Bibliotheek Bibliotheek
Zoek

Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!


Search Options





Geavanceerd zoeken      Toetsenbord


Zoek
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Verzenden
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Gereedschap
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Talen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mijn account
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
Zoek Verzenden Gereedschap Talen Mijn account
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Over
 Willekeurig artikel!
 Algemene voorwaarden
 Kurdipedia Archivists
 Uw mening
 Mijn verzamelingen
 Chronologie van de gebeurtenissen
 Activiteiten - Kurdipedia
 Help
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 523,707
Fotos 105,972
Boeken 19,729
Gerelateerde bestanden 98,906
Video 1,422
Plaatsen
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: d...
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne...
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdi...
Rapora Bêkir û Hamilton ne tenê li dijî gelê Kurd de
Kurdipedia's Mega-Data is een goede hulp bij sociale, politieke en nationale beslissingen..
Groep: Artikkelen | Artikel taal: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Warderen
Uitstekend
Heel goed
Gemiddeld
Armoedig
Slecht
Toevoegen aan mijn verzameling
Schrijf uw commentaar over dit item!
Aanpassingen
Metadata
RSS
Zoek in Google voor een afbeeldingen voor het geselecteerde item!
Zoek in Google voor het geselecteerde item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Dr.Ebdilmecît Şêxo
Rapora Bêkir û Hamilton ne tenê li dijî #gelê Kurd# de
lê ewa li dijî bayê dêmokratiyê li Rojhilatanavîn e jî
Dr.Ebdilmecît Şêxo

Pir caran di dîrokê de şer û borandinên cîhanî mezin ji bo rizgarkirina gelên bindest dibin fersendên kêrhatî, ewan gelan sudên mezin ji wan heyamên awerte dibînin û dewletên serbixwe an nîv serbixwe ava dikin.
Şerê yekemîn di salên (1914-1918) de, rûxandina Împiratora osmanî û avakirina hin dewltên nîvserbixwe li ser xaka welatê erebî nimûneyên diyar in. Dîsan rûxandina destlata Sovyetistanê û Yogislafiya berê ji sala 1990 î û vir de bûne sedema serxwebûna pir komarên Sovyetistana berê û piştî cengeke mezin navxweyî di salên 1992-1995 de hin dewltên serbixwe li şûn Yogislafiya yekgirtî li gor hevpeymanaDatiyon di sala 1995 an de bi alîkariya Emêrêka hatin damezrandin û herweha jî di encama hilweşandina sêstêma sosyalistiyê ,Almaniya Rojava û Almaniya Rojhilat jî bûne yek dewlet.
Girêdayî van axivtinên jorîn jî, mirov dikane dîsan hevpeymana Sêverê ya ku di piştî cenga cîhanê ya yekem de, di sala 1920 ê de pêk hatiye, bi bîrhûne.
Li gorî peymana Sayiks-Pîko di sala 1916 an de, dewletên hevpeyman pir gel û axên wan gelan ji bin nîrê Osmaniyan rizgar kirin û dewletên nîvserbixwe di bin siyên koleddarên nû mîna Firansa, Birêtaniya, Îtaliya de av bûn.
Di wê demê de nûnerên gelê Kurd mîna Cenêral Şerîf Paşa daxwaza avakirina dewletek kurdî ji kongira aştiyêHevpeymana Sêverê kir, lê dewletên hevpeyman li gorî berjewendiyên xwe hinek giringî dane gelê Kurd û biryara pênasîna mafê gelê Kurd û damezrandina dewletek autonomî li ser(sedî 40) ji axa Kurdistana Bakur istandi bûn.
Ev hevpeymana û pênasîna mafê netewî ji aliyên dewletên navnetewî de di dîroka Kurdistanê de cihekî nirxbuha istanti bûn, lê mixabin dewletên hevpeyman li ser sozên xwe neman, her dewletek ji wanan li gorî kêrhatiyên xwe têkelî bi Mistefa Kemal Ataturk re kirin, li gorî sudên xwe li doza gelê Kurd temaşe kirin û nedixwastin biryara Sêverê dermafê gelê Kurd zû, zû pêk hûnin. M.Atatuk pêwendiyên xwe bi dewletên hevpeyman re rind dikir û li dawiyê di sala 1923 an de peymana lozanê derket hola siyasî. Dewletên hevpeyman di vê peymanê de gelê Kurd yekcarî ne anîn ser zimanên xwe,û ne jî çêra hevpeymana Sêverê bûn.Bi vî rengî gelê Kurd bûye qurbana berjewendiyên dewletên sermiyandar û koledar.
Lê dîsan gelê Kurd xwe ne spart qedera siyasî, ewî raperîn û şoreşên kurdî berdewam kirin. Di sala1946 an de li Îranê komara Kurdistan bi seroketiya nemir Qazî Muhemed û bi alîkariya hin dewletên navnetewî ava bû û bi alîkariya van dewletên navnetewî bi xwe jî komara Kurdistan hate rûxandin û serokê komara Kurdistanê jî hate darvekirin. Ev jî dîsan di dîroka siyaseta dewletên navnetewî de mîna Emêrîka, Firansa, Birêtaniya, Sovyetistana berê mînakeke geş e, armancên van dewletan berî her tiştî berjewendî ne û ne pêkanîna dêmokratiyê ye.
Dîsan wek nimûne, şoreşa Kurdistana Îraqê ya dawiyê bi seroketiya nemir M.M.Berzanî di sala 1975 an de bi alîkariya Emêrîka hate rûxandin , Emêrîka sozên xwe bi nûnerên gelê Kurd re bi cih ne anîn û şalyarê derve yê Emêrîka Hinrî Kêsingir gote raya giştî ku di siyasetê de sincî nîne.
Di sala1991 ê de raperîn li herêma Kurdistana Îraqê çê bûn, bi milyonan Kurd penaber bûn. Di 5. 04.1991 ê de en*****ena parastinê ya navnetewî biryara parastina herêma Kurdistanê derxist , di 19.05.1992 an de yekemîn perlemana kurdî hate hilbijartin û di 5.07.1992 an de yekemîn hukumeta kurdî jî hate ragîhandin .
Di van serbûyerên jorîn de rola Emêrîka di piştvaniya gelê Kurd de pir bilind bû, Kurdan gotin ; hêdî Emêrîka li xwe vegeriya ye, ewa dixwaze alîkariya gelê Kurd bi kêmasî li Kurdistana Îraqê bike, lewra jî piraniya partiyên Kurdistanê xwestin helwestên Emêrîka yên berê, û helwestên dewletên hevpeyman yên neyênî dermafê gelê Kurd di hevpeymana Lozanê de û rola Emêrîka di rûxandina şoreşa 1975 an de jibîr bikin û bi hişeke nû, bûyerên nû li cîhanê û bi taybetî li Rojhilatanavîn bixûnin.
