$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şahîn Botan
Nav û paşnav: Serdar Salgûcak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav:Xezal – Derwêş
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Mijdara 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şahîn di malbateke welatparêz de li Şirnexê ji dayik bû. Bi taybetmendiyên berxwedêr ên Botanê ku çand û kevneşopiya kevnar a Kurdistanê lê tê jiyîn, mezin bû. Kesayetiya hevrêyê me Şahîn bi xwedîderketina li taybetmendiyên Botanê yên fedakar, kedkar, wêrek û hestiyar ava bûye. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih girt, wî jî di temenekî biçûk de derfeta naskirina Partiya me peyda kir. Bi berxwedaniya destanî û bîranînên fermandar û şervanên pêşeng ên di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, mezin bû. Hevrêyê me Şahîn ji kevneşopiyeke bi vî rengî ya kûr hatiye, tevî tiştên ku li gelê me hatine kirin jî bûye ciwanekî hestiyar. Hevrêyê me Şahîn bûye şahidê gelek zilm, komkujî û êşkenceyên ku dagirkeran li ser bavê wî kiriye. Her roja ku derbas dibû kîn û hêrsa wî ya li hemberî dagirkeran zêde bû û dixwest vê bike sedema tolhildanê. Wî diyar dikir ku divê hesabê her zilm û qetlîamê were pirsîn. Hevrê Şahîn dema ku wexteke guncav peyda kir, tevlî nav refên azadiyê bû. Wî berê xwe daye qada Besta ya ku dilê Botanê ye. Heta demekê li qadên Besta û Cûdiyê maye. Jiyana gerîla û hevrêtiya PKK’ê gelek bandor li ser wî kiriye. Ji bo ku xwe bi pêş ve bibe û karibe bibe gerîlayekî profesyonel derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye.
Hevrêyê me Şahîn ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya xwe ya bingehîn dît, hîn bêhtir bi zanebûn tevlî bû. Hevrêyê me Şahîn ku bi coş û moraleke mezin dest bi pratîka xwe kir, bi lez û bez xwe pêş xist.Hevrê Şahîn hê di sala pêşîn de tevlî nav xebatên kûryeyê bûye ku ji bo vê xebatê divê li ser qadê serwer be, fedakar û hestiyar be. Hevrê Şahîn her kêlîkê xwe bi pêş ve biriye û hewl daye layiqî Rêbertî û şehîdên me be. Ji bo ku ew kûrbûna xwe mezintir bike û bibe milîtanekî fedaî tevlî nav rêxistina Hêzên Taybet bûye û bi perwerdehiya ku stendiye wî rastiya Rêbertî ji kûr ve hîn bûye û girêdana xwe ya bi Rêber Apo, welat û gel zêdetir kiriye. Bi tevlêbûna xwe ya paqij û sade, di dilê hevrêyên xwe de cihekî mezin girt. Li her cihê ku lê bû rengê xwe nîşan da û ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya moral. Weke milîtanekî azad, li ser rêya fermandara me ya pêşeng Zîlan gavên xurt avêt. Hevrêyê me Şahîn ku girîngiya perwerdeyê baş dizane û bi vê yekê dizane ku heta ku bingehên saxlem deyne dikare xwe bigihîne Rêbertiyê, bi vîna xwe û bi hewldana xwe ya ku di her perwerdehiya xwe de kûr kiriye gihiştiye asteke serkeftî. Wî ji gotina Rêber Apo ya ku dibêje “Mirovê ku bi wate û hestê hatiye afirandin, mirovê herî mezin e” dest pê kir, ji bo ku Rêber Apo baştir fêm bike û hîs bike, her dem hewl daye. Hevrêyê me Şahîn ji roja yekemîn a tevlîbûna xwe heta roja ku gihiştiye şehadetê her tim di pirsa “Ez çawa dikarim baştir beşdar bibim û layiqî Rêber Apo, şehîd û erkên wan bibim” ji xwe dikir. Hevrêyê me Şahîn ku bi erk û berpirsyariyên xwe haydar bû, bi şêwe û taktîkên Gerîlaya Modernîteya Demokratîk a di warê leşkerî de jêhatî bû û ew bû fermandarekî pêşeng.
Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û dagirker, ku dixwaze tevgera me tasfiye bike û armancên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne, hevrêyê me Şahîn bi rengekî çalak tevlî Pêngava Cenga Heftanînê û Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bû. Di pêvajoya van pêngavan de cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girt. Bû yek ji wan hevrêyan ku ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê bi rola sereke rabûn. Di herdu pêngavan de jî gelek caran birîndar bû, lê belê ti carî ji eniya şer dûr neket. Her tim xwe ji bo wezîfeyên zehmet pêşniyar kir. Li hemberî van êrîşên dagirkeriyê tevî hevrêyên xwe kêlî bi kêlî bi moraleke mezin têkoşiya. Milîtanê Apoyî yê fedaî hevrêyê me Şahîn bi biryardariyeke mezin û daxwazeke xurt li dijî dagirkeran bi lehengî şer kir. Bi wêrekiya xwe ya li nava şer, bû hêz û piştgiriyeke xurt ji hevrêyên xwe re. Bi sekneke fedaî berpirsyariyên xwe bi cih anî û heta nefesa xwe ya dawî di nava her şert û mercî de li ser xeta Apoyî israr kir. Ji bo dagirker ji qadên dagirkirî bêne derxistin, bi rengê Adil, Kerîm, Bêrîtan tevlî operasyonên şoreşgerî bû, heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Şehadeta wî bandoreke giran li hevrêyên wî kir, lê di heman demê de di şexsê wî de em soza xwe ya ku dane şehîdên xwe yên şoreşê dubare dikin, em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe teqez misoger bikin. Bîranîn û têkoşîna wan ji bo rêya me meşaleyeke ronahiyê ye.[1]