Hiqûqnasan da zanîn ku saziyên navneteweyî û di serî de Neteweyên Yekbûyî berpirsên sûcên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan e.
Sûcê dewleta Tirk a dagirker ê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, hîn jî mijara aliyên hiqûqî ye. Hiqûqnas diyar dikin ku bikaranîna vî cureyê çekan li dijî qanûnên navneteweyî ye.
Têkildarî mijarê hiqûqnas û şêwirmendê qanûnî yê Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbic û gundewarên wê Mihemed Şêxo diyar kir ku çekên kîmyewî di qada navneteweyî de çekên qedexekirî ne, ji ber karîna wê ya qetilkirin û hilweşandinê û bandorên wê yên hilweşîner ên ku li sînorekî nasekine û ji bo demeke dirêj didome.
Şêxo da zanîn ku bikaranîna van çekan ne qanûnî û qedexe ye û wiha domand: ʹʹPeymaneke navneteweyî heye ku di sala 1992'yan de hatiye îmzekirin, naveroka wê jî depokirin û bikaranîna van çekên kîmyewî qedexe ne. Ev peymana navborî jî di sala 1997'an de ketiye meryetê.
Şêxo diyar ki ku li gorî vê qanûnê, kesên ku qanûn û peymanan paşguh dikin, divê werin muhasebekirin û got: Paşguhkirina û hiştina dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî li ser Herêmên Parastinê Medyayê bi kar tîne, bê hesab van qanûnan li ser kaxezê dihêle.
Şêxo îşaret pê kir ku ne ji bêdengî û hevkariya navneteweyî û herêmî be dewleta Tirk a dagirker cesaret nedikir ku çekên kîmyewî bi kar bîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: Divê Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li gorî qanûnên xwe tevbigerin ku dibêjin, nabe ev çek li cem ti aliyan hebin û yên bikar tînin jî hesab ji wan bê xwestin.ʹʹ
Parêzer Îbrahîm El Maşî jî da zanîn ku ji sala 2019'an ve dewleta Tirk a dagirker bi komkujiyên ku pêk tîne û bikaranîna çekên kîmyewî, dev ji sûcên şer ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên Başûrê Kurdistanê bernedaye û diyar kir ku ev sûc jî encama bêdengiya navneteweyî ne.
El Maşî destnîşan kir ku bêdengiya dewletên herêmî û navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û hiştina dewleta Tirk bê hesabxwestin, hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re nîşan dide û got: ʹʹ#Çekên kîmyewî# ji aliyê Amerîka, Almanya û Fransa ve tên çêkirin. Ew wan difiroşin û bikaranîna wan li dijî hêzên gerîla rewa dikin.[1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 2,524 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!