=KTML_Bold=#Tutak# (Dutax)=KTML_End=
Dutax (bi tirkî: Tutak) yek ji navçeyên Agiriyê ye. Li başûr-rojavayê Agiriyê dikeve. Rûber 1.562 km², bilindahî ji rûyê avê 1.565 m ye. Di qeydên dîrokî yên Osmaniyan de hin caran navê Dûtaxê wekî Dûrtax, Entab jî derbas dibe. Êzidî li vê herêmê re dibêjin Êzdîxan an jî Êzdîxane, berê li vê derê Êzdî pir bûne. her wuha tê gotin ku Kurdên vê derê hemû êzdî bûne. ev herêm herêma êla Sîpkî ya ye û Sîpkî vê dawiyê de bûne Misilman. Axa herêmê pirranî çiyayî ye. Deşta Dutaxê (Entabê) berbiçav e. Robara Miradê û şaxên wê Sêvik, Dadikan, Kêrsing, Çemik di axa navçeyê de derbas dibin. Gola Zer ciheke xweşik ê herêmê ye. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye.
=KTML_Bold=Wargehên turîstîk ên navçeyê=KTML_End=
Dêra binerdî ya Noktûlî
Keleha Katavînê
Keleha Humê[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî) språk, klicka på ikonen
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 738 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !