#Amed# (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya #Baurê Kurdistanê# 4emîn Pêşengeha Xwarinan a #Mezopotamya# destpê kir. Pêşengah ji aliyê Jûra Bazirganî û Parêzgeriya Amedê ve tê lidarxistin. Bernameya destpêkirina pêşangehê de Parêzgerê Amedê Alî îhsan Sû, Serokê Jûra Bazirganiya Amedê, Şaredarê Bajarê Mezin yê Hatayê, rêvebir û nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn.
Li Amedê Çaremîn Pêşengeha Xwarinên Herêmî ya Mezopotamya destpe kir. Pêşengeha ku ji aliyê Jûra Bazirganî û Parêzgariya Amedê ve hatiye lidarxistin de îsal ji 55 bajarên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê,167 kompanî û saziyên xwarinê bi tehm û berhemên xwemalî beşdar in.
Serokê Jûra Bazirganiya Amedê Mehmet Kaya got “Ev der Mezopotamya ye, rawestgeha tehman e, nîşaneya vê yekê jî pêşangeha gastronomiyê ya xwarinan e. Em bi çavek bazirganiyê li gastronomiyê dinêhêrin. Ji ber ku em girîngî didin bazirganî û geştiyariya vê heremê em pêşengehan lidar dixin. Di vir de hedefa me ne tene ev bajar e. Armanca me ew e ku di nav demê de em hemû tehmên vê heremê, Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistana Îranê di yek xalek de bînin ba hev. Xebatên me bo vê yekê ne.”
Mêvanê rûmetê yê pêşangeha îsal Bajarê Hatayê û mitbexa wî bajarî ye ku ji wxarinên cûr be cûr yên wî bajarî li tezgehên pêşengehê hatine xemilandin.
Hostayê kunefeyê Ebdirehîm Gozubuyuk dibêje “Em kunefeya Hatayê li pêş digrin. Kunefeya Hatayê nîşaneya erdnîgariyê girtiye ku bi penêr tê çêkirin, bi qedayîf tê çêkirin. Em hatine vir ku deven Diyarbekiriyan şîrîn bikin.
Aşpêj Hesen Ateş diyar kir “Ez hostayê qeliyê Hesen. Ez ji Medenê hatime, em heta roja Yekşemê li vir in ez dixwazim hûn werin.”
Cîgerpêj Munîr Ergîn anî ziman “Cîgerê me awha ye. Înşelah yê ku tehm bikin dê biecibînin.”
Endamê Jûra Bazirganiya Urmiyê got “Em wek nûneratî bi fabrîkeyên ku berhemhinerin ji Urmiyê hatine ji bo danûstendina bazirganî bi Amedê re.”
Di pêşengeha ku yê şeş rojan dewam bike de şefên naskirî û akademisyen yê beşdar bibin û wek hevpeyvîn, pêşbazî û atolyeyên çêkirina xwarinan çalakîyên cûr be cûr yên werin lidarxistin.[1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,431 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!