Dewletê rojeva kurdan guherand
#Mahabad Felat Arda#
Bi awirekî cuda bûyerên Taksîmê:
Dema nerazîbûnên civakê li hemberî sîstemê û hemî organên wê zêde dibin, êdî ji çi alî û sedemî dibe bila bibe, çirûskek jî dikare bibe sedema agirekî pir mezin. Niha tişta li Tirkiyeyê û bajarên wê dibe, ev e û ev di bingeha xwe de ne tiştekî xerab e, dijberî wê, pir baş e, lewra li dijî qirêjî û gemariyên sîstemê pê ket ev çirûsk.
Yek ji tişta divê mirov bala xwe bidê ev e ku dema zilma desthilatdaran bandora xwe li ser civakê zêde dike, nerazîbûn ji her alî û baweriyên civakê bilind dibin. Êdî rastgir, çepgir, îslamîst, fundementalîst, elewî, sûnî, hemî jî dikarin xwe ji bo demek kin be jî di heman eniyê de bibînin. Ya din jî bêrêxistinî ye. Lewra Tişta kêm û herî grîng di vir de bêrêxistinî ye.
Ji bilî kurdan, -ku ne hemî kurd jî- ew girseya îroj li ser lingan e, ne ji derî partî û rêxistinên sîstemê organîze ne!. Bi gotina zelaltir; kurd hene û bi giranî bi rêxsitin in; pêgirtiyên partiyên sîstemê hene û derdorên bihîstyar hene ku bêtir ji ser medyaya sosyal organîze dibin. Bi taybet jî, ji her du aliyên dawî tiştek dernakeve. Lewra aliyek bi partî û rêxistinên her çendî li derî hukûmetê bin jî, lê yên sîstemê re tevdigere û aliyê din jî ku bêtir ”çepgir” xuya dikin, li ser medyaya sosyal xwe birêxistin dike û dadikeve kolanan.
Çima tiştek ji her du aliyan dernakeve? Lewra her du alî jî bi awayekî bi sîstemê ve girêdayî ne û herî tûjên wan jî ne alîgirê daxistin û rûxandina vê sîstemê ye. Belê di nav wan de yên wiha jî hene, lê ji ber pir zêde lawaz û bê ser û ber in, mixabin ku mirov nikare zêde qala wan bike.
Heya ku rabûn an serîhildanek, an tevgerek, an nerazîbûnên gel bi armanca rûxandina sîstemê û li dora vê armancê bi rêxistiniyeke zanist, felsefî, xwedî alternatîfên xurt û berçav neyê birêvebirin, tişta ku herî zêde dikare bibe, dê desthilatdarî ji destê zalimek, ango dîktatorek derkeve û bikeve destê yekî din. Mînaka ”Bihara Ereban” û encamên wê li holê ne. Dîsa mirovan ji ber nerazîbûnên xwe, xwe bi rêxistin kirin. Medyaya sosyal roleke grîng leyîst. Hêviyên mezin bi mirovan re û bi hemû pêşverûyên cîhanê re çê bûn. Lê ji ber sedemên li jor hatine ravekirin, encam mixabin ku neguherî û ew xwîn, xwêdan, serîhildanên mezin, hêviyên mezin, êşên mezin hemî bi avê re çûn û li çala dîktatorên nû kom bûn. Niha îcar dora xwarina masiyan ya wan e.. Herî zêde tişta bibe li Tirkiyeyê jî, ji vê yekê ne cudatir e.
Dimîne alternatîfa kurdên birêxsitin ku di nav berxwedana Taksîmê de cî digirin: Ew jî nikarin bibin çareseriyek, ango alternatîfek. Lewra bi tu rengî ew der ne qada wan e. Belê dikarin destekê bidin, lê tişta me dît ew bû ku, ji destpêkê ve wan û wekîlên wan pêşkêşiya vê berxwedanê kirin. Wekîlê ku ji aliyê kurdan ve hatibû hilbijartin vê çirûskê vêxist. Dema bala hemû aliyên civakê ku ji kiryarên hukûmetê nerazî ne çû ser vê bûyerê û girseyek kom bû, êdî li ber partî û rêxistinên din ên sîstemê jî du rê vebûn. An dê ji ber bi taybet dijayetiya xwe ya li dijî kurdan û partiya wan a legal BDPê, dijayetiya gel û daxwazên wan jî bikirana, an jî dê xwe ji vê fersendê bêpar nehiştana û bi destê aliyekê bi tenê ku jê ne dilxweşin ve bernedana vê girseyê. Rêya duduyan hilbijartin û bi ya min jîrî kirin. Lewra dê di nav tirkan de jî, ji BDPê re sempatiyeke mezin çê bibûna.
