Nav:Rêdî Seîd
Dîroka jidayîkbûnê:1983
Cihê jidayîkbûnê: Riha
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Rêdî Seîd, di sala 1983 yan da li gundê Oxlanê yê bi ser navçeya Hewaga Rihayê ve ji dayik bû. Ji ber ku li gundê wan dibistan tune bû qeyda wî di sala 1988an da li Y.İ.B.Oya (dibistana leylî yan jî bi tirkî yatili) Hewagê dikin û heman salê ji ber çêkirina Bendava Ataturkê neçar dimînin ji gundên xwe derkevin û bi tevî nas û merivên xwe mala xwe bar dikin navenda Rihayê. Rêdî, di 2000an da ji Lîseya Hunerên Bedew a Rihayê mezûn bû. Di 2004an da li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Mamostetîya Wêneyan kuta kir û piştî vê di 2009 an da li heman beşê mastera xwe qedand û di 2018 an da li heman zanîngehê di Beşa Huner û Dîzaynê da doktoraya hunerî kuta kir. Rêdî Seîdî, heta niha di gelek pêşbazîyên wêneyan da xelat wergirtine û li gel vê jî wêneyên xwe li gelek bajar û galerîyên cuda di pêşangehên kesane û hevpar da pêşkêşî bîneran kirine. Rêdî, ji xeynî karê hunerê û mamostetîyê bi karê berhevkarîya berhemên zargotînê ra mijûl e, li gelek cih û warên welatî gerîyaye û heta niha gelek çîrok û kilam berhev kirine.[1]
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 554 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!