Ciwanên Minbicê bi şanoyeke bêdeng bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxê Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya li hember bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê şanoyeke bêdeng li ser rêya Helebê pêşand.
Ciwanan pankartên bi nivîskên Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê, Şirîkên êrişên kîmyewî wê berdêl bidin û HPGʹê îradeya me ye, bijî berxwedana HPGʹê hatin hildan. Di çalakiyê de ciwanan mask û cilên parastina ji çekên kîmyewî û yên qedexekirî li xwe kirin û wêneyên 17 gerîlayên ku bi êrişên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, rakirin.
Ciwanan şanoyeke bêdeng ku balê dikişîne ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî.
Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Ehmed El Cemîlî li ser armanca çalakiyê û armancên dewleta Tirk a dagirker ji zêdekirina şerê li dijî HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê, axivî.
El Cemîlî destnîşan kir ku berxwedana HPG’ê planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk birin. Her wiha got, dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan derbên giran dixwe, ji ber vê yekê serî li çekên kîmyewî yên qedexekirî dide.
Çalakî bi gera ciwanan a li nav kolanên bajêr û berzkirina siloganên “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.[1]
ANHA
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 2,958 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!