Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,075
Bilder 106,677
Böcker 19,298
Relaterade filer 97,292
Video 1,392
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
DI ÇAPEMENIYA KURDÎ YA DEWRA OSMANÎ DE WERGERA WÊJEYÎ
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DI ÇAPEMENIYA KURDÎ YA DEWRA OSMANÎ DE WERGERA WÊJEYÎ

DI ÇAPEMENIYA KURDÎ YA DEWRA OSMANÎ DE WERGERA WÊJEYÎ
DI ÇAPEMENIYA KURDÎ YA DEWRA OSMANÎ DE WERGERA WÊJEYÎ
MESÛD SERFIRAZ

DESTPÊK
Mirovayetî mehkûmê çeşîdiya zimanî ye. Vê mehkûmiyetê navgîneke elzem afirandiye: Werger. Mirovên xwedî ziman û zaravayên cuda bi saya vê navgînê gihiştine hevdu, hevûdin nas kirine, bi hev re têkilî danîne. Naxwe em dikarin bibêjin ku dîroka wergerê pir dûr û dirêj e, heta ya nivîskî digihe peymaneke di navbera Hitît û Misriyan de. Lê ji vê zanista berfireh a ku hezkirên edebiyatê zêdetir eleqedar dike “wergera wêjeyî” ye, lewra wergera wêjeyî tercumekirina metnekî edebî li zimanekî din e. Bi vî awayî xwendevan digihine metnên edebî yên ku ji xwendina wan a bi zimanê resen mehrûm in. Giringiyeke din a wergera wêjeyî jî ew e ku yek ji hîmên edebiyata berawirdî (muqayeseyî) ye.1
Eger em bixwazin ji dîroka wergera kurdî re destpêkekê diyar bikin, em dikarin biçine heta sedsala nehemîn ku zanayê keldanî Îbnî Wehşiyye, li goristana xirîstiyanan a li Bexdadê, sih kitêbên bi alfabeya Masî Sûratî dîtiye û ji van du hebên bi kurdî wergirtiye û yek ji wan wergerandiye erebî.2
Bi taybetî piştî ku mîsyonerên xirîstiyaniyê bal û dêhna xwe didine Kurdistanê, bi destê wan di wergera kurdî de qadeke nû û balkêş vedibe. Wekî mînak Maurizio Garzoni, di berhema xwe ya bi navê Grammatica e Vocabolario Della Lingua Kurda de du duayên xirîstiyaniyê werdigerîne kurdî.3 Dîsa di sedsalên nozdehemîn û bîstemîn de li Stembol, Londra, New York û Julfa gelek wergerên încîlê yên bi kurdî têne weşandin. Ji bo wergera bi destê kurdekî mînaka me wergera Şerefnameyê ya Mela Mehmûdê Bazidî ye ku di sala 1275/1858an de temam kiriye.4
Ev wergerên ku me qal kirin ne mînakên wergera wêjeyî bûn. Mînaka wergera wêjeyî di sedsala hijdehemîn de derdikeve pêşberî me ku Ehmed Faîq, Mem û Zina Ehmedê Xanî wergerandibû tirkiya osmanî.5
Ev nivîs berê xwe dide çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî û di nay wa de li wergera wêjeyî digere. Bi vî awayî ev gotar naçîzane berdewema nivisa “Di Çapemeniya Kurdî ya Dewra Osmanî de Helbesta Kurdî” ye.6
1. Mînaka ewil ji bo wergera wêjeyî
Di çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî de ji bo wergera wêjeyî mînaka ewil wergerandina çarîneke mechûl a bi kurdî bal bi tirkî ve ye. Ez dibêjim mechûl lewra ne xwediyê helbestê ne jî wergêrê wê diyar e. Ew di dawiya hejmara çaremîn a Kurd Te’avun ve Terakkî Gazetesi de [Rojnameya Arîkarî û Pêşveçûna Kurdan-RAPK] di nava nivîsekê de derbas dibe û ev nivîs jî bêîmze ye. Di nivîsê de navê wergêr derbas nabe lê ew wekî “ezkiya-i ahrardan” yanî “ji jîrên azadîxwaz” tê binavkirin:

