Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û #çapemeniya Kurdî# de (1942-1945) Xelek: 12
Hejmarên(23,24,25) Xelek:12
Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
Em dikanin di hejmara (23) an de van çîrokên gelêrî bixwînin:1-Fenên dêw (çêrokbêj),2-Şeva gayê zer (Ebdilkerîm Mela Sadiq),3-Dayin(Bişarê Segman),4-Memê Alan,Mem û Zîn (Celadet Bedirxan),lê emê di vir de tenê li ser van du çîrokên duhatî rawestin:1-Fenê Dêw.2-Şeva gayê zer.
Çîrokbêj di çîroka (fenên dêw) de dinivîse:Di demekê de;kurek mirovekî kor hebû,mirovê kor li parsê digeriya,rojekê ew ji gundan vedigeriya û ew li ser rê ve di newalekî de û li ber zinarekî rûnişt,lê di zinêr de derîk vebû, dêwekî serê xwe di deriyê re derxist û ji mêrik pirsî,tu li vir çi dikî ?
Mêrik got:Min lawê xwe aniye ku tu wî bi xwendin bidî,Dêw got:Piştî salekê were kurê xwe ji cem min bibe,bavê lêwik vegeriya mal,lê piştî salekê ew vegeriya ta ku lawê xwe bi xwe re bibe mal.
Lê du jinên dêw hebûn,yek rind bû,yek pîs bû,jina rind bi lêwik re got:
Dêwê Siba bang li te bike,ewê ji te bipirse,kîjan jina min rind e?Lê tu bêje: Ez nizanim; lê kîjan bi ya te be rind e, ewa rind e,ewê hîn ji te bipirse:Tu ilmê min hîn bûyî? Lê tu bêje:Na! Ez hîn ne bûme.
Dêw jê pirsî,lêwik got:Dema ku te wane didan min,ez hîn dibûm û dema tu ji cem min diçû,min hemû gotinên te jibîr dikirin û niha ez tiştekî jî nizanim.Bavê lêwik vegerî û Dêw lawê wî radestî wî kir û bavikê lawê xwe bir û ew herdu vegerîn mal,lêwik bi bavê xwe re got:Ezê îşev bibim hespek rind,siba min bibe bazarê,ewê sed zêrî bidin te,lê tu hevsarê min nede kesî,wê bi xwe re vegerîne mal.
Bav bi sibê rabû,ewî dît ku hespekî rind di xanî de ye,ewî hesb bir bazarê, ew bi sed zêrî firot û hevsarê xwe bi xwe re vegerand mal,lêwik ji bavê xwe pirsî û got:Bavo te pereyên xwe birin? Bavikê got:Erê!
Vê carê lêwik got:Ezê îşev bi devekî spî bim,tu min bibe bazarê!Ewê min bi (20) zêran bikirin,tu peran bibe û hevsarê min bi xwe re vegerîne !
Bavê lêwik ji xewê rabû,ewî dît ku devekî spî hatiye girêdan û ew bir bazarê,xelkê (20) zêr tê dan,lê Dêw di mala xwe de got:Mirovên vî zemanî kar pê nabin,dibe ku wî lawikî ilmê min hîn bûbe û ew wê di nav xelkê de eşkere bike,lê Dêw xwe bi rengekî din kir û ew çûye bazarê,ewî di bazarê de deve nas kir û bi bavê lêwik re bazar kir,ewî got:Ezê bi (20) zêran bifroşim,Dêw ew kirî û hevsar ji dest girt,lê devefirş got:Ez hevsarê xwe nadim,lê ewî bi zêrekî din hevsar kirî,lawik çû ber zinêr,ewî dît Dêw çû hundir,lêwik bi ser xwe de xwend, ew bûye kevok û firiya,Dêw dît ku lawik firiya,ewî jî bi ser xwe de xwend,ew bûye bazek û kete pey wî,lêwik dît ku ew rizgar nabe,lê ewî hewzek dît û li derdora wê de paşeler rûnîştîne; lêwik jî bi ser xwe de xwend û ew bûye gulek sor û ew keta navîna hewzê, Dêw bi ser xwe de xwend û ew bûye mitribek û silav daye beşdaran û rûnişt li sazê xwe xist.Paşê xwest peran bide dengbêj,ewî got:Ez peran nabim,lê bila Paşe wê gulê bide min,paşe gul daye dengbêj,lêwik dîsan bi ser xwe de xwend û ew bûye garisê zer,Dêw jî bi ser xwe de xwend û ew bûye qurikek,ewî û bi deh çêlkên xwe garis ji erdê xwarin,lêwik dîsan bi ser xwe de xwend û ew bûye roviyek û quirk jî xwar,lawik dîsan bûye mirov,paşeler li wî matmayî man û gotin û çi îş e,lêwik ji wan re mesele got:Ji hîngê ve Dêw mirovan hînî hunerê xwe nakin.
