Murat Bayram 11 sal in ku karê rojnamegeriyê dike. Avakarê #Botan Internation#alê ye û edîtorê ortadogunewsê ye. Ew yek ji avakarên beşa kurdî ya bianetê ye, wî çar salan li wê derê edîtorî kir û dersên rojnamegerîyê bi #zimanê kurdî# û tirkî daye. Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo New York Times, Al Jazeera International, Deutsche Welle, Middle East Eye û RT TVyê wêne û vîdeo girtine, nûçe nivîsîne û wergêrî kiriye. Nûçeyên wî li 8 welatan bi 6 zimanan hatine weşandin. Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye. Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî. Bayramî demên qedexeya derketina derve li Cizîr, Silopya, Farqîn, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê heyî û piştî wan deman li cihên bûyerê wêne girtine û hin ji wan wêneyan digel çîrokên wan li kitêba xwe ya bi navê “belkî îşev binive” civandine(Weşanxaneya Avestayê, 2018). Kitêba Bayramî ji bo zimanên Ingilîzî, Îtalî, Almanî û Farisî tê wergerandin. Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 46 kitêban kiriye.[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 325 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !