Bi beşdariya gelek nivîskar, lêkolîner û rojnamevanên ji çend welatên Ereban û Ewropayê, Akademiya Siyaset û Fikirên Demokratîk û Rêxistina Geşepêdan û Pêşxistinê dê îşev foruma diyalogê li dar bixin.
Akademiya Siyaset û Fikirên Demokratîk û Rêxistina Geşepêdan û Pêşxistinê bi sernavê Bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê di bin agirê êrişa Tirkiyê de ne îro saet di 19:00`an de bi rêya Zoomê forumeke diyalogê li dar bixin.
Di forumê de dê “têkiliya teqîna Stenbolê bi bombebarankirina Bakurê Sûriyê’, Armanca Tirkiyê ji vê bombebaranê’, ‘Encamên dagirkeriya #dewleta Tirk#’, ‘Rewşa terorê li gel mêtingeriya dewleta Tirk’ û ‘Ji bo pêşîgirtina li êrişên dewleta Tirk, divê çi bê kirin’ weron nîqaşkirin.
Mêvanên forumê ev in: Ji Misirê pisporê kar û barên Tirkiyê Dr. Kerem Seîd, ji Hollandayê nivîskar û rojnamevan Talib Îbrahîm, ji Misirê lêkolîner û dîroknas Elî Ebû El Xêr, ji Misirê mamosteyê lêkolînên Îran û Asyayê yê Zanîngeha Tenta Dr. Mîdhet Hemada, ji Sûriyê bijîşk û nivîskar Ehmed El Durzî, ji Lubnanê rojnamevan û çalakvanê siyasî Mehmûd El Feqîh, ji Misirê endamê Sendîkaya Parêzeran Dr. Ehmed Receb, nivîskar û rojnamevanê filistînî Mistafa El Zewatî, rojnamevanê ji Misirê Ehmed El Emîd, ji Yemenê serokê Rêxistina Yemen Destpêkê Ebdulkerîm El Unsî, ji Sûriyê jî nivîskar û rojnamevan Sarkîs Kassargian, ji Fransayê bijîşk û nivîskarê siyasî Xeyas Neîse, nivîskar û akademîsyenê sûrî Dr. Mûhîb Salha, ji Misirê rojnamevanê pisporê kar û barên erebî Mistefa Enber. Her wiha ji Misirê rojnamevan û lêkolînerê komên terorîst Elî Receb, cîgirê serokê Navenda Erebî bo Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî, ji Çadê serokê Tevgera Teşadî ya Gel Ebdulbaqî Mihemed, ji Almanyayê jî serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê Fîras Qesas. Balyozê berê yê Misirê li Iraqê Şerîf Şahîn, ji Misirê jî nivîskar û lêkolînerê siyasî Ramî Zuhdî û damezirînerê Eniya Navendî û pisporê tevgerên cîhadîst Sebra El Qasimî.[1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,866 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!