#Ebdurrezaq Bedirxan# xwedî çîrokek balkêş e di serê sedsala 20'an de. Niha kovara #Kurt Tarîhî# ew xistiye berga xwe ya vê hejmarê.
Kovara Kurt Tarîhî ku sê mehan carek bi tirkî û kurdî derdikeve bi hejmara xwe ya 48'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Ev hejmara kovarê ya avrêl-gulan-pûşper hinek bi derengî derket. Kovarê vê hejmarê de Ebdurrezaq Bedirxan xistiye berga xwe. Lêkolîner û zimanzan M. Malmîsanij bi sernavê #Mohra 'Qomîta Kurd'# a bi dîroka 1914'an û Têkoşîna Ebdurrezaq Bedirxan nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Nivîseke din a li ser Bedirxaniyan jî ji aliyê Vahap Çoşkun ve hatiye nivîsîn. Coşku wekî mînakek ji bo neteweperestiya kurd Emir Bedirxan nîşan daye û nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Ji nivîsên din Mehmet Şimşek li ser keldanî û suryaniyên Amedê nivîsa xwe nivîsiye. Şimşek bi ser rojnameyên ku li Amedê bi tîpên suryanî derketine mijara xwe girtiye dest.
Engin Korkmaz jî li ser nastûriyên Culemêrgê nivîs nivîsiye û ketiye nava dîroka wan.
Ji bilî ev nivÎsên bi tirkî, di vê hejmarê de du nivîsên bi kurdî cih girtine. Ji wan Rohat Alakom bi sernavê Cimaet distrê û govendê digerîne (Komên kilam û reqasê li Sovyetê) berê xwendevanan dîsa dide kurdên Sovyetê û çanda wir. Nivîsa din jî Nihat Gultekîn nivîsiye ku wî jî berê xwendevanan daye kurdên Sovyetê. Gultekîn bi sernavê Dengbêjê dengbêjan yê Radyoya Yêrêvanê: Reşîdê Baso nivîsa xwe belav kiriye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
GSM 0541 391 81 49
E-mail kurttarihi2017@gmail.com / www.kurttarihidergisi.com
[1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,180 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!