Em di çêroka jorîn de pir baş û eşkere fantaziyên qehremanên çîrokê dibînin ku çawa ew bi gotinên efsaneyî û ne hişmendî xwe dughêzên û ew hevdu dixapînin,Dêw gelek mirov û lawiran hînî hunerên xwe dike ,lê mirov û lawir jî dixwazin Dêw bixapînin,Dêw pir poşîman dibe û gelek waneyan ji jiyana xwe û ji pir lawirên din dibîne,li dawiyê ew sozê dide xwe ku ew careke din baweriya xwe bi lawir û mirovên din neke û hunera xwe jî nede wan.
Ebdilkerîm Mela Şadiq di çîroka (gayê zer) de dibêje:Pîrek û çar lawên xwe hebûn, gayek wan zer hebû,ew bi wî gayî dijiyan,şevekê bavpîr gote lawên xwe,îşev pir xerap e,hûn rabin vî gayî şerjêkin û sîtilê kuç kin,zarokên kalê gotin:Em li ser milê vî gayî dijîn,emê çawa wî şerjêkin?Bavê wan got:Ez vê şevê gelek xedar dibînim,serjêkirina vî gayî wê me ji gelek tiştên xerap rizgar bike,ew rabûn û gayê xwe şerjêkirin,pîr di şevê de derket derve,ewê dît berf pir heye,ewê lawek hişyar kir û hestîk bi goşt daye wî û gotê:Lawê min!Rabe berfmalê hilîne,ewî berf hilanî û yekser li ber sîtilê goşt rûnişt,demek derbaz bû,pîrê carek din goşt daye lawekî din û bi wî re got:
Here ser xênî û berfê paqij bike û ew çû, bi vî awayî pîrê hemû kurên xwe ji xewê hişyar kirin û wan tanî sibehê berf li ser xanî paqij dikirin,ew di sibehê de nêrîn ku tu kes di gund de nemaye û hinek jî di bin berfê de mane,li dawiyê pîrê got:Erê jiyana me li ser gayî bû,lê ewî îro jiyana me hemûyan rizgar kir.
Em dîsan di vir de hin nêrîn û baweriyên pir şûndamayî dibînin,yanê;çima vê pîrê texmîn kiriye ku hemû kes û lawên wan jî wê di xew de bimînin, ewê di bin berfê de û ji serman re bimrin,ewê gayê xwe daye serjêkirin û goşt dida lawên xwe û wan jî tanî sibehê ser xaniyê xwe ji berfê paqij dikirin,lewra jî ew ji mirinê jî rizgar bûn,em bi kurtî weha têdighînin, yanê;eger pîrê goştê gayê malê nedabûya lawên xwe,ew ji xewê şiyar ne dibûn û ew jî mîna pir kesan di bin berfê de bimirina.
Di hejmara (24) an de van çêrokên jêrîn cihên xwe girtine:1-Quling û Rovî.(çêrokbêj),2-jin û mêr (Emoyê Cilîn),3-mam-hirç(serpêhatî)Sebrî Birahîm.4-Qertel û Silêman(?)