Li aliyê din bi rastî Emêrîka û dewletên din mîna Birêtaniya, herêma Kurdistanê ji hêrişên Sedamê dîktetur parastin û gelê Kurd herêma xwe Kurdistan bi xwe xwe û bi rêbertiyên du partiyên sereke, P.D.K (kek Mesud Berzanî ),Y.N.K(mam Celal Talbanî bi rêvebirin. Pêwendiyên pêşengên Kurdistanê bi partiyên Erebên Îraqê û ji bo rûxandina rêjîma Sedam xurtir dibûn. Herweha jî hemû partiyên kurdistanî û yên Îraqî bi karên hevbeş ji bo têkçûna rêjîma partiya Bes têkeliyên xwe bi Emêrîka û Birêtaniya re pir baş kirin, û evan herdu dewletên hêzdar bi razîbûna hêzên îraqî û kurdistanî destlata Bes di 9.04.2003 an de bi hêrişeke leşgerî rûxandin. Heyameke siyasî nû li Îraqê peyda bû, d i cîhana siyasî de hate gotin, ku Emêrîka pirojeya xwe ya bi Rojhilatanavîn ya nû ji Îraqê de destpê kir, hemû hêzên dêmokrat û bi taybetî li Rojhilatanavîn bi rûxandina rêjîma dîktetur dilşad bûn, ewanan bi hêviyên mezin li pêşerojên xwe temaşe kirin. Du hukumetên Îraqê yên katî bi lihevhatinên partiyên kurdî û erebî û bi serdariyên van herdu berêzan 1- Îyad Elawaî 2- û Îbrahîm Elceferî hatin damezrandin
Di pişt re hukumeta Norî Elmalikî hate avakirin û berêz Mam Celal Talbanî mîna serokê Îraqa fêderal cara duhem hate vebjartin.
Bê guman di vê heyamê de jî destura Îraqa fedêral di perlemana Îraqê de hatiye pejrandin,û di desturê de hatiye ku divê li gorî xala 140 î pirsa Kerkuka kurdistanî ta sala 2007 an çareser bibe.
Lê weke ji hemû cîhanê re rind diyar bû ye ku ji roja rûxandina rêjîma Bes de û ta roja îro rêxistina Elqaîde ya têror, rêxistinên erebî sinî û hin caran yên şî-î û bermayên partiya Bes bi alîkariyên hin dewletên cîran û bi taybetî mîna dewleta Sûriyê şerê hukumeta Îraqa fêderal bi hemû alavên ne rewa dikin û ta niha bi hezaran hemwelatiyên îraqî bi karên têrorî û xwekujtinî hatine şehîdkirin .
Hêzên dewletên hevpeyman bi seroketiya leşgerên Emêrîka û leşgerên komara fêderal gelek aloziyên dijwar dîtine û hîn jî dibînin, ewanan mixabin nikanî bûn û hîn jî nikanin gelê Îraqê ji hêrişên têrorist, hêzên netewperest û kevneperest biparêzin, ango gelê Îraqê di bê aramiyeke mezin de dijî. Di van mehên dawiyê de pir eşkere bû ku dewletên hevpeyman bi serdariya Emêrîka ji xwe re li hin berdêlên çareseriyê digerin, lê bê guman ewanan dizanin ku çare li nik hêzên Erebên sinî, partiya Bes û dewletên dirawsê ye. Lewra jî destlata Emêrîka hîn beriya 9 mehan du kesayetiyên nasdar1-Bêkir ji partiya komarî (Elcomhorî ).2-Hamilton ji partiya Eldêmokratî ji bo amedekirina raporeke giştî şandin Bexdadê,û evan herduyan rapora xwe bi 160 rûpelî û bi 79 xalan di 1.02.2006 an de pêşkêşî raya giştî kirin. Çima ev rapora hate holê?
Her mirovek hêdî zane ku dewletên hevpeyman bi seroketiya Emêrîka hêdî nikane berevaniya gelê Îraqê bike, gelên wan dewletên hevpeyman û pir partiyên wan dewletan, rexnên xwe arastî destlatên xwe dikin, ewanan dibînin ku Emêrîka ,Birêtaniya li Îraqê binketî ne û hêdî ewanan naxwezin hemwelatiyên xwe li Îraqê bimirin. Ev her du partî naxwzin cemawer ji xwe dilsarî bikin û naxwazin jî berjewendiyên xwe li Rojhilatanavîn winda bikin, ji ber vê jî ewanan xwe neçar dibînin, ku nameyekê bi 160 rûpelan ji van hêzên karîger û dewletên dirawsê re bişînin .Bi ser vê de jî balyozê dewleta Emêrika Xelîl Zade hîn berîya derketina vê raporê bi dizî diyalogên lihevhatinê bi rêberên partiya Bes re li Urdonê pêk anî bûn. Diyar e mercên pêşengên Besiyan li ser Xelîl Zade pir giran bûn, çimkî ewanan ji wî re goti bûn û ji wî xwesti bûn; ta ku diyalog di navbera me de berdewam bibin, divê hûn di gava yekem de Sedam Husên ji zîndanê serbest bikin. Dêmek pir ji me re zelal dibe, ku çiqas Emêrîka li Îraqê serketî ye û ewa çiqas binketî ye.
