Li #Dêrik#ê 157 cangoriyên azadiyê yên mehên Tebax, Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê merasîmê bîranîna 158 şehîdên mehên Tebax, Îlon û Cotmehê li dar xist. Merasîm bi beşdarbûna şêniyên herêmên Dêrikê û herêmên Berav û Koçerat beşdarî li navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li Dêrikê hat lidarixstin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê meclisa PYDʹê ya Dêrik Rûbar Ehmed axivî û li ser fedekariyên şehîdan got: Ji destpêka avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê ji gelên bindest re têkoşîn tê kirin û di oxira wê de fedekarî hatin dayîn.
Rûber Ehmed diyar kir ku armanca şehîdan parastina gelan û nasnameyan e û banga xurtkirina têkoşîna li ser xeta şehîdan heta misogerkirina serkeftinê kir.
Piştî axaftinan, nasnameyên 157 şehîdan hatin xwendin.
Merasîm bi diruşmeyên Şehîd namirin bi dawî bû.[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 821 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !