Xwandekarên zanîngeha “#Kurdistan#”ê ya bajarê “Sinê” îro Şemî 28`ê Xezelwerê bo piştevanîkirin ji bajarên #Rojhilatê Kurdistanê# ku serhildan têde berdewam in û rojane çendîn xortên me tên şehîdkirin li zanîngehê serhildan û li dijî rejîmê xwenîşandan kirin.
Xwandekaran di hewşa zanîngehê de wêneya “Qasim Silêmanî” yê terorîst anîne xwarê û şewitandin û herwisa li dijî rejîma melayan silogan dan.
Herwisa li zanîngehên bajarên Îranê jî xwandekarên zanîngehên “Tehran, Tewrêz,Gîlan, Esfehan, Şîraz” û çendîn zanîngehên bajarên Îranê li dijî rejîma dictator a Îslamî ya Îranê xwenîşandan kirin.[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,195 keer bekeken