Wek me got; rapora Bêkir-Hamilton nameyek pir zelale, Emêrîka dixwaze li ser navên van herdu siyasetvanên navdar Bêkir û Hamêlton ji dewletên cîranên Îraqê bi belge bêje; va ye tiştên ku hûn ji wan ditirsin, emê wan tirsan ji dilên we derxînin. Dewletên dirawsê pir bi dilxweşî li vê rapora bêzar temaşe kirin ji ber ku, ewanan û hemî hêzên dijî dêmokratiya Îraqê baş dîtin; ku Emêrîka li Îraqê westîya ye û ewa hêdî nikane pêdariyê baş li Îraqê bike .2-Ewa hêdî nikane pêpendiyê bi destura Îraqê ya rewa bike ango ewa niyaz dike ku destura Îraqê li gor hin berjewndiyên wan dewletan û wan hêzên regezperst bi kar hûnin.3- Ya herî giring ew e ku Emêrîka dixwaze bi çavên din li gelê Kurd û Kurdistanê temaşe bike, yanê Emêrîka (Bêkir –Hamilton) navê Kurd û Kurdistanê di rapora xwe de bi mebestek neyênî neanîne zimên, lewra ne dûr e ku ewa dixwaze nerasterast dîsan hevpeymana Lozanêhûne bîra van dewletên dirawsê û hevkarên wan.4-Ewan di rapora xwe de pirsa çareserkirina Kerkukê rawestandin.5- Ewanan dixwazin fêderaliya Kurdistana Îraqê jar bibe û destlatiya dewleta navbendî li Bexdadê li ser Kurdistanê hêztir bikin, ango ewanan dixwazin hukumeta herêma Kurdistanê qelstir bikin, ta ku rola gelê Kurd li Kurdistanê jartir û qelstir bibe û nikanibin di pêşerojê de bi hêz berevaniya mafên gelê Kurd yên dadmend bike û ta ku hukumeta herêma Kurdistanê nikanibe sudan li gelê Kurd li beşên din jî bike 6- Bêkir û Hamilton bi awayeke vekirî diyalogan bi dewletên cîran re dixwazin .
Lê dewletên cîran jî bi tektîkên jêhatî û li gorî berjewendiyên xwe bazarê bi Emêrîka re li ser hin pirsan vekir û li ser hin pirsên din bi nehênî dikin wek nimûne; Îran ji Emêrîka dixweze ku ewa pirojeya wê ya atomî rewa bibîne û hêdî şerê wê neke . û Sûriyê jî dixwaze ku Îsraîl gira Colanê li wê vegerîne.Turkiyê jî yekcarî naxweze ku Erebên şî î li Îraqê xawên roleke mezin bin, an fêderalî li herêma başura Îraqê ji bo şîyan jî ava bibe. lewra jî me dît ku di vê mehê de, çawaTurkiyê kongira Erebên sinî li Istenbolê hembêz kir.
Li aliyê din Sûriyê bi dizî ji Emêrîka dixwaze ku ewa çavên xwe li ser dadgeha navnetewî derbarê kujtina Refîq Elherîrî û şalyar Bîr Cemîl damrînin .
