$Vejîneriya Îslamî û Neteweperweriya Kurd di Dîwana Şêx ‘Ubeydulah de$
KAMAL SOLEIMANI
Puxte: Ev nivîs lêkolînek e li ser bîr û bernameya ̧êx ‘Ubeydullahê Nehrî ya vejîneriya dînî û kurdî bi rêya tehlîlkirina berhema wî ya bi navê Mesnewî. Nivîsar bi taybetî dikeve dû têgihiştina têkilbûna hizrên vejîna îslamî û neteweperweriya kurdî di şi’rên ̧êx ‘Ubeydullah de. Xwendineke hûrbînane ya Mesnewiyê tu şikekê tê de nahêle ku li gor nivîskarê wê berhemê, hem paşeroja kurdan û hem jî bernameya wî ya vejîna îslamî bi damezrandina dewleteke serbixwe ya kurdî ve girêdayî bûn. Peyvên sereke: Kurd, osmanî, îslam, neteweperweriya dînî, dewlet.
$Hilatina Şêx ‘Ubeydullah û hêvîşikestina wî ya ji osmaniyan$
Ev gotar armanc dike neteweperweriya dînî ya Şêx ‘Ubeydulahê Nehrî ronî bike bi riya xwendineke hûrbînane ya Mesnewiyê, berhema wî ya helbestî ya nekişikirî.1 Yek ji taybetmendiyên girîngtirîn a serhildana Şêx xwe-cudakirina kolektîf bû ku dibû nîşaneya hilatina diyardeyeke nû ya civakî-dîrokî di Rojhilata Navîn a modern de. Ji bilî Wadie Jwaideh (2006), bi gelemperî lêkolînerên neteweperweriya kurdî di ser xwe-cudakirina kurdî-dînî ya Şêx re gav kirine. Lê ev meyla di bizava Şêx de girîngtirîn hoker e ku ew wek bizaveke dînî neteweperwer berbiçav kiriye. [1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 835 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!