Emê di vê hejmarê de li ser çîroka Jin û mêr ya di bin navê (Emoyê Cilînî) de hatiye weşandin,rawestin;çîroknivîs dibêje:Zilamek ji deşta Diyarbekirê ji gundê Rêbulê hebû,navê wî Mihemed bû.Li deşta Diyarbekirê xela çêbû,ew mêrik û pîreka xwe bi hev re çûn Mêrdînê ji ber ku li wir erzanî hebû,mêrik bi jina xwe re got:Kanî em rûnin û nanê xwe bixwin,mêrik li ser kaniyê rûnişt û jinik li dûrî mêrê xwe rûnişt û wê nanê xwe dixwar,di pişt re wan dîtin çend mirov ji bo diziyê bi ser wan de hatin û wan bi hev re gotin:Kanî em herin şûr û mirtalê mêrik ji wî bistînin û wî jî tazî bikin,yekî ji wan mirovan bi hevalê xwe re got:Em nikanin wî mirovî tazî bikin,hevalên wî ji wî pirsîn,çire? Wî gote hevalê xwe,hûn wî nabînin ku çawa ew li ser kaniyê bi tenê rûniştiye û nanê xwe dixwe û pîreka wî li dûrî wî rûniştiye û pişta xwe jî daye mêrê xwe,lê ew mêrê ku bi jina xwe re nên nexwe,ew mirov tucarî nayê pîskirin,lê wan mirovan bi ya hevalê xwe ne kirin,ew rabûn û ew hatin cem mirov ta ku ew wî û jina wî tazî bikin,jinikê bi mêrê xwe re got:Va ne 5 mirovên xerap hatine û wê me tazî bikin,mêrê wê got:Bila bên,ewî rahişte şûr û mirtalê xwe û bang li dizan kir û got: Ez ne ew mirovê ku hûn min tazî bikin û şûr û mertalê min ji min bistînin,wan mirovan jî bi hev re gotin:Ev mirova ne xerab e,eger em herin wî tazî bikin û hevdû bikûjin,wê qezeke mezin çê bibe,rabûn bang li wî kirin,bext dane hevdu û ew çûn cem wî mirovî û ew bûne birakên hev; mebest ew e,mirovê ku bi pîreka xwe re nên bixwe tu xêr ji wî çênabe.
Bi rastî em di vir de dibînin ew mirovên ku dixwastin mêrik tazî bikin pir bi lez poşmam bûn û helwesta xwe guherîn,ji ber ku malxwyê(mêrê) jinikê bê tirs mêraniya xwe ji wan re eşkere kir;ev li aliyekî û li aliyê din jî, çeteyan dîtin ku mêrê jinikê jî mîna wan,kesekî şûnketî ye û rêzê li jina xwe nagre û bi wê re jî nên naxwe.
Lê em di hejmara(25) an de jî kanin hin çîrokên gelêrî bixwînin:1-Lê em dixwazin tenê li ser vê çîrokê (wezîrê aqilmend) rawestin; çîrokbêj dibêje: Kurekî sêwî ji gundê xwe derket û çû bajarê hakimê welatê xwe,ew yekser çû ber deriyê hêkim û nan ji xwe re xwest,hakim dît ku ew kurekî hêja ye,ewî bi lêwik re got:Kuro vê misîna han bide min!Lê lêwik gote hêkim, divê tu wê misînê bidî min!Li gor fermana hêkim eskeran li kurik xistin û ew ji wir derxistin,di pişt re lêwêk xwe kire mirovekî aqilmend û xwe kire hakimê zarokên bajêr,ji zarokan re hin tişt digotin,zarok jî bi wî re dilxweş dibûn, hakimê zarok bêş ji zarokan distand,lê ewî dît hin zarok bêşê xwe nadin,lewra ew ji zarokan re sêdarek çêkir û bi wan re got:Heçî ku bêşa xwe nede ezê wî lidarxînim,li paşiya mehê hemû zarokan bêşa xwe dan,lê tenê zarokekî bêşa xwe neda,hakimê zarok ban wî kir û ji wî pirsî:Çima tu bêşa xwe nadî?Kurik got:Ez nadim,li dawiyê ew zarok bi sêdarê ve daliqand û ew mir, xwediyê kurik hatin û ji zarokan pirsîn,kê kurê me kuştîye?Zarokan gotin:Hakim ew kuştîye,esker hatin û hakimê zarok birin cem hakimê xwe.
