Bi fermana dadwerê Dadgeha Tawanan a #Kerkûk# a #Başûrê Kurdistanê# li gorî madeya 406 a yasaya cezayê ya Iraqê, 3 kesên ku bi tohmeta destdirêjî û kuştina Eyûb Ehmedî ya 8 salî hatibûn girtin, dê bên darvekirin.
Çavkaniyekî ji Dadgeha Kerkûkê îro Çarşemê danê sibê ji Rûdawê re ragihand, “Bavê Eyûb ê ku efserekî polîs e, li parêzgeha Selahedînê ew tohmetbar girtine.”
Çavkaniyê ji Dadgeha Kerkûkê got, “Yek ji tohmetbaran xwarzayê wî bû ku di kamêrayên çavdêriyê de derketiye û bi alîkariya du kesên din ew zarok revandine.”
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji Rûdawê re ragihandibû, “Piştî ku şeva borî çend çekdarên nenas li taxa Xezra ya Kerkûkê kurê efserekî asayîşê revandin û kuştin, îro hêzên me ew kes desteser kirin.”
Zarokê bi navê Eyûb ê ku xwendekarê pola duyemîn bû, li Taxa Xezra ya Kerkûkê dema ku diçû mala xwe, ji aliyê kurê xaltiya xwe ve bo cihekî nediyar hat birin û piştî rojekê li derdora bajarê Kerkûkê cenazeyê wî hat dîtin.[1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,430 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!