Hevserokê Şaxa #Diyarbekir#ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (#HDP#) Zeyyat Ceylan jî di nav de, 47 kes li Diyarbekirê hatin binçavkirin.Hevserokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan jî di nav de, 47 kes li Diyarbekirê hatin binçavkirin. Endamên HDPê xwestin ku operasyonên Tirkiyeyê protesto bikin, lê belê hêzên asayîşê rê neda wan û 47 kes hatin binçavkirin.Hat ragihandin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo protestokirina êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li Qada Şêx Seîd a li Diyarbekirê ligel saziyên civaka sivîl kom bûn.Li cihê ku dê daxuyanî bihata dayîn, hêzên ewlehiyê rê nedan daxuyanî were dayîn û Hevserokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan jî got: “Ti tişt nikare me asteng bike. Em li aliyê aştiyê ne. Kesên derdora me bigrin li aliyê şer in.”Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê tevî Hevserokê Şaxa Diyarbekirê ya HDPê Zeyyat Ceylan, 47 kes desteser kirin. Kaynak: Li Diyarbekirê 47 kes hatin desteserkirin [1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 767 keer bekeken