Navê pirtûkê: Bavfileh - Sebareya Merdine 3
Navê nivîskar: #Yaqob Tilermenî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amad
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2021
Deng û reng û nivîs ku sê hêmanên muzîk û wêne û romanê ne, di sê romanên polîfonîk (pirdeng) de têkilhev dibin û li ser erdnîgariya cihêrengnisîn a bi navê saristaniya Mêrdînê serdemekê bi hev re vedidin. Salên herî dijwar ên navbera 1990 û 1998'an ji nava rûpelan diqîrin. Romana sêyem, Bavfileh ku hêza jinê ya afirîneriyê bi rêya wêneyan radigihîne, jana herî zirav a salên qirkirina Ermenan digihîne êsa herî sotîner a qirkirina Kurdan û du bajarên qedîm ên bi navê Mêrdînê û Stenbolê bi xwendevanan dide hestkirin: (Ger ku te ev nameya min bi dest xist û weke belgeyeke edebî tev li nivîsa xwe kir, haya mirovan jê çê bike ku min bi vîna xwe îmzeya dawîn li binê jiyanê xistiye.) [1]
Let op: Er is geen PDF-bestand in Kurdipedia voor dit boek beschikbaar, help Kurdipedia om dit bestand te verkrijgen! Boek verzenden Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 575 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!