Nav û paşnav: Karwan Nazim Heme Xerîb
Nasnav: Piling Germiyan
Cihê jidayikbûnê: #Bakurê Kurdistanê#
Navê dayik û bav: Sevbo-Nazim
Dem û cihê şehadetê: #27-04-2024#/ #Xakurkê#
Hevrêyê me Piling li Kelarê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê, weke mirovekî ku bi çand û exlaqa Kurdîtiyê ve girêdayî, mezin bû. Hevrêyê me ku di temenê biçûk de şerê ku li Kurdistanê diqeyime lêpirsîn dikir, her tim di vî alî de nakokî jiyan e. Hevrêyê me yê ku ji bo destekkirina malbata xwe ji aliyê aborî ve xebitî, ji ber vê yekê feraseta kedê jî zû nas kir. Hevrêyê me ku rêzikên ku pergalê ji bo ciwanan daniye qebûl nekir, hêj di ciwantiya xwe de eleqeya wî li hemberî Tevgera me destpê kir. Bi sekna hin hevrêyên me yên ku ew nas dikir, gelek bandor bû. Hevrêyê me ku bi cihgirtina li nava xebatên ciwanan re gava destpêkê ya têkoşînê avêt, di nava xebatên rêxistinbûyînê de cih girt û tevlîbûneke bi coş nîşan da. Taybetmendiyên ciwantiyê ya xwîngermî û bi tevger di şexsê xwe de şênber kir û di her xebatên ku tevlî bû de serketin bi dest xist. Di pêvajoyên xebatên xwe yên li bajêr de, xwe di her alî de pêş xist û asta têkoşînê bi lêhûrbûnê kur xurtir kir. Hevrêyê me ku li hemberî komkujiyên ku çeteyên DAÎŞ'ê dixwazin hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Rojava li dijî gelê me pêk bînin hesas e, gihişt wê biryardariyê ku divê teqez ev êrîş bê bersiv nemînin. Hevrêyê me ku xwest tola qirkirina li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî hat kirin hilîne, gihîşt wê encamê ku ev yek wê bi tevlîbûna li nava refên gerîla pêkan be. Li ser vê bingehê hevrêyê me Piling di sala 2015'an de ji herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Piling ku li herêma Xakurkê perwerdehiya şervanên nû wergirt, zû adapteyî jiyana gerîlatî û çiyê bû. Qadên perwerdehiyê ji bo xwe weke derfeta xwe pêş xistinê dît û li ser vê bingehê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve bi pêş ket. Ji ber meraq û lêgerîna xwe bala hevrêyên xwe kişandiye. Hevrêyê me Piling ku ji bo zanînê tî bû û her tiştên li dibistanên sîstemê lêpirsîn dikir, li ser parêzname û analîzên kesayetiyê yên Rêbertiya me lêhûr bû. Hevrêyê me ku heyranê çanda partiyê û jiyana bi hev re ya gerîla ya bi xwezayê re bû, di nava jiyanê de her tim milîtanek bi coş û kelecanî bû. Ji bo kêmasî û xeletiyan cih nedida û her tim ji bo serketinên mezintir lêhûr dibû.
Hevrêyê me yê ji xwezaya bi heybet a herêma Xakurkê hez dikir, xwest biçe her derê û vê erdnîgariya bedew hîn bibe. Hevrêyê me ku li herêma Xakurkê heta şehadeta xwe têkoşiya, cihekî ku neçûbe nema bû. Hevrê Piling ku di xebatên pratîkî de jêhatî bû, sivikkirina barê hevrêyên xwe ji bo xwe kir armanca herî sereke. Di nirxandineke xwe de ya li ser jiyana PKK'ê de got, Min fêm kir bê ka çawa dijîm. Ji vir û pê ve ez ê çawa bijîm jî min fêm kir. Ez hînî nirxdayîna mirovan û bûna şervanekî bûm.” Hevrê Piling ku li ser perspektîfa ''Çawa bijî'' ya Rêbertiya me lêhûrbû, xwe bi temamî fedayê Partî û şehîdan kir. Hevrêyê me ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker her tim pêşniyar dikir ku biçe herêmên şer lê giran bû, bi vî rengî xwest wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Hevrêyê me ku di qada leşkerî de jêhatîbûn bi dest xist, ji bo ku taktîkên gerîla yên serdema nû bi cih bîne her demê di rewşeke lêhûrbûnê de bû. Weke gerîlayekî ji bo her peywirê û di nav her şert û mercî de xwe amade kir, ji bo derbên giran li dijmin bixe xwe pêşniyar kir û li ser vê esasê cihê xwe di nava amadekariyên li dijî operasyonên dagirkeriyê ku dijmin dixwest li herêma Xakurkê pêk bîne girt. Hevrêyê me ku bi kesayetiya xwe ya fedekar û kedkar karî ji bo hemû hevrêyên xwe bibe mînak, di her kêliyê de hewl da bibe layiqî hevrêyên xwe yên şehîd.
Hevrêyê me Piling li herêma Xakurkê yekem pêngava jiyana gerîla avêt û li vir gelekî ked da û têkoşiya. Azweriya xwe ya têkoşînê her roj zêdetir kir û ji bo ku dijmin negihije armancên xwe, xwe ji bo dijwartirîn erkan pêşniyar kir. Bi heza hînbûnê ya di perwerdeyê de û xwesteka pisporiya di warê leşkerî de di dîroka me ya têkoşînê de weke milîtanekî serketî cihê xwe girt. Hevrêyê me Piling xwe di taktîkên gerîlayên yên serdema nû de kûr kir û di nava lêgerînên bersivbûna pêvajoyê de û bû milîtanekî wisa bêyî ku ji xeta partiyê tawîzê bide meşa xwe ya azadiyê berdewam kir. Bi dilsoziya xwe ya ji rastiya Rêbertî û şehîdan re û bi tevlîbûna xwe ya jidil bû yek ji mînaka wan kesên ku jiyana fedaî li gel kesayeta xwe şênber kiriye. Hevrêyê me Piling Germiyanî di 27’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû û ji bo me bû mînaka herî şênber a rêya ku divê her milîtanekî Apoyî bişopîne.[1]