwazin xwe bigihînin wî welatî da ku biçin welatên din yên Ewropayê.[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,461 keer bekeken