Pirtûka 'Perwerde û Hînkirina Kurdî: #Tecrûbe-Model-Pêşniyaz#' ji Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (ÎBV) derket. Di gotarên pirtûkê de ji bo kurdî li ser modelên cur bi cur hatiye sekinîn.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi navê Akadimeya Payîzê ya 2020'an rêzeders dan dest pê kirin. Di vê xebatê de Nurettin Beltekîn, #Ronayî Onen#, M. Şerif Derince, Dr. Hewa Salam Khalid, Şehmus Kurt, Selda Araz û Ronya Bewran ders dan. Ew ders wekî pirtûkek hatin amadekirin û pirtûk hat belavkirin.
Di pirtûkê de mijarên wekî Ji Alîyê Felsefeya Perwerdeyê ve Perwerdeya Kurdî (Nurettin Beltekin), Perwerdeya Zimanî Di Aktîvîzma Zimanî Da; Tecrûbeya TZPKURDÎ (Ronayî Onen), Modelên Perwerdehiya Pirzimanî û Rewşa li Tirkiyeyê ji bo Kurdî (#M. Şerif Derince),# Kurdînivîsîn û Perwedehî bi zimanê Kurdî li #Başûrê Kurdistanê# (Dr. Hewa Salam Khalid), Tecrûbeya Enstîtûyên #Zimanên Zindî# Li Tirkiyeyê: Mînaka Esntîtûya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê (Şehmus Kurt), Perwerdeya Kurdî Wekî Derseke Hilbijartî: Bi Dîtina Malbat, Xwendekar û Mamosteyan (Selda Araz) û Analîza Pirtûkên Dersan ên Kirmanckî (Zazakî) (Ronya Bewran) cih digirin.
Weqfê Îsmaîl Beşîkçî di bin edîrotiya Dr. Sehmus Kurt de ew xebat wekî pirtûk amade kiriye û pêşkêş kiriye. Yên bixwazin bê pere dikarin ji cem ÎBV'ê pirtûkê bi dest bixin.
- Perwerde û Hînkirina Kurdî: Tecrûbe-Model-Pêşniyaz / ÎBV / 143 rûpel / 2021
[1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 913 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!