$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Fatma Bor
Nasnav: Eser Erdal
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Akîse – Suleyman
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şemzînan/09-07-2018
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Eser ku li derdoreke welatparêz, kedkar û di tevgera azadiyê de gelek berdêlên xwe hene mezin bûyî pergala mêtingeriya qirker a dewleta Tirk ji nêz ve nas kiriye û hê bi ciwanî li dijî pergala qirker têkoşiyaye. Hevrêya me Esad ku li zanîngehê bûyî hedefa nîjatperest li dijî kirinên faşîstî yên dewleta Tirk a qirker, wê rastiyê dibîne ku têkoşîn divê li nav refên gerîla be û 2014'an tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêya me Eser ku ji çandeke kedkar û çiyayî tê li ser îdeolojiya Rêber Apo kûr bûye û di hêla pratîkê de armanc kiriye ku bibe gerîlayekî zîrek. Di demeke kurt de bi Zagrosan re bûye yek û bûye gerîlayekî pêşeng. Bi çarçoweya paradîgmaya jina azad a Rêber Apo xwe ji nû ve afirandiye, ûye şopdara Zîlan û li ser xeta heqîqetê meşiyaye. Hevrê Eser fedaîtiya Apoyî jiyanî kiriye, kiriye çalakî, pratîk û li Zagrosan bi vîneke polayî li dijî dagirkeran şer kiriye. Li dijî dagirkerna di gelek çalakiyan de pêşengî kiriye, her demê bi cidîbûn û fedekariyeke mezin li pewir û berpirsyariyên xwe xwedî derketiye û bi serkeftineke mezin bi cih aniye. Bi Zagrosan re bûye yek, bi vîneke polayî pêşengî li berxwedanê kiriye. Hevrêya me Eser bi ked û berxwedana her demê wê weke sembola azadiya jinê di nav têkoşîna me de bijî.[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 305 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!