Hakim got:Serê wî jêke!Lê hakimê zarok pirs kir,emir heye ez bipeyvim? Hêkim got:Tuyê çi bêjî ?Hakimê zarok got:Eger te carekê,du caran,sê caran bêş ji wî xwest û ewî got:Ez nadim,ma tuyê wî ne kujî? Hêkim got:Belê!
Hakimê zarok got:Ez ji hîngê hakimê zarokan bûm û min bêşa xwe ji wan distand,lê yek li ber min asê bû,min jî ew darve kir.
Hakim dît ku ev zarokekî hişmend e,divê ku wî ne kujin,hakim gote lêwêk: Tuyê bibî siyasê min,lêwik got:Belê!Ew bûye siyas û her û her hespê hêkim yêm û tîmar dikir û li dor wî paqij dikir.Lê du wezîrên(şalyarên) hêkim jî hebûn,herdu wezîr jî ji wî lawikî ne dilxwaş bûn û wan dixwastin xwe ji wî lawikî xelas bikin,beriya ku ew belakî hûne serê wan,ji ber ku lawik pir şehreza bû û hakim jî ji wî hez dikir.
Wezîrê milê rastê gote keça xwe divê tu îşev biçî cem sayişê hespê hêkim û ji wî re xwerinek xweş bibî û ji wî re bêje,eger te hespê hêkim kuşt,ezê te li xwe mehir bikim.Keçikê xwarin bir û çû cem sayişê,ew di odeke reş
de bû,keçikê silav li wî kir û xwarin daye ber wî û got:Min ev xwarina xweş ji te re aniye,kurik dest bi xwarina xwe kir,paşê keçkê gote wî:Ez hatime cem te ji bo îşekî,ez dixwazim tu vî hespî bigurînî,ta ku ez te li xwe mehir bikim.Lêwik got:Bi Xweda ez vî karî nakim,keçkê kir û ne kir lawik razî nebû,li dawiyê keçik vegerî cem bavê xwe û her tişt bi wî re got.
Wezîr dît bê sûd e,vê carê gote wezîrê milê çepê,ewî jî keça xwe şand,lê lêwik dîsan bi ya wê jî nekir û hesp negurand,careke din wezîrê milê rastê keça xwe şand,lê vê carê lawik sist bû û bi wî razî bû û hesp jî gurand û keçik di cih de li xwe mehir kir.Hakim bi vê yekê agahdar bû û şande pê lêwik û gotê:Te çira hesp gurand ?Ezê serê te jêkim,lêwik got:Cara sisiyan min xwe negirt,hakim kêlîkî fikirî,paşê ew şand pê herdu şalyarên xwe û serên wan jêkirin û lawik kir şalyarê xwe yê milê rastê û yekî din jî anî û kir wezîrê aliyê çepê .
Carekê hakim û herdu wezîrên xwe bi şev di nav bajêr de digerîn,ew çûn mala keçek pir spehî û xwenedan,wê keçkê ji wan re vexwendinek şandibû.Hakim û herdu wezîrên xwe derbasî mala keçkê bûn,lê pêşî hakim derbas bû cem wê,ewî dît ku keçê lêçûnek mezin li xwerinê kiriye.
Keçikê gote hêkim:Fermo ser şîvê!Hakim nan xwar û çend gotin bi keçê re gotin û çû ta ku wezîrên wî li ser xwarinê rûnin,lê hêkim li pêşî wezîrê xwe yê milê çepê şand,lê ew wezîr pir ehmeq bû,ew hat û silav li keçikê kir û rûnişt û rahişte xwerinê û ewî berxek xwar û ew vegerî cem hêkim.
Vê carê wezîrê milê rastê silav li keçikê kir û li pişt perdê li rewşa wê pirsî, keçikê got:Keremke ser şîvê !Wezîr rûnişt û rahişt serî jêkir û pir tişt danîn ser mensefê û ewî şîva xwe xwar,paşê keçikê gote wî:Ez hêvî dikm ku tu neçî,keçikê bi wî re got:Fermo! Tu jî were pişt perdê, wezîr derbas bû,ewî dît keçkek spehî li ser textê xwe rûniştiye,wezîr yekser li rex wê rûnişt, ken û henek bi hev re kirin,karê xwe qedandin,piştî ku wezîr dilê xwe li cem keçikê rehet kir,paşê çû cem hêkim,hakim pir bêhnteng bû,ji ber ku wezîr dereng vegerî,hakim got:Ez çûme cem keçikê û ez hindik li cem mam û ez vegerîm,lê tu çûyî cem wê û tu demek dirêj li cem wê mayî,tu rastiyê ji min re bêje!Te çi kir?Wezîr got:Wek we kir,ewî rastî bi hêkim re negot, hakim wezîr ji bajêr qewitand.
