Gava ku mirov li nav gund û gundewarên #kobanî# digere, rastî gelek kevneşopî, bermahiyên kevnar, adet û teqalîdên gundan tê ku hîna jî li ser piyan mane û xelk pê ve girêdayî ye. Me jî xwest carinan di xelekên xwe de ronahiyê bidin ser wê yekê û çanda gundewariyê bi urf û adetên xwe ve, bi şopînerên xwe re parve bikin.
Ji wan bermahiyên kevnar ku roja îro bûne mîna entîke û muzeyan, dîmenekî gelekî xweşik didin xwezayê. Em ê jî vê carê ku ji wan re qub, an kulik û xanoyên kevin tê gotin bi we bidin naskirin. Dîroka avakirina van Quban her çiqas nehatibe zelalkirin jî, lê dîroka wê vedigere sedsalan û li ser destên bav û kalan hatine çêkirin û lêkirin. Ji ber ku lêkirina quban an jî jê re tê gotin malên kelpîçî tenê pêwîstiya xwe bi av û ax, ka û dîregan heye.
Qupên gundewarên Kobanî ne tenê ji aliyê çandî ve xwedî girîngiyekê ne, her wiha ji ber ku li herêmê di dîrokê de gelek ji wan malan hatine çêkirin, di heman demê de mirov dikare wekî bermahiyên dîrokî jî pênase bike. Ev qup ne tenê li Kobanî, li herêmên kurdistanê yên dîtir jî dikare werine dîtin. Qup an jî malên kerpîç yên ku li gundewarên Kobanî hatine avakirin, wekî odeyên ku bi hev ve hatine girêdan hatine ava kirin. Di her malekê de bi 4-5 quban ve bi hev ve hatine girêdan. Tê gotin ku di serdemên berê de, di her qupekê de malbatek jiyaye, lewma jî bi saya vê yekê malbat û xizim ji hev dûr neketine.
Ya din taybetmendiyeke van quban heye ku di havînan de hênik e û di zivistanan de jî germ e. Mirov û extiyarên gundewarên Kobanî, di roja em ya îro de xweziyên xwe bi rûnişkandina di wan Quban de tînin û qîma xwe bi wan malên bilokî û avahiyên bilind nayînin.
Di nav van dîwarên Quban de, gelek bîranîn, çîrok û çîrvanokên veşartî yên bav û kalan hene. Di wan quban de gelek jin û canikan derd û kulên xwe bi hev re parve kirine. Gelek dengbêjên mîna Mişoyekê Bekebor, Bozan Ehmedê heta bi Baqî Xido çîrok û destanên evînî û lehengiya kurdan gotine.
Ji ber ku di serdemên berê de kehrebe tunebûye, malên ku hatine avakirin li gorî wan şert û mercan hatine avakirin. Li jor wan quban qulek hatiye hîştin. Bi saya bi qulkê hem tîrêja royê xwe ber dide hundir û di odê de ronî didin û hem jî bi riya qulikê, dûyê di hundir de derdikeve derve. Her wiha gundiyan digotin ku me Qupên xwe her du salan carekê siwax dikir, da ku Qub hilneweşe.
Her çiqas xerca avakirina van Quban li gor bêderfetiyan dihate avakirin jî, gelek faydeyên wê hene. Ji ber ku xerca avakirina van quban ji xwezayê tê, lewma tu zirarê nade xwezayê û mîna parastinekê ye.
Di roja me ya îro de ew Qub, kilox û malên kerpîçî êdî nayên bikaranîn, lê hem wekî nîşaneyeke dîrokî tê naskirin û hem jî wek parastina çand û kevneşopiyên kurdan tê nîşandan. Ev reng hem di bîra welatiyan de, hem jî di rûpelên dîrokê de wekî çand û kevneşopiyeke zindî cihê xwe digirin.
[1]