Navê pirtûkê: Kurtejîyana Min Mele Îmadeddîn Yetîz (Seydayê Gurdilî).
Amadakar: #Seîd Veroj#
Cihê çapkirina pirtûkê: Wan
Navê çapxaneyê: Peywend
Sala çapê: 2020
Di vê pirtûka (kitêba) Kurtejîyana Min da, pir tiştên dîrokî hene. Dewrê nexweş û tarî tê da hene. Ji ber ku piştî her tengahîyekfirehîyek heye, dewrê xweş û rohnayî jî hene. Ewela, dewrên nexweş ên ku di kurtejîyana min da derbas bûne, wekî yek ji wan Kurdên neteweyî, ezê bidime beyankirin. Yek, qetlîamên ku li ser kurdan çê bûne; wanê ku me bihîstine û yên ku me dîtine. Ji wanê me bihîstine; qetlîama şoreşa şehîd Şêx Seîd, qetlîama Agirî ye. Yên ku em gihîştinê; bombebarankirina Helepçê bi bombeyên kîmyewî li ser destê Seddam, qetilkirin û şehadeta sed û heştê û du hezar Kurdan, bi saxîtî binerdkirina heşt hezar Barzanîyan, wêrankirina pênc hezar gundan, koçberkirina bi mîlyonan Kurdan. Dewrê xweş ev e ku îro Kurd li başûrê Kurdistanê azad in, xweyî dewletek qedirbilind in û ev aqûbet li ser van perçê din be jî.
Mele Îmadeddîn Gurdilî
[1]
Let op: Er is geen PDF-bestand in Kurdipedia voor dit boek beschikbaar, help Kurdipedia om dit bestand te verkrijgen! Boek verzenden Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 138 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!