Niha tiştên tê ser ekranên TVyan, alên tirkan têne hildan, merşên netewî û neteweperest ên tirk têne xwendin, wêneyên Atatirk têne hildan. Faşîstê dev û dest bixwîn Osman Pamukoglu yek ji pêşkêşvanên van koman e. Her wiha li gor agahiyên ku îroj ji ser medyaya sosyal têne belavkirin, dê serokê partiya nîjadperest û faşîst Dewlet Baxçelî jî dê biçe piştgirî bide xwepêşandêran. Bi gotineke din; ev lehî car din ber bi deryaya desthilatdaran ve diherike.
Ev tevgera gel a bi pêşkêşvaniya parlamenterê BDPê Siri Sureya Onder û hin derdorên çepgir dest pê kir, niha bi faşîstên mîna Osman Pamukoglu, kemalîstan û nijadperestên tirk ve didome. Dikare bê pirskirin ku eger wisan e, ma dewlet û hukûmet çima ewçendî tund e li dijî van bûyeran? Lewra desthilatdarî nexweşîneke giran e. çîzîniyeke ku bêyî hay, guman û kontrola wî ji deriyek jî derbikeve, dê wî deriyî ji cî hilbike û bişewitîne, eger ew derî deriyê mala wî bi xwe be jî. Lê sedem ne tenê ev e...
Kar û zirara me kurdan çiye di vir de? Tu kara me nîne. Lewra mîna min li jor jî got; em bi tu rengî ne li qada xwe ne, loma jî dê tiştek ji bo me lê şîn neyê. Bi tenê em dê dîsa mîna her carî di bin navê mirovperwerî, xwezaparêzî, biratî, çepîtî, musulmanî û hwd. de bêne bikaranîn. Dê dînamîzma gelê me û bi taybet jî ya ciwanên kurd li wan qadan berhewa bibe, dê bêne girtin, birîndarkirin û pêkan e kuştin jî!.. Baş e zirara me çiye? Ew li ber çavan e û ji bo kesên bixwazin bibînin, tiştek aşkere ye:
Ji bilî tiştên li jor hatine nivîsîn, her wiha rojeva kurdan guherî. Pêkan e ku sedemek ku dewlet û hukûmet ewçend bi tundî bi ser vê bûyerê ve diçin jî ev e. Rexneyên lê çi dibin bila bibin, axir pêvajoyek hat destpêkirin. Di çarçoveya vê pêvajoyê de aliyê kurd ango PKKê gavên pêwîst avêtin. Niha tam jî dor hatibû ser dewleta tirk û hukûmetê, ev bûyer rû dan. Dikare tesaduf be jî û dikare ne tesaduf be jî. Lê eger tesaduf be jî ku ez ne bawer im, dewlet vê pir baş bikar tîne û ji bo gavên pêwîst ên vê pêvajoyê ku dikeve ser milê wê nehavêje, heramsîtiyan dike, ango hîle dike. Qaşo guherandina her wiha Makeqanûnê di rojevê de ye; hilbijartin nêzîk dibin; mijara herî grîng, polîtîkayên wan ên li dijî Rojava û têkiliyên ku li ser vê bingehê ava kirine hene û hwd. Bi vî rengî hukûmet û dewlet dem kar dikin û di bin de jî amadekariyên xwe yên ji bo xapandin û têkbirina Tevgera Azadiyê didomînin. Ma ji vê mezintir ziyan dibe gelo?
Niha ev bûyer peşkilîn Amedê jî û dikare li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî belav bibe!.. Ne grîng e, civak çiqasî hişyar, bihîstyar û dînamîk be ew qasî baş e, bêyî ku mirov bibe ”karkiro, kedkiro ji xelkê re”. Her wiha kurd divê hişyar bin û di bin navê tu tiştekî de neyêne tu lîstikî. Ji bo vê jî, pir grîng e ku xwe bi tenê li ser rojeva xwe kûr bikin. Yan na rîska wendakirina vê pêvajoyê her tim heye.
[1]