Xân bû çav, ji histira
Ez mirim, gelî bira
Derda min bê gotinê
girîn tê ji kevira

Kan oldu gözde yaşlar
Ben öldüm, arkadaşlar
Derdim söylenebilse
ağlardı dağlar, taşlar7

Bi rastî jî ev mînak navê “wergera wêjeyî” heq dike. Ji ber ku metnê resen wêjeyî ye û wergêr jî ew bi awayê wêjeyî wergerandiye: mîna metnê resen her risteya metnê wergerê jî 7 kîte ye û her du jî xwedî qafiye (histir, bir, kevir; yaş, arkadaş, taş) û redîf (-a; -lar) in.
2. Wergera ji zimanên biyanî bal bi kurdî ve
Di bin vî sernavî de em ê qala du mînakan bikin ku wergêrê herduyan jî Xelîl Xeyalî ye. Xelîl Xeyalî (1865-1946), ew rewşenbîrê piralî û xemxwarê kurdî ku Elîfbayê Kurmancî telîf kiriye, pêşengîtiya Civata Hêvî kiriye, di Rojî Kurd û Hetawî Kurd de gelek gotar weşandine8 du helbestên tirkî jî wergerandine kurdî9:
Wergera ewil a Xelîl Xeyalî di Rojî Kurdê de wergera helbesteke Mehmed Akîf [Ersoy] e. Helbest bi hedîseke Hezretî Pêxember a di wateya “Kî derdê misilmanan neke derdê xwe ew ne ji wan e” dest pê dike û di bin de jî têbineyeke wergêrî heye: “Ev hedîsa ha ji anî Mehmed Akif beg şair[ê] meşhûr [ê] tirkan bi ziman[ê] şi’rê hatiye gotin, em jî ji bo kurdan tercume dikin, eger tê da kêmasîk hebê lê biborin.”10
Her çiqas îro ji ber ku Merşa Serxwebûnê ya Komara Tirkiye (İstiklal Marşı) nivîsandiye wekî “Şairê Milî” bê binavkirin jî Mehmed Akîf wê demê yek ji parêzvanê fikra îslamî bû û îtîfaqa misilmanan diparast. Wî nezanî, kasûlî û xemsariya misilmanan rexne dikir û ev yek di piraniya helbestên wî de û di vê ya ku Xelîl Xeyalî wergerandiye de xuya dike:

Li kû ye mislimanî! Ji me boriye heta merivayî
Ger xelq xapandine meqsed: kes nake bawerî
Çend misilmanî heqîqî min dî: hemû li qebrê da ye
Misilmanî, nizanim heye ema xala min di heşrê da ye 11

Wergera duyem a Xelîl Xeyalî jî di Hetawî Kurd de wergera helbesteke Tahiru’l-Mewlewî ye: Tahiru’l Mewlewî yan jî bi navê xwe yê fermî Tahîr Olgun (1877-1951), yek ji helbestvan û rewşenbîrê tirk e.12 Wî, ev helbesta xwe li ser koçberên Rûmelî ku piştî Şerê Balkanan mecbûr mane warê xwe biterikînin û werin nav sînorên Osmanî nivîsandiye. Ev helbest, ji aliyê Rumeli Muhacirîn-i İslâmiye Cemiyeti ve [Civata Goçberên Misilman ên Rûmelî] wekî broşureke mezin çap dibe û bo arîkariya wan tê firotin.13 Li ser broşurê bi puntoyeke mezin “Bulgar Mezalimi [Zilma Bulgaran]” dinivîse, di bin de jî gotina “Intikam Levhası [Lewhaya Tolhildanê)” derbas dibe. Ev îfade jî û zimanê helbestê jî pir hêrs e û misilmanan bangî tolhildanê dike.
Xelil Xeyalî, ev helbesta Tahiru’l-Mewlewî 28ê sibata 1914an de wergerandiye kurdî û ew tevî orjînala wê di dehemîn hejmara Hetawî Kurd de hatiye weşandin. Helbest ji şeş çarînan pêk tê14 û di kovarê de wekî du stûnan çap bûye. Li stûna rastê orjînalê helbestê, li aliyê çepê wergera wê ya kurdî cih digire:

Kulağında küpe olsun unutma
Rûmilinin dağı taşı ağlıyor
Kan içinde her su başı ağlıyor
Parçalanmış gövdelerin yanında
Can çekişen arkadaşı ağlıyor

Bîr meke bile di goy te da guwar be
Dar û berê Rûmîlî digirî
Di nav xwîn da her çem û kanî digirî
Li bal cendek[ê]d parî bûyî
Heval[ê] li ser rih danî digirî 15

3. Wergera ji kurdî bal bi zimanên biyanî ve
Di bin vî sernavî de em ê qala zêdetir mînakan bidin. Lewra ji komeleyên ewil heta dawiya Osmanî, yek ji hesasiyetên netewperwerên kurd isbatkirina hebûna edebiyata kurdî û dewlemendbûna wê ye. Wekî mînak M. M. ango Mihemed Mîhrî di destpêka nivîsa “Edebiyât-1 Kürdiyyeden Ba’zi Numûneler [Ji Edebiyata Kurdî Cend Nimûne]” de tîne ziman ku ne tene ziman û edebiyat her tiştê kurdan di bin perdeya jibîrkirinê de maye. Hela ku in havenda xilafetê û kaniya ilmê li Stembolệ, kesên zana û demeke direj li Kurdistanê kar kirine jî dipirsin “Yahû ma edebiyata kurdî heye?” an jî “Zimanê kurdî bi kêrî edebiyatê tê?”. Ji ber vê yekê Mihemed Mîhrî wekî bersiveke van pirsan biryar dide ku bi kurdî, goranî û kurmancî çend xezel, beyt, stran, goranî, lawje, hayran, lawik û bêîteyan binivîse, wergerîne û di Jinê de belav bike.16
Dibe ku armanceke netewperwerên kurd a bi vê helwestê ew be ku îmaja xirab a kurdan ku li nav Ewropa û Osmanî belav bûye têk bibin, beramberî wê “medenîbûn”a xwe nîşan bidin. Lewra berevajî folklorê, edebiyata nivîskî nîşaneya bajarîbûnê, bajarîbûn jî bingeha medeniyetê ye.
Yê ku bi awayekî sîstematîk helbestên kurdî tevî wergera wan a tirkî diweşîne Mihemed Mîhrî ye. Ew dixwaze bi navê “Tabakât-i Üdebâ-yı Ekraîd [Jînnameya Wêjevanên Kurd]”, berhemekê amade bike, hem jî wekî bingeha vê projeyê hem jî ji ber sedemên li jor di kovara Jîn17 û Kurdistan18 de bi sernavê “Edebiyât-I Kürdiyyeden Ba’zı Numûneler” de pênc nivîsan amede dike û di wan de helbestên Mistefa Begê Kurdî, Nalî, Melayê Cizîrî û Mîhrî werdigerîne tirkî. Metnên ku Mîhrî diwergerîne wêjeyî ne lê wergerên wî gumanbar in, lewra ew helbestan bi awayê pexşan werdigerîne.
Di nav çarçoveya vê nivîsarê de helbestvanê kurd ê ku herî zêde helbestên wî hatine wergerandin Nalî ye: Ji nivîsareke di Jînê de em hîn dibin ku di 1324an de (1908ê mîladî) helbesteke Nalî li fransî hatiye wergerandin û di rojnameyekê de hatiye weşandin. Lê di orjînalê kovarê de ji ber ku navê rojnameyê jê çûye em nizanin bê ka ev werger li kû derketiye.19 Dîsa di RAPKê û Jînê de jî helbestên Nalî tevî wergera wan a bi tirkî hatine weşandin. Balkêş e, helbesteke Nalî ya bi farsî jî ji aliyê Suleymaniyeli Tewfiq ango Piremêrd ve li tirkî hatiye wergerandin. 20
Helbesta Nalî ya di RAPKê de munaceatek e. Di bin nivîsê de navê wergêr nanivîse, lê em dizanin ku di Jînê de Mihemed Mîhrî di bin sernavê “Edebiyat-ı Kürdiyeden Bazı Numûneler” de helbesteke wî weşandiye û wergerandiye tirkî jî. Dîsa Suleymaniyeli Tewfiq jî helbesteke Nalî wergerandîye tirkî. Li gor vê yekê wergêrê vê helbestê yan Mihemed Mîhrî yan ji Suleymaniyeli Tewfiq e. Bi min îhtîmala ku Mihemed Mîhrî be zêdetir e; lewra Mihrî wergerê xwe bi pexşan, Suleymaniyeli Tewfiq bi menzûm dike û wergera về helbestê pexşan e:21
Eu cîlwederî husn û cilewbexşî temaşa
Serrişteî dîn be mededî to nîye, hasa

