Bibliotheek Bibliotheek
Zoek

Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!


Search Options





Geavanceerd zoeken      Toetsenbord


Zoek
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Verzenden
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Gereedschap
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Talen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mijn account
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
Zoek Verzenden Gereedschap Talen Mijn account
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Over
 Willekeurig artikel!
 Algemene voorwaarden
 Kurdipedia Archivists
 Uw mening
 Mijn verzamelingen
 Chronologie van de gebeurtenissen
 Activiteiten - Kurdipedia
 Help
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 520,619
Fotos 105,297
Boeken 19,573
Gerelateerde bestanden 98,271
Video 1,414
Plaatsen
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: d...
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne...
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdi...
Raman Celal - Welat Alikî
Dankzij Kurdipedia weet je; Wie is wie! Waar is waar! Wat is wat!
Groep: Martelaren | Artikel taal: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Warderen
Uitstekend
Heel goed
Gemiddeld
Armoedig
Slecht
Toevoegen aan mijn verzameling
Schrijf uw commentaar over dit item!
Aanpassingen
Metadata
RSS
Zoek in Google voor een afbeeldingen voor het geselecteerde item!
Zoek in Google voor het geselecteerde item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Welat Alikî - Raman Celal

Welat Alikî - Raman Celal
Nav paşnav: Raman Celal
Nasnav: Welat Alikî
Cihê jidayikbûnê: #Qamişlo#
Navê dayik û bav: Mutîa – Lokman
Dem û cihê şehadetê: #27-12-2023# / Mêrdîn

