Şehîd Yilmaz ê li ser banga rizgariya welat kete ser rêya têkoşînê û şehîd bû, ne navê wî û ne jî çeka wî li erdê ma. Têkoşîna azadiyê ya Yilmaz heta serketinê wê bidome.
Bi destpêka Şoreşa Rojava re, ciwan û malbatên welatparêz ref bi ref cihê xwe di nava şoreşê de girtin û berdêlên giranbuha ji bo welat dan.
Şehîd ew in ku bi berxwedana destanî ya ku bi xwîna xwe nivisandine dengê Şoreşa Rojava di qadên nevneteweyî de vedan û destkeftiyên mezin bi dest xistin.
Ev destkeftî li gorî xweşiya hêzên hegemonîk, di serî de dewleta Tirk a dagirker nehat. Ji ber vê yekê bi rê û rêbazên cûda hewl dide destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser têk bibe. Yek ji van rêbazan jî hedefkirina pêşengên şoreşê ye.
Di 27ʹê Îlona borî de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a biçek erebeya hevserokên Nivîsgeha Dad û Çeksaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero kir hedef û ew şehîd xistin.
Yilmaz Şero (Şêro) sala 1988ʹan li taxa Qenat Siwês a dikeve rojhilatê bajarê #Qamişlo# jidayik bû.
Yilmaz Şero di nava malbateke welatparêz de mezin dibe ku di sala 1986ʹan de tevgera rizgariya Kurdistanê û ramanê rêber Abdullah Ocalan nas dike û ji kadroyên tevgerê bi bandor dibe. Li ser vê yekê Yilmaz Şero soza têkoşînê dide û bi belavkirina belavokan gel bi armanc û rêgezên tevgerê dide nasîn.
Yilmaz birayê mezin yê 7 xuşik û birayn e. Ji ber rewş û mecên madî yên malbatê nikarî xwendina xwe temam bike û bi bavê xwe re barê malbatê hildigire. Yilmaz di gelek qadan de wekî avahîsazî û ajokariyê kar dike. Di sala 2015ʹan de dizewice û dibe bavê du zarokan.
Yilmaz Şero ji zarokatiya xwe ve bi rihê xwe yê têkoşîn, hezarkirina welat û çalakbûna xwe dihat nasîn. Bi malbat û hevalên xwe yên zarokatiyê re gelekî girêdayî bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe hezkirina xwe di dilê derdorê de ava kir.
Bi destpêka Şoreşa 19ʹê Tîrmeha 2012ʹan ve, bi gelek kesan re Hêzên Ewlekariya Hundirîn ava dike û 7 salan xebatên rêxistinkirina vê hêzê didomîne. Piştre di rêvebirina girtîgehên Elaya, Til Marûf û Navkurê de dixebite. Herî dawî dibe hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Dad û Çeksaziyê ya Herêma Cizîrê û derbasî gelek dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî dibe.[1]