Piştî demekê hakim dîsan wezîrê xwe vegerand ta ku careke din ji wî pirske,ku ewî di wê şevê de çi kiriye?Lê ez nizanim wezîr kû da çûye!
Lê ezê bi awakî zanibim,ew kuda çûye,ewî ji eskerên xwe re got:Herin ji min re şivikine bîka bînin,wan şivik anîn,serî û binî şivikan jêkirin,serî û binî
şivikan ji hev ne diyar bûn û paşê bi esker re gotin:Herin van şivan li xelkê belav bikin û ji wan re bêjin yê ku bikane serê şivikê ji binî ji hêkim re diyar bike,ewê ji hêkim diyariyek mezin bibe,lê xelkê ji hev dernexistin ,lê wezîrê ku hêkim ew qewitandibû,ew lawekî hişmend bû,ew çûbû mala camêrekî rûniştibû,lê eskeran şivik dabûn xwedî malê,ewî jî nasnekirin,Wezîr pirs kir:Tu li çi dimeyizînî ?Paşê kurik got:Here ji min re teştek av hûne!Mêrik av anî û ewa danî ber wezîr û ewî şiv avêtin teşta avê , rexek wê çû binî avê û rexê din bi ser avê ket,wezîr got:Rexê bin avê, binî ye û rexê ser avê, serî ye û here ji hêkim re bêje û diyariya xwe ji wî bibe .
Ev mirov çû cem hêkim,ewî dît ku tu kesî nikanîbû binî û serî şivikê ji hev derxista,hakim têgihîşt ku wezîrê wî ev tişt ji hev derxistiye,hêkim gote mêrik:Tu rastiyê bêje min!Kê ev şîret li te kiriye?Mêrik got:Ji zû de mirovek ji ber dewletê bazda bû û hatibû mala min,ewî ez hîn kirim ,li gor fermana hêkim ew mirov çû û wezîr ji hêkim re anî û ewî diyariya xwe jî bir û ew çû mal,li vir hêkim bi wezîrê xwe re got:Tu divê ji min re rastiyê bêjî !Te wê şevê li cem keçkê çi dikir?Wezîr got:Min tiştek ne kiriye,min şîva xwe xwar û ez vegerîm cem te .
Hêkim bawernekir û ferman daye celadê xwe ku ew wezîr li pêş milet bixenqîne,lê bûye sibe,hakim li ser biryara xwe rawestiya û careke din ji wezîr pirsî,wezîr dîsan got:Min tiştek nekiriye,rabûn û dixwastin wî bi darve xînin,xelk li dor wî kom bûn,lê ji nişkava keçik ji nav xelkê derket û hat cem wezîr û hinarek li erdê xist û perçên henarê li erdê belav bûn.
Wezîr têgiha,ew ji bo çi bû,eger wezîr rastiyê ji hêkim re bêje,keçik ji wî naxeyde,li vir wezîr her tişt ji hêkim re got,lê hakim pir dilxweş bû û lawik efû kir û ewî sernûve lawik kire wezîrê xwe yê milê rastê.
Em di vê çîroka jorîn de pir diçespînin ku şalyarên hakimdaran ne herdem ji hakim û serokên xwe re dilsoz in û bi hemû şêweyên ne rewane dixwazin hakimên xwe ji ser textên wan daxînin,li dawiyê carna ew nikanin bighînên armancên xwe, pîlanên wan aşkere dibin û ew bi xwe ji aliyê hakiman de têne kuştin.Em dîsan di vir de rolên pir xerap dibînin ku çawa hin berpirsiyarên mezin jî dixwazin bi riyên keç û namûsên xwe , xwe bikin serdar û destlatdarên mezin.
Dûmahîk heye
[1]