Hevrêyê me Welat li bajarê Qamişlo yê ku bi berxwedanê di nava dîroka Kurdistanê de cih girtiye di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Welat ku bi eslê xwe ji koçerên Sêrtê bû, piştî ku bi salan li Nisêbînê ma, neçar ma koçî Qamişloyê bike. Ev rewş bû sedem ku hevrêyê me Welat ji biçûkatiya xwe ve lêpirsîna hin tiştan bike. Hevrêyê me yê ku hewl dida sedema sînorên ku dijmin li Kurdistanê xêz kirine fêm bike, tu carî hebûna van sînoran qebûl nekir. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku her tim rûyê xwe ber bi Bagokê ve dikir û xeyala dîtina axa ku malbata wî jê hatibû û li wir bijî dikir. Hevrê Welat ê ku bi çand û perwerdehiya ku ji malbata xwe wergirtiye li gorî esasê Kurdayetiyê mezin bû, bi saya hişmendiya kûr a welatparêziyê di temenê xwe yê ciwan de bi pêşengiya partiya me PKK’ê têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Hevrêyê me yê ku zarokatiya xwe bi guhdarkirina destanên berxwedanê yên gerîlayan bi taybet gerîlayên Bagok derbas kir, tevlîbûna gerîla bû xeyalê wî ya herî mezin. Hevrê Welat ê ku tevî ku di dibistanên rejîmê de xwendiye jî parastina ziman û çanda xwe ji bo xwe esas girt jî, bi xebatê hewl dida debara jiyana malbata xwe bike. Bi saya van taybetmendiyan bû xortekî têgihîştî ku ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin û rêz jê re digirtin. Pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava, weke hemû gelê me bandoreke mezin li ser hevrêyê me Welat kir. Bi taybetî fedekariya milîtanên Apoyî yên ku di destpêka şoreşa azadiyê de nas dikir, bala hevrêyê me Welat kişand. Li hemnerî êrîşên çeteyan ji gelek herêmên Kurdistanê milîtanên yên fedaî hatin û şoreşa azadiyê parastin û ev yek bû sedema herî mezin ku hevrêyê me Welat tevlî têkoşînê bibe.
Li ser vê bingehê di sala 2013’yan de bi îrade û biryardariyeke mezin tevlî nava refên berxwedanê bû. Hevrê Welat du salan di nava refên berxwedanê de cih girt, di vê pêvajoyê de di aliyê leşkerî de xwe pêş xist. Li dijî êrîşên çeteyên yên li hemberî destketiyên gelê me tevlî gelek pêngav û çalakiyna bû, bi dayîna berdêlên mezin hewl da destketiyên gel biparêze. Hevrêyê me Welat ê ku di dema xwe ya li nava refên berxwedanê de bû şahidê lehengiya gelek milîtanên Apoyî, wan ji xwe re mînak girt. Hevalê me bi zanebûna ku ruhê fedayî yê di van hevrêyan de derketiye holê ji bîrdoziya wan e, hevrêyê me ji bo naskirina felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kedeke mezin da. Ji ber ku çeteyên DAÎŞ’ê li gelek cihan li dijî gelê me û bi taybet gelê me yê Êzidî yê Şengalê komkujî pêk anîn û dewleta Tirk a qirker piştgirî da van êrîşan, bû sedem ku hevrêyê me Welat bigihêje biryardariya berfirehkirina têkoşîna xwe. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Bi vî rengî hevrêyê me Welat xeyala xwe ya zarokatiyê bi cih anî. Piştî perwerdeya demkurt çû Şengalê û alîkariya gelê me yê Êzidî kir. Hevrê Welat xwe bi tevahî diyarî parastin û azadiya gelê me kir û bi moral û coşeke mezin cihê xwe di nava berxwedana Şengalê de girt. Hevrêyê me yê ku ji bo tolhildana sûcê qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me kiriye ji xwe re armanca, li dijî çeteyan bi taybet di pêngava azadkirina Şengalê de cih girt. Hevrê Welat bi cesaret û hêza têkoşînê di rizgarkirina Şengalê kedek mezin da, di heman demê de bi sekna xwe ya mutewazî û têgihîştî di jiyanê de hurmeta hevrêyên xwe û gelê me yê Êzidî bi dest xist. Hevrêyê me yê ku li Şengalê erka xwe bi serketî bi dawî kir, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên ku di hesreta wê hebû. Hevrêyê me yê ku dixwest demek dirêj li çiyayên ku berê demeke kurt lê mabû bimîne, bi her nefesa ku dikişand hest dikir ku ji nû ve ji dayik dibe. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku bi çiyayan re bûye yek û bi jiyana komînal a gerîla re gihiştiye azadiya rast, ji bo berfirehkirina têkoşînp xebatên xwe xurtir kiri. Hevrêyê me yê ku ji bo tolhildana sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk di dema Berxwedana Serdemê ya Rêveberiya Xweser li ser gelê me pêk anî û tecrîda li ser Rêber Apo têmeşandin weke armanca xwe ya sereke danî pêşiya xwe û vê yekê jî derbasbûna Bakurê Kurdistanê bi cih anî. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku divê di taktîkên gerîlayên serdema nû de xwe kamil bike, dest bi perwerdeya pisporî kir. Hevrêyê me yê ku di gelek beşan de firsenda xwe perwerdekirinê dît, ji bo biçe Bagokê ku cihê destanên lehengiya gerîla ku di zarokatiya xwe de lê guhdarî dikir, xwe pêşniyar kir Hevrêyê me Welat ku demekê di xebatên cuda de cih girt, bi performansa xwe ya serketî û bi tevlîbûna xwe ya rast di xebatên ku beşdar bû de baweriyê da hevalên xwe. Hevrêyê me yê ku gelek caran pêşniyara xwe ya çûyîna Bagokê bi hevalên xwe re parve dikir, ji bo bigihêje armanca xwe di vê wateyê de kedeke mezin da. Hevrê Welat ku piştî hewldaneke dirêj hevrêyên xwe qanih kir, di dawiyê de gihişt armanca xwe û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.
