$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Adîfe Kanîreş
Nav paşnav: Dîlan Harmanci
Cihê jidayikbûnê: Çewlik
Dayik-Bav: Makbûle-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 08-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Adîfe li Çewlikê ya ku bi nirxên Kurdistanî dilsoz e ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Di temenê ciwantî de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û weke jineke Kurd siyaseta qirêj a sîstemê ji nêz ve dît ku hewl dida ciwanên Kurd ji têkoşînê dûr bixîne. Li dijî vê yekê jî bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû. Demekê beşdarî karên ciwanan bû û weke jineke Kurd a bi rûmet timî weke armanc danî ber xwe ku tevlî nava refên gerîla bibe û armancên azadiyê yên gelê me pêk bîne. Hevrêya me ku bi samîmî, rûkenî û kedkariya xwe bêsînor tevlî nava jiyanê bû, di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza, di xeta PKK û PAJK'ê de bû milîtaneke YJA Starê ya mînak. Demeke dirêj li cografya Zagrosan weke jineke Kurd têkoşiya, bû xwedî îradeyek ji pola û di şert û mercên herî giran de gerîlatî kir. Şeva 23'ê Nîsanê dema ku artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyona ji bo dagirkeriyê kir, weke fermandarekê berê xwe da çeperên şer û heta kêliya ku şehîd bikeve bênavber têkoşiya. Hevrêya me Adîfe ku di rêbaza gerîlatiya profesyonel a serdema nû de bû pispor, bi rêbaza şer ê bi tîm û taktîkên şareza derbên giran li dagirkeran xist, pêşengî ji gelek çalakiyan re kir. Tevî hevrêyên xwe bû bendek li pêşiya operasyona dagirkeriyê û pîlanên qirêj ên dagirkeran pûç kir. Bi sekna xwe ya li nava jiyan û şer wê her tim rêya me ronî bike.[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 510 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!