İbrahim Tarduş
$Abstract$
Gelo vegotinên ku bi salan e di nav civata kurdan de tên vegêran û kodên civakî dihewînin xwedî lehengên çawa ne, lehengên wan ji kîjan aliyan ve dişibine hev û ji kîjan aliyan ve ji hev cuda dibin, taybetiyên tîpîk ên lehengên wan çi ne? Ji bo ku em bikaribin bersiva van pirsan bidin û her wiha binyada lehengên tradîsyonel ên kurdî derxin holê, me di vê lêkolînê de hewl da ku li gorî rêbaza Lord Raglan a bi navê “The Hero of Tradition”ê (Lehengê Tradîsyonel) lehengên tradîsyonel ên #vegotinên kurdî# dahûrînin û taybetiyên wan ên hevpar biselimînin. Ji bo vê jî em di serî de bi giştî li ser hin teoriyên lehangan û bi taybetî jî li ser teoriya Raglan rawestiyan û derbarê lehengan de me agahî dan. Dûvre me vegotinên kurdî li gorî rêbaza Raglan dahûrandin û herî dawî jî li gorî xwendin û selimandinên xwe ji bo lehengên tradisyonel ên Kurdî taybetiyên sereke pêşniyaz kirin.Dahûrîna me li ser van heşt leheng/vegotinên belav e: Xanê Çengzêrîn, Zembîlfiroş, Memê Alan, Ferxik, Cembelî, Dewrêşê Evdî, Kulik û Siyabend.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=452071&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقرائة Taybetîyên Lehengên Tradîsyonel dî Vegotina Kurdî de=KTML_Link_External_End=
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 730 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!