Em nikanin bawer bikin ku Sûriyê bi van daxwazên xwe re rastgo ye, ewa jî weke Emêrîka bazirganiya xwe dike, yanê ewa pir qezencan ji Emêrîka û ji Îsraîl dixwaze, lê bi ya me be, Sûriyê di rewşa niha de dê tenê li ser du daxwazan raweste;1-Divê ku Emêrika û hevalbendên wê rasterast bi rûxandina rêjîma partiya Besli Sûriyê neramin.2- Divê evan dewletan rastiya rapora dadgeha navdewletî dermafê Refîq Elherîrî û Pîr Cemîl bincil bikin3-Divê evan dewletan piştvaniya sazî û rêxistinên rikber li hundir û li dervayê welêt nekin.
Lê bi ya me be, hemû daxwaziyên din ji Sûriyê re ne pir giring in, ewa bi van daxwaziyên xwe mîna vegerandina gira Colanê, ji xwe re dike mîna ciwankirina rûya xwe ya netewî .
Li aliyê din jî Kundelîza Rayis şalyara derve ya Emêrîka hin caran di ragihandinê de dibêje; em diyalogan bi Sûriyê û Îranê re napejrînin. Bi vî rengî nirîna wê tersî banga Bêkir û Hamilton ji Sûriyê û Îranê re ji bo diyalogê ye. Ev du nirînên bervajî hev ji dewleta Emêrika cihê gumanin mezinin. Em dibêjin herdu dewlet pir tiştan ji hev dixwazin, lê herdu jî dixwazin li dawiya bazarê de li ser van du xalên niha zor giring û metirsî rawestin .!-Sûriyê alîkariya komara Îraqê ya fêderal bike,û alîkariya rêxistinên rikber û têrorîstan neke. Ev niha ji bo Emêrîka zor giring e.2- Li hember wê Emêrîka hukemeta Sûriyê ji rûxandinê û rikberan biparêze .
Bê guman eger di rastiyê de ev herdu dewlet li ser van herdu xalan bi tenê û bi dizî li hev bikin, di nirîna me de ewa ne tenê lêdaneke neyînî mezin ji Kurdan re ye, lê ewa wek tîreke din arastî hemû hêzên dêmokratîxwez li herêma Rojhilatanavîn dibe .
Hêzên dêmokratîxwz li van welatan berê qels û jar in, ewanan û mixabin nikanin li ser lingên xwe li hember destlaên welatên xwe rawestin. Vê carê ewanan dê her qelstir bibin û dê carek din cîhana dêmokratîxwezan bibe qurbana qezencên dewletên keysebaz û berjewendparêz.
Belkî ji ber van siyasetên Emêrîka yên çewt,Turkiyê wêrî bû, komgira Erebên sinî li Istenbulê hembêz bikira, ta ku Emêrîka hîn pirtir kompirîmîsan bi dewletên cîran re bike, hin daxwazên wan yên giring mîna pirsa Kerkukê û fêderaliya Kurdistanê )li Îraqê bibihîsin,û destkewtiyên gelê Kurdistanê dîsan beravêtî bikin .
Derçûna rapora Bêkir-Hamilton bêaramiyek mezin li nik serkirdayetiya hikumeta Kurdistanê û gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê peyda kir, serokê herêma Kurdistanê gelek bi lez helwesta xwe bi neyînî li diji vê raporê derbirî ,hemû partiyên Kurdistanê û bi hezaran rewşenbîr û siyasetmedarên serbixwe eva rapora rexnekirin.
Tevî em dizanin ku serok Corc Boş bi telîfonê bi serokê Kurdistanê kek Mesud Berzanî re û bi serokê Îraqê mam Celal Talbanî re goti bû , divê hûn xwe bê aram nekin, emê her tiştî li gor sudên Îraqê bikin, û em destkewtiyên xwe û we li Îraqê têknadin…serok Corc Boş bi van gotinên gelemper bersiva herdu serokan û bersiva gelê Kurdistanê û Îraqê anîn zimên. lê mixabin em dibînin ku bersiva serokê Emêrîka bersiveke ne zela e, di wê de tu çespandin li ser destkewtiyên gelê Kurdistanê û li ser Kerkukê û hêzkirina Kurdistana fêderal ranewestiya ye, lewra jî gelê Kurdistanê di ne hêminiyê de dijî û em hemî naxwazin bawer bikin ku Emêrîka carek din sozên xwe bi pêşengên Kurdistanê û gelê Kurd re bi chi nîne
Di encama van gotinên xwe de em dixwazin bêjin ku niha Emêrîka cihê rexneyeke mezin e 1-Ji ber ku ewê nikanî bû rewşa Îraqê berî rûxandina rêjîma dîktetur baş bixwenda.
