Nesim SÖNMEZ
Di sala 1971ê da li bajarê Erziromê li navçeya Tekmanê li gundê Altûnan (Toptepe) hatiye dinyayê. Di sala 1989an da li Erziromê lîseya Îmam-Xetîbê qedandiye. Li gorî kevneşopiya medreseyên Rojhilat di medreseya bavê xwe da, di heman demê da xwendiye. Ji sala 1991ê hetanî sala 2003yan li navenda bajarê Erzirom û bajarê Îzmîrê melatî kiriye û ji sala 2003yan hetanî 2014an li bajarê Erzirom û bajarê Rîzeyê di lîseyên Îmam-Xetîban da mamostetiya zimanê ‘Erebî û mudûrtiya wan dibistanan kiriye. Di navbera salên 2009-2014an
da, li bajarê Erziromê di Zanîngeha Ataturkê da di Fakulteya Edebiyatê da di beşa ‘’Ziman û Çanda Erebî’’ da bi mijara “Cahiliye Döneminde ve Sadru’l-İslam Döneminde Hitabet” teza xwe ya doktorayê qedandiye. Di sala 2014an da li Zanîngeha Van Yüzüncü Yil’ê di Enstîtuya Zimanên Zindî da weke Dr. Mamoste dest bi wezîfeyê kiriye. Hetanî vê gavê, di heman zanîngehê da serokatiya Beşa Ziman û Çanda Kurdî dike. Nivîskar; Kurdî, Tirkî û Erebî dizane, zewiciye û bavê du kur û keçekê ye.
=KTML_Bold=Berhemên Nivîskar:=KTML_End=
- Karşılaştırmalı Hitabet -Cahiliye Dönemi ile İslam’ın İlk Dönemi- Rağbet Yay. Çapa
Yekem, İstanbul 2018.
- Îlmihala Şafiî, Weşanên Sîtav, Wan 2014.[1]