Ferhenga Destî; Umîd Demîrhan; 2007
Ferhenga Destî ferhengeke kurdî bi kurdî ya Umîd Demîrhan e û çapa wê ya yekemîn di tebaxa 2006'an de pêk hat. Lê wisa dixuye ku ferhengsaz Umîd Demîrhan hin kêmasiyên vê çapê dîtine; pêwistî bi berfirehkirin û sererastkirinê dîtiye û lewre bi hin zêdehiyên nû ve çapa duyem amade kiriye. Çapa ferhengê ya duyem û berfireh ji aliyê weşanên Sewadê ve di rezbera 2007'an de derket û tê de 16 000 peyv hene. Ji bo xurtkirina wateyên peyvan jî bi qasî 1600 gotinên pêşiyan hatine bikaranîn. Di dawiya ferhengê de bîbliyografyayeke nivîsarên li ser zimanê kurdî heye û wisa dixuye ku nivîskarî piraniya çavkaniyên ferhengsaziyê li ber çavan re derbas kirine. Her wiha ebada vê çapa berfireh ji ya kevn mezintir e û ji 496 rûpelan pêk tê. Taybetiya vê ferhengê ew e ku di nav kurdên bakur de ferhenga kurdî bi kurdî ya yekem e.
Hetanî roja îroyîn di nav kurdên bakur de tu kesî dest neavêtibû ferhengeke neteweyî. Lê di tebaxa 2006'an de ferhenga yekem a kurdî bi kurdî ya bi navê Ferhenga Destî ji aliyê ziman-nas Umîd Demîrhan ve hate amadekirin û ji weşanên Nûbiharê derket. Piştî ku ev çap qediya û di bazarê de nema, çapa wê ya duyem a berfireh jî di nav weşanên Sewadê de derket (Rezber2007).
Läs boken: Ferhenga Destî kurdî bi kurdî
Total nedladdning:
3,562 gånger
Vi ber alla författare, översättare och förläggare för att informera oss om de inte är överens att få sina böcker hämtas från Kurdipedia server .
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 29,884 gånger