Tercüme
Ey hüsne cilve-i tecellî ve nazar-i temaşaya celâ-yı teali bahşeden mübdi Hekim! Senin meded-i maʼnevî-i ulûhiyetin rabitabend-i vücud olmasa, haytuşşua’-ı rü’yet veyahud hablülmetîn-i dîyanet serriştesi husûlpezîr olur mu? Hâşâ, olamaz.22
Helbesta Nalî ya ku Mihemed Mîhrî wergerandiye û di Jînê de hatiye weşandin xezelek e:
1- Saqî, be meyî kone le ser adetî new be
Bişkêne be yek nobe du sed matemî tewbe
1- Ey sakî, eski bir kadeh meyle aşk ve muhabbet âleminde yeni bir âdet ve ayini icra ve bir işretin tareb ve sururüyle tevbe ve tezehhüdden hâsıl olan ikiyüz matemi tar-ü mar et!23
Suleymaniyeli Tewfiq jî helbesteke Nalî, ku ji bo bajarê xwe Şarezûr wekî nameyeke menzûm nivîsandiye, werdigerîne tirkî. Cudahiya vê wergerê ji yê din menzûmbûna wê ye:
Qurbanî tozî rêget im, ey badî xoşmurûr
Ey peykî şareza be hemû şarî Şarezûr
Ey lutfekit xefi-w hewaxwah û hemdemim
Wey sirwekit beşaretî sergoșey huzur
Gahê debî berûh, dekey baweşênî rûh
Gahê debî bedem, dedemênî demî xurûr

Canım feda güzergâhina, bâd-1 hoşmürûr
Ey peyk-i aşinası bütün şehr-i Şehrezûr
Ey gizli gizli lütfün hevahahım, hemdemim
Ey estiğin zaman esiyor kalbime huzur
Ruhunla ruhu yelpazelersin zaman zaman
Nefh eyliyor demin de dema-dem dem-i gurur24
Suleymaniyeli Tewfiq, di nivîseke xwe ya din de pêşî ji çapnebûna berhemên dahiyên kurd gazin dike pasê jî beşek ji helbesta Mehmed Axayê Derbendfeqereyî ku li ser tirba dergistiya xwe xwendiye tevî wergera wê ya tirkî neql dike. Li gor Tewfik ev helbest “en eski Kürdçe Zend şivesiyle” ango bi kurdiya herî kevin şîweya (zaravayê) zend hatiye nivîsandin:
Gilkoy tazeî Leyl
Arû şîm we seyr gilkoy tazeî Leyl
Ne payay mezar ew Leylî pirrmey
Ce didem waran esrînan çûn seyl
Şîm we serîneş b’ew diley pirrcûş
Sengî mezariş girtim be axûş

Leylâmın güllü kâşanesine
uğradım bugün, yeni kâşanesine
Leyl-i pürmeylin ebedî yurdunda
yaşlarım boşanıyordu seylâbe tarzında
Cûşişli gönlümle başucuna vardım
mezar taşlarına sarıldım kaldım2

Di çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî de ne tenê helbestên klasîk ên kurdî, nimûneyên folklora kurdî jî hatine wergerandin. Wekî mînak Mihemed Mîhrî, straneke “avama mahsûs” ango gelêrî tevî wergera wê ya tirkî weşandiye.
Birrê zerîyê gunde me meşane geştê û seyranê.

Til-w peci di mûmî пе.
Dev û diran şekirî ne.
Birû reş in, hakimî ne.
Navteng zirav, Kurmancî ne.
Solê lingan Mosilî ne.
Berî wê sibê, wê kubarê bi tilî-w pêçîyê wek mûmêd xwe gula
diçinin tev rîhan

Tercüme
Köyümüzde mevcud olan mahbubelerin bir kısmi teneffüs ve temaşaya gidiyorlardı. Şu dilberlerin parmak ve pençeleri balmumu gibi lâtif ve yumuşak, diş ve dudakları şeker gibi tatlı ve beyaz, kaşları Kürdistan hükümranzadelerinin kaşları gibi siyah ve mukavves, belleri Kurmanc taifesine mahsus ince ve nazik, ayaklarındaki yemeniler Musul vilâyetinde yapılan yemenilerdir. Sabah erken ve ezan zamanında, şu seyran esnasinda nazık, tay ve balmumu gibi yumuşak pençe ve parmaklarıyle reyhan, gul ve çiçekleri devşiriyorlardı.26
Wergerên heta niha tev menzûm bûn, ji bo pexşanê mînaka yekane ya wergera wêjeyî, ya Xelîl Xeyalî ye. Xeyalî, di RAPKê de tiştekî balkêş dike û nivîseke (ceribandin) xwe ya bi kurdî dîsa ew bixwe werdigerîne tirkî û nivis bi vî awayî du zimanî tê weşandin. Nivîs bend bend hatiye wergerandin û di bin her benda kurdî de wergera wê ya bi tirkî heye:
Weten, tu çi qa ezîzî, tu çi qa letîf î! Lalezarê te ji xwîna şehîdan e. Sinbil û rihanê tejî rindaya çavê egîtan e. Wextekî her terefê te ava bû, her goşeê te mecmeê siwaran bû, dar û berê te menzilê xortan û lawan bî, deştê te bi cotyaran, zozanêd te bi konan, newalêd te bi kerîyê pezan, mêrgêd te bi refe hespan, guher û mexelêd te bi bêrîvanan xemilîbû; her alîyê te wekî cenneta derewî bû; ne di dilê me da girîyek, ne di terşê me da kêmasîyek hebû. Nagah tofana zilm û îstîbdatê muselletê te bû, ewladê de kuş, ger terefê te xirakir, tê da eserê şahî û bextyarîyê nehîșt.

Tercüme
Vatan, sen ne kadar mukaddes, ne kadar lâtifsin! Lâlezarın hûn-ı şühedadan, sünbül-ü reyhanın letafet-i vech-i şücʻandan mürekkebdir. Bir vakitler cevanıb-ı erbaan birer ma’mûrezar, her köşen süvarilere bir mecma’, eşcar-ü cibalın genclere, babayiğitlere birer melce’idi; ovaların çiftçiler ile, yaylaların çadırlarla, derelerin koyun, mer’aların at sürüleriyle, mandaların süd sağan genc kızlada müzeyyen bir cennet idi; ne gönlümüzde bir keder, ne de malımızda bir noksan var idi. Ansızın tûfan-i zulm-ü istibdad sana musallat oldu; evlâdını öldürdü, her tarafinı tahrîb etti; bir yerinde âsâr-ı meserret ve saadet bırakmadı.27

Encam
Wergera wêjeyî di nasîna edebiyatên biyanî de û di danasîna edebiyata xwe de rêyekê giring û elzem e. Gava em berê xwe didine çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî, em dibînin ku di wê de wergera wêjeyî heye lê ev danûstan zêdetir bi zimanê tirkî re çêbûye. Ev ji aliyekî ve tiştekî pir normal e, ji ber ku rewşenbîrê wê demê tebeayên Osmanî bûn û di mînaka Mihemed Mîhrî de jî tê dîtin ku dixwestin hebûna xwe nîşanî rewşenbîr û rayedarên Osmanî bikin. Lê gava em bi edebiyata tirkî ya piştî Tenzîmetê re muqayese bikin, di wê dewrê de nebûna wergerên ji zimanê Ewropî kêmasiyek e.
Wekî mînak nivîskarên tirk yên wê demê Şînasî, Namik Kemal, Recaîzade Ekrem hwd. di heman demê de wergêr jî bûn. Ji zimanên Ewropî roman, şano û helbest wergerandine û paşê jî li ser vê bingeha wergerê wan bixwe berhem telîf kirine. Gava Namik Kemal romana xwe ya yeken Intîbah nivîsandibû, ji zimanên Ewropî ji bîstî zêdetir roman û çîrok li zimanê tirkî hatibûne wergerandin.28
Gelek rewşenbîrên kurd ên wê demê, bi qasî yên tirk bi frensî dizanîn ê xuya ye di wergerandina çîrok, roman û şanoyê de karekî şênber nekirine. Mirov dikare sebebên derengmayîna romana kurdî jî bi vê nebûnê ve girê bide. Lê di çîrok û şanoyê de îstîsnaya vê heye. Bêyî ku ji wan cureyan wergerek di kurdî de hebe çîrok û şanoya yekem a kurdî di vê dewrê de hatiye nivîsîn: “Çîrok”a Fuad Temo ya nîvco (1913, kovara Rojî Kurd) û şanoya Memê Alan a Evdirehîm Rehmî (1919, kovara Jîn). Haşim Ahmedzade dibêje ku kurd bi romanê re ne bi wergerê lê bi rêya zimanên cîranê xwe (erebî, tirkî, farsî) aşîna bûn.29 Ji bo kurdên Qefqasyayê mirov dikare rûsî û ermenkî jî li van zimanên cîran zêde bike û bi min em dikarin çîrok û şanoyê jî tevlî vê tesbîtê bikin. Lewra gava Fuad Temo û Evdirehîm Rehmî dest avêtine qelemê, li ber dest bi zimanê wan mînakek nebû, lê bi tirkî pir bûn.
Di sedsala nozdehemîn û bîstemîn de -bi taybetî piştî Tenzîmatê- taybetmendiyeke balkêş a rewşenbîrên Osmanî heye: ew her tişt in! Helbestvan, romannivîs, şanonivîs, wergêr, rojnamevan, kovarger, weşanger, sîyasetmedar, bûrokrat hwd. Em dibînin ku vê “her tişt”iyê pisporî û profesyonelî têk biriye, gelek caran jî “her tişt” nîvco hiştiye. Heman tişt ji bo rewşenbîrên kurdan jî derbas dibe. Her du wergêrên sereke yên kurdî-Xelîl Xeyalî û Mihemed Mîhrî- ne pispor û profesyonelê wergerê ne. Xelîl Xeyalî memûrekî dewletê bû. Mihemed Mîhrî jî perwerdeya dîn û hiqûqê ditibû, di Medreseya Fatîhê de dersîamî û paşê jî parêzvanî kiribû, xwediyê kovara Kurdistanê (1919, Stembol) bû, û di nav tevgera kurdî ya dewra Osmanî de jî cih digirt.30 Lê xuya yê wan bi hesta netewî û wekî erka rewşenbîrî dest avêtiye wergerê jî.

Çavkanî
1.Aytaç, Gürsel, Karşılaştırmalı Edebiyat Bilimi, İstanbul, Say Yayınları, ç. 2, 2009, r. 41-42.
2.Yıldırım, Kadri, “Kürtlerin İslam Öncesi Alfabe Serüveni”, Kürt Tarihi, h. 5 (sibat-adar 2013), r. 28.
3.Garzoni. Maurizio, Grammatica E Vocabolario Della Lingua Kurda, Roma 1787. r. 283-284.
4.Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, wer. Mela Mehmûdê Bazîdî, amd, Seid Dêreşî, Dihok, Dezgeha Spîrêz, 2007, 621 r. Xuya ye Mela Mehmûd pariyek jî îskendernameya Nizamî û hê gelek tiştên dî jî wergerandine kurdî. Bnr. Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, amd. Jan Dost Stenbul, Weşanên Nûbihar, 2010, r. 16-19.
5.Adak, Abdurrahman, “Di serdema Osmaniyan de li pey rêça Ehmedê Xanî: Sê Mem û Zînên bi Tirkî”, Nûbihar, j.120 (havîn 2012), r. 16. Ji bo tîpguhêziya latinî ya wergera Ehmed Faîq bnr. Ahmet Faîk, Mem O Zîn, amd. Sırri Dadaşbilge, Istanbul,
6.Bnr. Serfiraz, Mesûd, “Di Çapemeniya Kurdî ya Dewra Osmanî de Helbesta Kurdî”, 1969, Matbaa Teknisyenleri Basımevi, XVI+244 r. Wêje û Rexne, j.1 (rêbendan-sibat-adar-avrêl 2014), r. 8-23.
7.Bozaraslan, M. Emîn, Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesi Kovara Kurdi-Tirkî 1908-1909, Weşanxana Deng, Uppsala, 1998, 204
8.Derbarê Xelîl Xeyalî de bnr. Baykuşak, Tahir, “Xelîl Xeyalî Modan (1865-1946)”, Kürt Tarihi, j.9 (Ekim Kasım 2013), r. 34-39; Malmîsanij, Yirminci Yüzyılın Başında Diyarbekir ‘de Kürt Ulusçuluğu (1900-1920), Vate Yayınları, İstanbul, 2010, r. 126-129; Silopi, Zinnar, Doza Kürdüstan, Stewr Basımevi, 1969, r.28.9.
9.Xelîl Xeyalî herwiha nivîseke derbareyê tefsîra Quranê de jî wergerandiye kurdî lê ji bela ku ew nakevê nav wergera wêjeyî min qala wê nekir. Bnr. Di Sedsaliya Wê de Rojî Kurd 1913, amd. Koma Xebatên Kurdolojiyê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2013, r. 183-186.
10.Di Sedsaliya Wê de Rojî Kurd 1913, amd. Koma Xebatên Kurdolojiyê, r. 163.
11.Rojî Kurd, j.2 (6 Temmuz 1329/ 19ê tîrmeha 1913an), r. 32. Ji tîpguhêziya latinî ya temamê helbestê bnr. Di Sedsaliya Wê de Rojî Kurd 1913, amd. Koma Xebatên Kurdolojiyê, r. 163-164. Ji bo orjînala helbestê bnr. Safahat, amd. M. Ertuğrul Düzdağ, Çağrı Yayınları, İstanbul, 2006, r.286.
12.Derheqê jiyana Tahiru’l-Mewlewî de bo agahiyên berfirehtir bnr. Atillâ Şentürk, Tahir ‘ül-Mevlevi Hayatı ve Eserleri, Nehir Yayınları, İstanbul, 1991.
13.Akdağ, Emin-Söylemez, Haşim “Sürgün yurdu Anadolu”, Aksiyon, h. 494 (34-30 gulan 2004),http://www.aksiyon.com.tr/aksiyon/haber-9495-34-surgun-yurdu-anadolu.html, 28.02.2014.
14.Tenê benda yekem pênc misre ye, sebeba wê jî ev e ku di kovarê de sernavê helbestê “Kulağında Küpe Olsun Unutma” wekî misrayeke helbestê hatiye nivîsîn û
