=KTML_Bold=Helbestvana Iraqî: #Jinên Kurd# wêneyên herî xweş ên rizgarînê nîşan dan=KTML_End=
Helbestvana Iraqî Sara Talib El-Sûhêl da xuyakirin ku jina Kurd heta roja îro gelek berxwedanî kiriye, li hemberî her zor û zehmetiyan xwe girtiye û navê xwe li ser pelên dîrokê nivîsandiye.
El-Suhêl hezkirina xwe ya mezin li hember hêza jinên Kurd nîşan da û got, jin îro li her qadê pêşengiya xebatê dike.
El-Suhêl, anî ziman ku dîrok bi berxwedana jinên Kurd xemiliye û wiha domand, “Jina Kurd navê zilmê ji holê rakir û xwe di meydana şerê li hember çeteyên DAÎŞ’ê de bi serketin da naskirin. Jinên Kurd, urf û adetên ku bi sedsalan wan girê dabûn, red kirin û bi hemû awayên bi rûmet li ber xwe dan. Xebatên xwe yên di warê ragihandinê de bi wijdan meşandiye. Her çend gelek zehmetî jiyaye jî, lê ev nebû cihê ketin û cih mayînê. Ew li pêşiya xwe nêrî û rêka xwe berdewam kir.”
El-Suhêl, da zanîn ku jinên Kurd bi hemû hêza xwe li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê serî hildan û wiha axivî, “Ne tenê di aliyê fîzîkî de her wiha bi hêza xwe ya fikirî jî DAÎŞ’ê têk bir. Jinên kurd bi zanista xwe ji çeteyan re dan xuya kirin ku jina kurd tu carî nakeve û li hember şeran nayê çewisandin.”[1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 82 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!