kêmbûna ava #çemê Firatê# û nizmbûna asta wê hiştiye ku zêdebarî bandora li ser rewşa çandin û aboriya li herêmê, hiştîye ku bakterya û nexweşî di nav avê da zêde bibin û ji ber vê yekê nexweşî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibin.
Li gorî ku welatiyên #Kobanê# dibêjin; ava ku dighêje bajarê Kobanê di qonaxên paqjiyê re derbas nabe, lewma çêj û bêhneke ne xweş jî, jê tê.
Xelîl Îsa yek ji welatiyên Kobanê yên ku ji ber qirêjiya avê nexweşî li mala wî derketiye ji Dengê Amerîka re got ku herdu zarokên xwe yên bi temem biçûkin jî, lê dîsan remil û kevr di gurçikên wan de çêbûne.
Doktor Elî Şehîn ji Dengê Amerîka re tekez kir ku ev nexwşiyên di dema dawî zêde li Kobanê belav bûne sedema wê jî baktîryayên di nava avê de ne û di encamê de rojane rwwşên nexweşiyan li nexweşxaneyên Kobanê tên dîtin û xelkê herêmê di bim metirsiya belavbûna nexweşiya kolêra da ne.
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Tendurustiyê li Bakur û Rojhilatê Sûryê berî demekê welatî ji belavbûna nexweşiya kolêrayê agahdar kiribûn û li hemberê wê tedbîrên xwe parastinê standine, jibo wê jî, li gelek bajarên herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê navendên taybet yên nexweşiya kolêrayê hatine vekirin û heya niha 16 kesan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe jidest dane.[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî) språk, klicka på ikonen
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 1,939 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !