Li #Sêrt#ê bi navê BOTAN-DER komeleyeke lêkolîna li ser ziman vebû ku komele dê li ser #zimanê kurdî# xebatên xwe bidomîne.
BOTAN-DER îro li Kolana Yeni Hastane ya Taxa Bahçelievlera Sêrtê bi merasimek vebû. Mebûsê HDP'ê yê Sêrtê Sidik Taş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê,endamên Kesta Sêrtê, ÎHD, Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekin û gelek kesên din di dema vekirina komeley^ede amade bûn.
Dayikên Aştiyê kurdeleya vekirina komeleyê birîn. Mebûsê HDP'ê Taş axivî, liser girîngiya kurdî sekinî û bang li her kesî kir ku di her qadê de zimanê xwe bikar bînin.
Hevseroka HDP'ya Sêrtê Hatice Tay jî diyar kir ku ziman kevira bingehîn a civakê ye û got ku divê ziman gavek zûtirîn bibe zimanê perwerdehiyê.
Hevserokatiya BOtan-DER'ê dê Metin Kiliçaslan û Sara Turhan bikin.[1]
MA
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 619 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!