2- Ewê nikanî bû pêşde rastiya hundir Îraqê bidîta.3-Ewê pêşda lîskên xwe yên siyasî bi dewletên dirawsê re nekiri bûn. 4-Emêrîka zora xwe tenê dabû hêza xwe ya leşgerî.5-Emêrîka û hevalbendên wê piştî rûxandina rêjîma Sedamî dîsan pir caran bi serê xwe biryar istandine û li gor nirînên xwe û bê qedirdayîn ji nirînên partî û rêxstinên îraqî re, bi taybetî di warê asayêşê de gavên xwe şaş avêtine.
Em bawer dikin hîn pir xalên din li pişt perdan hene ku em niha nikanin wan bibînin, bê guman di rojên duhatî de dê hîn gelek pirsên din zelal bibin .
Lê eger sedemên Emêrîka çi dibin ,bila bibin ,ewa û hevalbendên xwe ve bi pêkanîna vê raporê dîsan birîneke gewre di terma tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de vedikin û ziyaneke bêsînor digînin bizava dêmokratiyê li Rojhilatanavîn.
Lewra, divê ne tenê gelê Kurd li Kurdistana başur nerazîbûna xwe ji rapora van herdu siyasetmedaran derbibirin, lê pêwîst e gelê Kurd li her sê beşên din jî, hemû rêxistin û partiyên dêmokratîxwez, aştîxwaz û bi kêmasî li Rojhilatanavîn bi awayên şarastanî helwestên xwe li dijî xalên neyênî di raporê de hûnin zimên .
[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 13 keer bekeken
HashTag
Bronnen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 23-06-2024
Gekoppelde items: 3
Groep: Artikkelen
Publication date: 00-00-2006 (18 Jaar)
Provincie: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Soort document: Originele taal
Technical Metadata
Item Kwaliteit: 99%
99%
Toegevoegd door ( ئاراس حسۆ ) op 23-06-2024
Dit artikel is beoordeeld en uitgegeven door ( سارا ک ) op 28-06-2024
Dit item is voor het laatst bijgewerkt door ( سارا ک ) op: 28-06-2024
URL
Dit item is volgens Kurdipedia's Standaarden nog niet afgerond en verder moet het herzien/aangepast worden!
Dit item is 13 keer bekeken
Attached files - Version
Type Version Toegevoed door
Bestaandsfoto 1.0.14 KB 23-06-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Biografie
Araz Talib
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw
Biografie
Shene Baban
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken

Actual
Plaatsen
Mardin
25-08-2012
هاوڕێ باخەوان
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
23-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 523,707
Fotos 105,972
Boeken 19,729
Gerelateerde bestanden 98,906
Video 1,422
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Biografie
Araz Talib
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw
Biografie
Shene Baban
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken
Folders
Artikkelen - Provincie - West Koerdistan Bibliotheek - Provincie - Buitenland Bewijsstukken - Provincie - Buitenland Politieke partijen en orgaandonatie - Provincie - Netherlands Bibliotheek - Provincie - Netherlands Bibliotheek - Soort document - Originele taal Artikkelen - Soort document - Originele taal Bewijsstukken - Soort document - Originele taal Politieke partijen en orgaandonatie - Organisatie - Religieus Bibliotheek - Boek - Geschiedenis

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Contact | CSS3 | HTML5

| Pagina wordt gegenereerd in: 0.516 seconde(n)!