Wê filmê Jan li Silêmaniyê were nîşandan
17/01/2023
Filmê Jan ku naveroka wê li ser pirsgirêkên civakî ye û li Rojhilatê Kurdistanê hatiye kişandin, wê rojên pêş de li Silêmaniyê piştre jî li parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê were nîşandan.
Di saetên êvarê de li Salona Sînema ya Salim di civînek çapemeniyê de ku hunermend Mahir Hesen û derhêner Burhan Ehmedî û Leyla Bax Pîran amade bûn, filmê Jan hat nasandin.
Di civîna çapemeniyê de derhêner û berhemhênerên film Mahîr Hesen û Burhan Ehmedî li ser filmê Jan axivîn. Hat diyarkirin ku film nêzî 40 deqeye, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye kişandin, li ser pirsgirêkên rojane yên civakî ne û berhemek hevbeş yê Mahir Hesen û Burhan Ehmedî ye.
Hat gotin wê 18’ê Çile (Sibe) li Sînema Salim galeriya film were lidarxistin, roja 19’ê Çile û rojên piştî wê jî di çar demên cûda de li Silêmaniyê werin nîşandan. Piştre jî li Hewlêr, Kerkûk, Dihok û Helebceyê jî filmê ‘Jan’ were nîşandan.
[1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 779 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!