Hevrê Welat ku dema derbasî herêma Bagokê bû ji zehmetiyên ku dê pê re rû bi rû bimîne dizanibû, bi coş û kelecana gihiştina armanca xwe di demeke kin de van zehmetiyan derbas kir. Hevrêyê me yê ku îradeya wî ya têkoşînê di dilê wî de roj bi roj mezin dibû, berpirsyariya dîrokî ya ku hilgirtibû ser xwe bû bi fedakarî pêk anî. Hevrêyê me Welat ku her kêliya xwe ji bo çalakiyên li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk derbas dikir û dizanîbû ku tenê bi vî rengî wê bîranîna hemû şehîdên me bi taybetî jî şehîdên Botan Hakkarî, Soro Amed, Zinarîn, Xebatkar, Medya û Cuma wê zindî bihêle. Li ser vê bingehê bi tevlîbûna gelek çalakiyên li herêma Bagokê, firsenda pêkanîna lêhûrbûna xwe bi dest xist. Hevrêyê me Welat ji bo serketina Şerê Gel ê Şorşegerî di nava rêxistinkirina gelê me de cih girt, lji bo welatparêziya gelê me yê Mêrdînî di nava hewldana xurtkirina têkoşînê de bû. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku tenê bi vî rengî em dikarin bibin layiqî gelê xwe yê welatparêz, têkoşîna xwe roj bi roj mezin kir. Hevrêyê me Welat bi kesayeta xwe ya rast, dilpak û dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re dihat naskirin, hezkirina hemû hevrêyên xwe yên ku bi wan re xebatî û gelê me yê Mêrdînê bi dest bixe.
Hevrê Welat di êrîşa dijmin a 27’ê Kanûna 2023’yan de li herêma Bagokê bi hevrêyên me Argeş-Ozgûr Ay û Demhat-Îslam Olçay re berxwedaneke destanî pêş xist, heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Welat ê ku bi fedaî li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe da, heta dawiyê girêdayî rêgezên milîtaniya Apoyî ma û xeyalên wî Kurdistaneke azad bi cih bînin.”[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 4 keer bekeken
HashTag
Bronnen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 09-06-2024
Gekoppelde items: 2
Datum & Gebeurtenisen
Martelaren
Groep: Martelaren
De dag van het martelaarschap: 27-12-2023
Cause of death: Vliegtuigbombardementen
Geboorteland: West Koerdistan
Geboorteplaats: Qameeshly
Geslacht: Man
Land - Regio (Martelaarschap): Noord Koerdistan
Mensen type: Militair
Military rank: Soldaat
Natie: Koerd
Plaatsen (martelaarschap): Mardin
Technical Metadata
Item Kwaliteit: 99%
99%
Toegevoegd door ( ئەڤین تەیفوور ) op 09-06-2024
Dit artikel is beoordeeld en uitgegeven door ( سارا ک ) op 30-06-2024
Dit item is voor het laatst bijgewerkt door ( سارا ک ) op: 30-06-2024
URL
Dit item is volgens Kurdipedia's Standaarden nog niet afgerond en verder moet het herzien/aangepast worden!
Dit item is 4 keer bekeken
Attached files - Version
Type Version Toegevoed door
Bestaandsfoto 1.0.148 KB 09-06-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw
Biografie
Araz Talib
Biografie
Shene Baban
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf

Actual
Plaatsen
Mardin
25-08-2012
هاوڕێ باخەوان
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
23-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 520,619
Fotos 105,297
Boeken 19,573
Gerelateerde bestanden 98,271
Video 1,414
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw
Biografie
Araz Talib
Biografie
Shene Baban
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Folders
Politieke partijen en orgaandonatie - Organisatie - Civiel Politieke partijen en orgaandonatie - Active - Yes Politieke partijen en orgaandonatie - Provincie - Netherlands Politieke partijen en orgaandonatie - Organisatie - Religieus Artikkelen - Boek - Koerdische kwestie Artikkelen - Dialect - Nederlands Artikkelen - Soort document - Originele taal Artikkelen - Provincie - Buitenland Bibliotheek - Provincie - Buitenland Bibliotheek - Boek - Sociaal

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Contact | CSS3 | HTML5

| Pagina wordt gegenereerd in: 0.469 seconde(n)!