15.Hetawî Kurd, j.10 (20 hezîran 1330 / 3ê tîrmeha 1914an), r. 14-15. Ji bo tîpguhêziya latinî ya temamê orjînala helbestê bnr. Tarîh ve Toplum, j.87(mart 1991), r.64.
16. Bozarslan, M. Emîn, Jîn Kovara Kurdî-Tirkî*Kürdçe-Türkçe Dergi 1918-1919,c.I, Weşanxana Deng, Uppsala, 1986, r. 219-220.
17.Bozarslan, h.b., c. I, r. 220-222; Bozarslan, h.b., c. II, r. 375-377.
18.H. 1, r. 5-7; h. 2, r. 19-21; h. 4, r. 37-38; h. 6, r. 67-69.
19.Bozarslan, Jîn Kovara Kurdî-Tirkî*Kürdçe-Türkçe Dergi 1918-1919, c. III, r. 536.
20.Bozarslan, h.b., c. II, r. 460-462.
21 Serfiraz, Kurdî, ‘’di çapemeniya kurdî ya dewra osmanî de Helbesta Kurdî, r. 14.
22.Bozarslan, Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesi Kovara Kurdî-Tirkî * Kürdçe-Türkçe
23.Bozarslan, Jîn Kovara Kurdî-Tirkî*Kürdçe-Türkçe Dergi 1918-1919, c. I, r. 220-222. Dergi 1908-1909, r. 345-346.
24.Bozarslan, h.b., c. II, r. 342-346.
25 Bozarslan, h.b., c. III, r. 537-541.
20 Bozarslan,h.b.. c. I, r. 222.
27.Bozarslan, Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesi Kovara Kurdî-Tirkî * Kürdçe-Türkçe Dergi 1908-1909, r. 391.
28.Gürsel, Karşılaşılaştırmalı Edebiyat Bilimi, r. 44.
29. Yeşilmen, Dawid, “Hevpeyvîn li ser wêjeya kurdî bi Haşim Ahmedzade re…”. Weje û Rexne, h.1 (rêbendan-sibat-adar-avrêl 2014), r. 101.
30.Ji bo kurtejiyana Mihemed Mîhrî bnr. Veroj, Seîd, “Mehmed Mîhrî Hilav (1885-1957)”, Kürt Tarihi, h. 9 (Ekim-Kasım 2013), r. 28-33.
Not: Ev gotar ji kovara Weje û Rexne di hejmara duduya hatiyê weşandin.[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 1,562 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | wer-ger.com
Länkade objekt: 34
Artiklar
Bibliotek
Publikationer
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Bok: Kultur
Dokumenttyp: Språk
Provins: Turkiet
Städer: Amêdî
Städer: Ankara
Städer: Istanbul
Städer: Badlees
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) på 05-03-2022
Den här artikeln har granskats och släppts av ( زریان سەرچناری ) på 05-03-2022
Denna post nyligen uppdaterats med ( هاوڕێ باخەوان ) om : 07-12-2022
URL
Denna post har tittat 1,562 gånger
Attached files - Version
Typ Version Editor Namn
Foto fil 1.0.383 KB 07-12-2022 هاوڕێ باخەوانهـ.ب.
Foto fil 1.0.250 KB 12-06-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Foto fil 1.0.1432 KB 05-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Biografi
Tara Twana
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,075
Bilder 106,677
Böcker 19,298
Relaterade filer 97,292
Video 1,392
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Biografi
Tara Twana
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.859 sekund(er)!