=KTML_Bold=Li ser jinên kurd tundiyeke plankirî heye=KTML_End=
Bêrîvan Kayi
Di 12’ê adarê de bi pêşengiya Komîsyona Jinan ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan û Yekîtiya Jinan ya Kurdistanê, li Silêmaniyê li ser rewşa #jinên Kurd# ya li her çar parçeyên Kurdistanê, Komxebata Jinên Kurd bi dirûşmeya ‘Qirkirina Jinan rawestînin’ hat lidarxistin. Têkildarî vê komxebatê nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Suriyeyê ya li başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd axivî.
Tu dikare bi giştî ji me re qala Şêwirê bike. Di atmosfereke çawa de derbas bû, tevlîbûn di asteke çawa de bû?
Komxebata me bi taybetî li ser esasê deskeftiyên jinan ên li çar parçeyên Kurdistanê û xurtkirina têkoşînê ya li hemberî hişmendiya baviksalariyê pêk hat. Ya taybetî ew e ku ev komxebat bi dirûşma ‘Qirkirina jinan rawestînin’ bû. Ji ber ku bi qasî deskeftiyên me jinan hene di vê sedsalê de qirkirin jî bi heman rengî zêde ne li ser jinan. Çi gava ku jin tên gel hevdû atmosfereke xweş derdikeve holê, hêz û moral dide jinan. Komxebata ku bi pêşengtiya komisyona jinan a KNK’ê û Yekitiya Jinan a Kurdistanê çêbû. Ji her çar parçeyên Kurdistanê jinên siyasetmedar, akademisyen, aktivîst, nivîskar, û gelek jin ji bajar û navçeyên Kurdistanê tev li bûn. Helbet pirsgirêkên me yên hevpar hebûn lê bi heman rengî xweser jî hebûn.
Herî zêde kîjan mijar derketin pêş, peyamên derketin pêş çibûn?
Nîgaşên di vê komxebatê de derketî pêş du alî bûn. Aliyek jê serkeftin, têkoşîn û serhildan û destkeftiyên jinan ên di vê sedsalê de bûn, ya din jî siyaseta qirkar a li ser jinan tê meşandin bû. Bi taybet ji ber ku kesên hazir piraniya wan ji başûrê Kurdistanê bûn, nîqaş herî zêde li ser jinên li Başûr dihatin qirkirinê bû. Wekî tê zanîn li Başûr hejmareke gelek zêde ya jinên ku rastî tundî û qirkirinê tên, heye. Nîqaş di vê çerçoveyê de baş hatin kirin. Li gel vê yekê jî dê sekna jinan, rêxistinên jinan çawa bin û dê berpirsiyariyeke çawa bigrin dest. Helbet nêrînên cuda cuda jî derketin holê ev zengîniyên wê jî hebûn.
Tu jî wek beşdarvana vê komxebatê li gor te tişta herî balkêş a di vê şewirê de çibû?
Belkî ji ber ku ev dmeke dirêje ez di nav xebatên jinan de cih digrim nîqaş û komxebatên bi vî rengî, xwedî derketina jinên kurd ên bi vî rengî bi rastî jî balkêş bûn. Bi taybet li gelek jinên xwedî ezmûn, xwedî hêz û xwedî nêrînên ji bo çareseriyê dema tên gel hevdû ev yek aliyekî pir baş û muazzam derdixîne pêş û mirov pê şanaz dibe. Lê ya herî balkêş ji bo min pêşketina jinên ji Şengalê bû. Piştî jenosîdeke wek a di sala 2014’an de hatî serê gelê êzidî niha em dikarin bêjin ku yên herî zêde xwe pêş xistî jinên ji Şengalê bûn. Vê yekê jî bi rastî jî hêzeke mezin da me tevan. Axaftina jinên ji Şengalê bû moral ji me tevan re. Helbet ev yek jî ji me re derdixîne holê ku jin dema bi hevdû re bin, bi rêxistin bibin xweşik dibin û bi hêztir dibin. Axaftinên Ayşe Acar Başaranê yên li ser jinên Bakur zêde bala min kişandin. Ji ber ku li Rojava, Şengal û li Başûrê Kurdistanê her çiqas ne wek hev be jî şewazeke azadiyê heye lê bi taybet di nava pergala Tirkiyeyê de ev yek ne wisa ye. Lê li gel vê yekê jî hevala Ayşe bi moral bû bi axaftina xwe û parvekirina tecrûbeyên xwe bi me re parve kirin.
Li gor te li çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêka jinan a hevpar çiye, di vê civînê de herî zêde kîjan aliyê wê derkete pêş?
Pirsigirêkên me jinan di nava sîstemeke ku niha di tevahiya cîhanê de perwerdekiirna li ser tundiyê ya li ser tevahiya jinan, berabmberî xwezayê, civakê, dîrokî û li her qadeke jiyanê bi awayekî plankirî pêk tê. Yanî siyaseteke pergala baviksalar heye û li beramberî jinan ji bo bilindkirina tundiyê û bi şekle wê wek mînakên li başûrê Kurdistanê ku jin tên şewitandin, qetilkiirin û li Şengalê hatin firotin, li Rojava di êrîşên Tirkiyeyê û DAÎŞ de serê wan jêkirin û hwd derketin holê. Ev yek jî nîşan dide ku hişmendiya mêrsalar û dewletparêz li her aliyî bi yek rengî êrîş dike û tehemûla wê ji hêza jinan re tune ye. Hişmendiya baviksalar tehemûlî jinên berxwedêr nake, ji ber wê jî êrîşên xwe herî zêde dibe ser jinên berxwedêr. Yanî li tevahiya cîhanê ev yek heye lê bi taybet li ser jinên kurd bi awayekî plankirî ev yek tê kirin. Siyaseteke qirêj li ser jinên kurd tê kirin ev yek di komxebatê de jî hat nîqaşkirin. Jixwe li Rojavayê Kurdistanê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de jî siyaset û hişmendiya qirêj a mêrsalariyê derdikeve holê. Ji ber ku rojane em bûyerên revandin, taciz, tecawuz, zewaca bi zorê, kuştin û qetilkirina jinan dibihîsîn. Yan ev tev helbet bi plankirî li ser jinên kurd tên kirin. Lê li hemberî vê yekê dê jinên kurd tu carî çok neşkînin.
Deskeftiyên jinan ên li Rêveberiya Xweser di vê şewrê de hêzeke çawa da jinên li parçeyên din?
Yanî tecrubeya Rojavayê Kurdistanê helbet tecrubeya hemû jinên kurd û cîhanê ye. Keda her jineke berxwedêr e Rojava. Yanî ev deskeftiyan Rojava deskeftiyan hemû jinan e. Ev yek jî hêz dide, moral dide me tevan û di komxebatê de jî ev aliyê wê derkete holê.
Wek gotina dawiyê jî ez dibêjim ku komxebatên bi vî rengî hêza jinan mezintir dike. Parvekirina tecrûbeyan jiyanê bi hêztir dike ji bo tevahiya jinan ev yek derbasdar e. Weke nêrînê jî derkete holê ku ev komxebat berdewam bibin. Mixabin êrîşên li ser jinan dê bi dawî nebin lê li hemberî vê hişmendiyê divê bi hêztir bisekinin. Jin bi biryar in û dê pêşeng bin.
[1]